1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî: Niha Şert û mercên kongreya neteweyî ji her demê guncawtir e
Barzanî: Niha Şert û mercên kongreya neteweyî ji her demê guncawtir e,barzanî,niha,şert,û,mercên,kongreya,neteweyî,ji,her,demê,guncawtir,e

Barzanî: Niha Şert û mercên kongreya neteweyî ji her demê guncawtir e

A+ A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku niha ji hemû demê guncawtire ku behsa lidarxistina kongreya neteweyî yabi tevlîbûna her çar parçeyan bê kirin û got: “Sedsala 21’ê sedsala Kurdan e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji konferansa ciwanan a ku li Dihokê hate lidarxistin û got: “Ji her demê bi hêvî û bihêztir bin.”

Barzanî wiha got: “Hêviyeke min a mezin bi we heye ku hûn her tim ji bo serbilindiya gelê me, gihiştina yekcarî ya ji bindestî û dagirkeriyê têbikoşin.”

Mesûd Barzanî ji ciwanên Kurd xwest ku her tim bihêz û bi hêvî bin û wiha dimand: “Li dijî deng û hizrên baweriya wan bi xweda, karînên gelê kurd nîne û xemsar dibînin rawestin. Dîrok, qûrbanî, destkeftî û serweriyên gelê kurd nayên hêjmartin. Divê hûn bibin hêvên baweriya bi neteweya me û me pal bide ku hemû mafên xwe mîsoger bikin. Li ser lingên xwe rawestin, xwediyê vîn û çarenivîsa xwe bin.”

Barzanî di peyama xwe de têkildarê kogreya neteweyî de jî got: “Niha ji hemû demê guncawtir e ku em behsa lidarxistina kongreya neteweyî bi tevlîbûna her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Ji bo em berê bingehîn ê stratejiya Kurdistanê li herêmê li ser bingehê peyama aştî û bi hev re jiyana gelan deynin.”

Barzanî diyar kir ku sedsala 21’ê sedsala Kurdan e û got: “Ez bi pêwîst dibînim, we agehdar bikim ku niha ji hemû demê zêdetir hêvî hene ku kurd pêngavên mezin biavêje û siberojekî ronî li benda gelê kurd e. Sedsala 21’an sedsala gelê kurd e. Erkê ciwanan girantir dibe û pêwîst e hûn hemû xwe ji bo bi awayekî herî baş xizmeta welatê me bikin amade bikin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê hatibû lidarxistin de gotibû ku dê hêzên gerîlayan 8’ê gulanê vebikişin û bal kişandibû ser qayimkirina yekitiya neteweyî. Karayilan îşaret bi platformeke li Hewlêrê kiribû û gotibû: “Di vê pêvajoyek wiha ku di Rojhilata Navîn û welatê me de guhertinên girîng û jiyanî rû didin, em bang li hemû rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku jib o yeketiya netewî û aştî çêbibe, platformek netewî (konferansa yeketî, hevgirtin û aştiya Kurd) li hev bicivin.”

OCALAN JI BARZANÎ XWEST KU PIŞTGIRÎ BIDE PÊVAJOYÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beriya niha ji kovara Sivîl a li başûrê Kurdistanê re axivî û bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Başûrê Kurdistanê û got: “Pêşveçûnên li Bakûrê Kurdistanê dê badorekî mezin li ser Başur jî bike. Em ji birêz Mesûd Barzanî dixwazin zêdetir piştgiriyê bidin vê pêvajoya ku ji aliyê rêberê me ve hatî destpêkirin. Pêwîste ev tenê di daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin, belkî pêwîste erkê dikeve ser milê wan cîbicî bike. Em li benda her kesekî ne, lê çaverêyên zêdetir ji kek Mesûd Barzanî hene. Em li benda wê yekê ne ku birêz Barzanî ji bo damezirandina kongreya neteweyî pêngavên pêwîst bavêje. Ger pêngavên bi vî awayî bên avêtin, wê sûdê wê ji bo Bakûrê Kurdistanê jî hebe.”