Barzanî Komkujiya Parîsê şermezar kir
Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê kuştina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê pêk hat şermezar kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê kuştina sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê pêk hat şermezar kir û daxwaza sersaxiyê kir. Barzanî ji dewleta Franse xwest ku bûyer were ronîkirin û hêvî kir ku ev yek li pêşiya pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê nebe asteng.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê komkujiya li Parîsê ku di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye: “Gelek bi mixabinî nûçeya terorkirina sê jinê çalakvanê Kurd (Sakine Cansiz û Fidan Dogan û Leyla Şaylemez) gihîşt me ku li roja 10/01/2013 li encama kiryareke terorîstî li Parîs jiyana xwe ji dest dan.
Li demek de bi tundî terorkirina van çalakvanên Kurd şermezar dikîn, heman demî de hevxemî û serxweşiya xwe bi kesukar û rêheval û hevsengerên qurbaniyan radigihînîn, hêvîdarîn ev rûdaw li ber wan hengavên ji bo çareserkirina aştiyaneya pirsa Kurd li Tirkiye ku li holê daye nebin asteng.
Daxwazê ji Hikûmeta Fransa dikîn hewl bide bi navê peydakirina encamderan û wan dest û aliyên ku li pişt encamdana vê karê terorîstiyê de bûn aşkere bike.”
ANF NEWS AGENCY