Barzanî: Gel mafdar e
HEWLÊR (DÎHA) - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî ku çûbû Îtalyayê û gelek welatên Ewropyayê vegeriya Herêma Federal a Kurdistanê. Barzanî, piştî vegera xwe ya welat têkildarî çalakiyên gel yên li heremê de got ku ew êşa vî gelî baş fêm dike û gel mafdar dibîne.
Serokê Herema Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî gera xwe ya Îtalya û welatên Ewropayê yên din vegeriya welat. Barzanî, li Balafirgeha Hewlêrê ku nû hatiye çêkirin, di salona VÎP de daxuyaniyek da çapemeniyê. Barzanî di civînê de têkildarî çalakiyên li hereme de hin nirxandin kirin. Barzanî, ku beriya niha çalakiyê gel wekî fitne û tevlihevî binav kiribû, vê carê ji ber 8 kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dabû xemginiya xwe anî ziman û ev yek şermezar kir. Barzanî wiha got: "Me ji bo azadî û rehetiya gelê Kurdistanê xebat kiriye. Niha jî em piştgiriyê didin daxwaziyên wan. Razîbûna gel, bo me ji hemû pile û malên dinê girîngtir e. Rijandina dilopek xwîna ciwanên Kurdistanê, ji hemû gurev, sermiyan û milkê dinê, pir binirxtir e. Ez pir baş êş û narhetiya vî gelî fêm dikim, ew xwedî heqin. Lê divê hinek kesên din jî vê êş û elemê, bo armancên siyasî bi kar neyînin."
‘Ji bo xebatê lidijî karên ne dirî de pêwîste gav bên avêtin’
Serokê Herêma Kurdistanê, diyar kir, xwepêşandan mafê rewayê her kesî ye û wiha pêde çû: "Lê divê rewşa Kurdistanê, digel welatên din neyê qiyaskirin. Ji ber ku me bo van destkeftan, gelek bedel û qurbanî dane. Ji bo xebata dijî gendeliyê (kiryarên nedirêde) û reforman, divê gavên pratîkî bên avêtin. Em dê hewl bidin di demên bê de, digel piraniya aliyên siyasî, hikûmet û parlamentoyê derbarê pirsgirêkan de bicivin."
Rewşa niha ya Kerkûkê!
Barzanî di dawiya gotinên xwe de got, “Peşmerge ji bo parastina kurd, ereb û tirkimanan hêzên xwe birine Kerkûkê.”
(ssq/ik/lg)