Barzanî: Iraq û hêzên Pêşmerge ji bo Mûsilê lihev kirine
NAVENDA NÛÇEYAN
Îro roja şemiyê Serokê PDK’ê ku dema wî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bidawî bûye, li ser navê serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek der barê operasyona Mûsilê de da.
Barzanî diyar kir ku şikandina DAIŞ’ê û azadkirina Mûsilê ji bo Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyek taybete û karê sereke yê siyaseta hikûmetê ye. Mesûd Barzanî behsa amadekariyên ji bo operasyonê jî kir û wiha axivî: “Amadekarî ji bo destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê bi dawî bûne.
Lihevkirina hêzên pêşmerge bi artêşa Iraqê re jî di vê çarçoveyê de ye. Erka hemû hêzan hatiye diyarkirin.” Barzanî her wiha dazanîn ku di navbera hêzên Iraqê û pêşmergeyan de kordîneyek tam heye û destnîşan kir ku wê hewl were dayîn ti bûyerek nexwazî rû nede.
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê qet di daxuyaniya xwe de behsa hebûna hêzên Tirk û bertekên li hember wê nekir.
Hinek rayedarên Iraqî Barzanî sûcdar dikin ku rê daye dewleta Tirk hêzên xwe bîne Iraqê bi taybet li herêma Başîka bicih bike. (ge)