1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Barzanî Serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê kir
Barzanî Serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê kir,barzanî,serdana,wezîrê,karên,derve,yê,îranê,kir

Barzanî Serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê kir

A+ A-

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî, di ziyareta Wezirê Karên Derve yê Îranê Alî Ekber Salîhî de diyar kir ku piştî hêzên Amerîka di dawiya salê de ji ser sînorê Iraqê vekişin dê di navbera Îran û wan de qet pirsgirêkeka ewlekariyê çênebe.

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mezud Barzanî, duh çû Îranê û li Tehranê ji aliyê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî ve hat pêşwazîkirin. Barzanî di ziyaretê de diyar kir ku heta niha meseleya mayina leşkerên Amerîkî ya li İraqê hêj zelal nebûye û li ser vê mijarê dan û standin di navbera Bexda û Washington de didome. Barzanî, da zanîn ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Îranê girînge û wiha got: "Em qet hevkariya Îranê ji bîr nakin. Di wê dema ku me xebat li dijî rejîma Sedam dikir de hevkarî girîng bû."

'Pirsgirêka PAJK'ê ji aliyê Îranê ve qediya ye'

Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî jî behsa peywendiyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û got: "Tehran dikare ezmûna xwe veguhêze nav Iraqê û di pêşvebirina wî welatî de beşdar bibe. Pirsgirêka PJAK'ê ya li ser sînorê Îranê bi dawî bû. Ev pirsgirêk ji aliyê Îranê ve bi dawî bû. "

Li bendê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad û Rêberê Şoreşa Bilind a Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneyî û berpirsên din ên Îranê re bê cem hev. DÎHA

(mae)