Barzanî piştgirî da peyama Ocalan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
Li Amedê di 21'ê Adarê de Newroza dîrokî û di cîhanê de Newroza herî girseyî pêk hat. Di vê Newroza nêzî 2 milyon kes beşdar bû de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dîrokî da. Peyama Ocalan ji aliyê gelê kurd ve hat erêkirin û gelek beşên din jî piştgirî dan daxuyaniyê. Daxuyanî di çapemeniya cîhanê de jî deng veda. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî piştgirî da û wiha got: "Peyama Ocalan a jibo newrozê gelek girînge, têde daxwaza dawî anîna tundûtîjiyê û bingeh girtina rêbazên siyaseta demokratîk hatiye kirin. Ev pêngava ji aliyê Ocalan hatiye avêtin, jibo çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi riyên aştiyane xwedî rolek dîrokiye.”
Barzanî diyar kir kû ji peyama birêz Ocalan re em piştgiriya xwe didin nîşakirin û wiha got: “Bisalane em israr dikin kû pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorêye û bi rêbazên şer û tundutîjiyê nayê çareserkirin berevajiyê wê pirsgirêkek siyasiye û pêwîste bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Lewra divê peyamên Ocalan baş bên xwendin û di heman demê de pêwîste hemû alî vê pêvajoyê weke pêvajoyek stratejî bibînin ne wek pêvajoyek taktîka siyasî û demokî û li ser vî bingehê divê muxatabên vê pirsgirêkê girêdayî soz û peymanên aştiyê bin.” Barzanî di berdewama daxuyaniya xwe de, daxwaz ji hemû aliyan kir kû jibo vê pêvajoya girîng pêwîste em hemû ciddî û bi hesta çareserkirina pirsgirêkê tevbigerîn û jibo kû ev pêvajoye berbi pêş ve biçe pêwîste ji aliyê herdû aliyan ve pêngavên zelal û pratîk werin avêtin.” Di dawiya daxuyaniya Barzanî de hate gotin kû, Herêma Kurdistanê jî amedeye alikariyê bide pêvajoya aştiyê û wiha got: “Jibo serxistina aştî û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê amedeme kû bi hemû şiyan û hêza xwe alikariya her dû aliyan bikim.”
(wd/mae)