Barzanî milyonek dolar û çek dane çeteyan?!
Îdiaya Barzanî li dijî PYD'ê milyonek dolar û çek da Artêşa Azad a Sûriyê
HEWLÊR (DİHA) - Serokê Herêma Kurdistana Federal û serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi rêya endamekî serkirdayetiya Civata Bilind a Artêşa Azad a Sûriyê di civînekî veşartî ya li Hewlêrê de û bi amadebûna şandekî Tirkiyê, milyonek dolar daye Artêşa Azad a Sûriyê.
Li gor îdiayên malpera Pênusekan a li Herêma Kurdistana Federal, Barzanî ligel berpirsên Tirkiyê û ji bo dijberîkirina hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) despêka meha cotmehê li Hewlêrê civînek hatiye saz kirin. Civîn ligel endamekî Civata Serkirdayetiya Şoreşa Sûriyê û bi amadebûna şandeke MİT'a Tirkiyê milyonek dolara daye Artêşa Azad a Sûriyê.
Li gor zanyariyên malpera Pênusekan, Mesûd Barzanî hinek çek û teqemenî di rêya navbera Mûsil û Sûriyê de gihandiye destê hêzên Artêşa Azad a Sûriyê. Ev jî erebên Sûnî ne û li herêmên ku li rojavayê Kurdistanê hatine azadkirin, li dijî kurdan radiwestin.
Hêjayî gotinê ye heta niha serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê vê nûçeyê de ti daxuyaniyek nedaye.
(mae)