Barzanî Gazî Parlamentoyê Kir
HEWLÊR (PNA)- Mesûd Barzanî Serokî Herêmî Kurdistan le peyamêk da sebaret be barûdoxî nawçe sînûriyekanî herêm delêt, kêşekan be şer çareser nabin û eger layenekanî dergîr xeyarî şeriyan helbijarduwe ewa dawayan lê dekem ew şere le Herêmî Kurdistan dûr bixenewe.
Her wek agadarîn barûdoxî nawçe şaxawîe sînûriyekanî Herêmî Kurdistan ta dêt aloztir debêt û rojane hawlatiyanî Herêmî Kurdistan rûberûwî topbaran û hêrîşî asmanî her dû dewletî komarî îslamî Îran û komarî Turkiya debêtewe.
Ew hêrişane bûnete maiyey ziyan geyandin be jimareyekî zor le danîştwanî nawçe sînûriyekan ke şehîd û birîndarî lêkewtotewe. Emro debînîn ew hêrşane perey sendûwe û geyştote ew astey ke nakirê çîtir le beramberî da bêdeng bîn û hawlatiyanî sivîl û bêdîfahî herêm bibine qurbanî ew milmilanêyîe.
Bûnî hêzî çekdarî PJAK û PKK le nawçe sinûriye şaxawîekan behaneyekî behêz e le dest her dû wilatî dirawsê. Berdewambûnî em core kirdewane û penabirdiniyan bo tundûtîjî û hewldan bo bekarhênanî sînûrekanî Herêmî Kurdistan debête maiyey hênanî tundûtîjî nexwazraw bo gelekeman û emeş xizmet be dozî reway gelî kurd nakat û bedaxewe lem rûwewe hîç hîsabêk bo berjewendî xelkî herêm nakirêt.
Her wek le rabirdû, êstaş cext le ser ewe dekemewe ke Herêmî Kurdistan xwaziyarî peywendî dostane û dirawsêyîetî baş e legel hemû layek û hîç katêk beşêk nebûwe le kêşe nawxoiyekanî em dû wilate û qetîş dest naxate naw karûbarî nêwxoy hîç wilatêk. Belam be hîç şêweyek natwanîn bêdeng bîn beramber be şehîdkirdinî hawlatiyanî bêtawan le Herêmî Kurdistan.
Weku Herêmî Kurdistan naxwazîn xuwênî hîç mirovêkî bêtawan birjêt. Le beramber da birwaman be diyalog û giftûgoy berdewam heye bo le yektirgeyiştin le pênaw çareserkirdinî kêşe û gîrûgirftekan.
Ême piştirîş dirêxîman nekirdûwe le hewildan bo ewey kêşekan be diyalog çareser bikirên û çareserî aştiyane bibê be bijardey hemû layek, belam bedaxewe maweyeke rewşeke carêkî dîke alozî têkewtotewe.
Le qonaxêk da ew katey ke pêwîst bû xebatî çekdarîman kird le pênaw bergirî kirdin le xak û maf û kerametî gel û netewekeman. Be tiwanay xoman û pişt estûr behêz û îradey gelekeman tiwanîman bûnî xoman û pênasey neteweyî xoman biparêzîn. Belam serdemî emro ciya ye. Le dûniyayî emro da zimanî diyalog zale be ser şer û kuştar û kirdey serbazî, le pênaw geyandinî em peyameş hemû tiwanay xoman xiste ger.
Amancî ême hemîşe bextewerî gelekeman û seqamgîrî herêm bûwe, boye be hîç şêweyek namanewêt ew bextewerî û seqamgîriyey herêm têk bidrêt ca be her behaneyek bêt, her boye dawa dekeyn ke berjewendî danîştwanî herêm le berçaw bigîrêt. Çunke em destkewtaney emroy xelkî Kurdistan berî renc û xebat û qurbanîdanêkî zor e, pêwîst e le ser hemû kurdêk em ezmûne be hî xoy bizanêt û biarêzêt.
Debê le lay xelkî Kurdistan aşkira bêt ke kirdewey serbazî le ser sînûrekan pasawêk dedate her dû wilat ta be berçawî cîhan kirdewe serbaziyekaniyan le herêm encam biden. Le nêw ew şere naberamber û leşkirkêşî û bordûmane berdewamane da be piley yekem hawlatiyanî Herêmî Kurdistan zerermend debin û dilniyam be şer em kêşeye çareser nabêt û le kotayî da her debêt be aştî bêt. Înca rojêk zûtir ew şere kotayî pê bihênrê baştir e belam eger layenekanî dergîr xeyarî şeriyan helbijardûwe ewa dawayan lê dekem ew şere le Herêmî Kurdistan dûr bixenewe.
Ême amadeyîn hemû hawkarî û hemahengiyek bikeyn le rêgey diyalogî aştiyane bo geranewey barûdoxî nawçe sînûriyekan bo doxî asayî. Hawkat dawa le hikumetî Êraqî Fîdiral dekeyn le rêgey kenale dîplomasiyekaniyewe le gel her dû wilatî dirawsê hewlekanî bixate ger bo kotayî hênan bem hêrişane û parastinî serwerî Êraq.
Be reçawkirdinî ew barûdoxe nask ûu hestiyare da dawa le Perlemanî Kurdistan dekem be urdî dîrasey em barudoxe hestiyarey herêm bikat bo biriyardan le ser dananî siyasetêk ke rengdanewey ray yekgirtûwî Herêmî Kurdistan bêt."