1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî: Rastiyeke nû ya Iraqê heye
Barzanî: Rastiyeke nû ya Iraqê heye,barzanî,rastiyeke,nû,ya,iraqê,heye

Barzanî: Rastiyeke nû ya Iraqê heye

A+ A-

HEWLÊR 24.06.2014 11:31:23 Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry, piştî serdana xwe ya li Bexdayê îro derbasî Hewlêrê bû û bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî re hevdîtin kir. Barzanî da xuyakirin ku rastiyeke nû ya pêşeroja Iraqê derketiye holê û xwest Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî biçe.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerryê ku li Iraqa bûye qada parçebûn û nakokiyên kûr hewl dide hêzên siyasî bîne cem hev, piştî serdana xwe ya duh a li Bexdayê îro derbasî Hewlêrê bû.

Hevdîtina destpêkê ya Kerry li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî re pêk hat. Barzanî di dema qebûlkirina Kerry de got, "bi vê guherînê re, li Iraqê em bi realîteyeke nû û Iraqeke nû re rû bi rû ne. Em li çareseriyeke krîzê digerin."

Kerry jî ji Barzanî re got, "Mîna ku her kes dizane, ji bo Iraqê pêvajoyeke gelekî krîtîk e û avakirina hikûmetekê pirsgirêka me ya bingehîn e."

Kerry da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Kurd, ji bo destnîşankirina xetek li dijî çeteyên DAIŞ'ê, roleke kîlît dileyzin.

Beriya vê hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî daxuyaniyek taybet dabû qenala CNN International û diyar kiribû ku êdî zehmete Iraq yekgirtî bimîne û gotibû, "Ji ber ku ezmûna ku em niha dijîn nîşan dide ku êdî bi vî rengî em nikarin dewam bikin. Iraq îro ji Iraqa beriya du hefteyan gelekî cuda ye."

Barzanî got, "Piştî rewş û bûyerên dawî yên li Iraqê, bi dîtina min divê gelê Kurd ji bo diyarkirina çarenûs û pêşeroja xwe, êdî firsendê bikar bîne" û ji bo pirsa, "Ev tê wateya ku hûnê serxwebûnê bixwazin?" besiva, "Êdî dem hatiye gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike. Biryara gelê Kurd çi be emê jî piştgiriyê bidin wê" da.

Barzanî di dewama axaftina xwe de got, "Her kesê xwe nêzî sînor bike, emê li dijî wan şer bikin. Di şerê li dijî terorîstan de emê dudil nebin."

Li gorî AFP'ê, rêveberên Amerîkî fêm kirine ku Kurdên di hefteyên dawî de herêm qezenç kiriye, dest ji van herêman bernade.