Barê Jiyanê li ser pişta Jinan e!.
Jinên karker hem debar û hem jî barê malê li ser pişta wan e
ZEYNEP KURİŞ / HAMDULLAH KESEN
EDENE (DÎHA) - Jinên karker ên di fabrîqeyên naylon û plastikan de ji serê sibê heta êvarî dixebitin; hem debarê û hem jî karê malê dikin. Jinên ku bi roj di fabrîqean de dixebitin, evaran jî heta derengê şevê karê malê dikin. Jina ciwan a bi navê Yagmur Can anî ziman ku hem dixebite û hem jî karê malê dike û wiha got: "Ez hefteyê 150 TL heqê destê xwe distînim. Em ji bo bijîn neçarin bixebitin. Wekî din kar tune."
Li Sîteya Sanayê ya Şakirpaşa a Semta Şakirpaşaya navçeya Seyhana Edeneyê zêdeyî 100 fabrîqeyên naylon û plastikê hene. Hemû kaxiz, plastîk û naylonên ji nava Edene û derdorên Edeneyê tên komkirin li vir tên veguhertin û ji nûve li xwezayê vedigerinin. Zarokên ku karton û naylonên kiloya wan bi 600-700 krş difiroşin li vir ji nuve tên cudakirin û tên nirxandin. Naylon û plastîkên ji aliyê fabrîqeyan ve tên kirîn, li vir yek bi yek bi destan ji hev tên cudakirin. Piştî tên cudakirin hemû tên kurkirin û dikin wekî kayê. Piştî ku ji hev tên veçirandin û hurkirn vê carê kîloya wan bi 1-1,10 TL'yan difiroşin. Ligel vê qezenca zêde ya fabrîqeyan jin bi kedek erzan ku hefteya wan 150-160 TL ye dixebitin.
'Tu ewlehiya wan tune'
Di van fabrîqeyên plastîk û naylon de herî zêde jin dixebitin. Jinên ku li vir dixebitin jî bi kedek zêde û heqekî erzan dixebitin. Lê ji bo kar tune û betal nebînin neçarin bi erzanî kar bikin. Jinên ku her roj 3-4 saetan zêde dixebitin bê ewlehî û sîgorta dixebitin û mafê wan ê sendîkayî tune ye. Jinên ku li vir dixebitin, piraniya wan ji jinên ku malbatên wan ji ber şer û pevçûnên di salên 1990'an de li herêmê pêk hat û gundê wan bi zora dewletê hatin valakirin pêk tê. Jinên ku kedek mezin li vir xerç dikin, piştî ku diçin malê jî vê carê karê malê yê xwarin, şuştin, paqijiyê dikin. Jinên ku piraniya wan dibistan nexwendine an jî tenê dibistana seretayî xwendine hemû kar, bar û debara malbatê li ser pişta wan e. Jinên ciwan, di ciwantiya xwe de neçar dimînin ku karê giran bikin.
'Em di bin şertên pir giran de kar dikin'
Karkera ciwan Yagmur Can, diyar kir ku ew her roj şeveqê tên kar û êvarî mixrub diçin malê. Can, anî ziman ku ew di şertên pir giran û xerab de kar dikin û wiha got. "Hem em bi kedek erzan û hem jî bê ewlehî dixebitin. Em kedek zêde didin, lê heqê keda xwe nagirin. Em zivistani di nava şertên pir sar de û havînî jî di bin şertên giran de dixebitin. Ez neçarim kar bikim û debara malbatê bikim. Hefteyê 150 TL distînim. Pereyekî pir hindik e, lê wekî din kar tune."
Jina ciwan Gulistan Yavuz jî di sala 1993'an de ji ber zextên leşkeriyê koçî Edeney3e kir, Yavuz jî anî ziman ku piştî koçî Edeneyê kirin, neçar man ku di nava şertên giran û nebaş de kar bikin û debara malbatê bikin. Yavuz da zanîn ku 7 salin vî karê plastîkan dike û û wiha got: "Hin caran ji bo em mal bînin em derdikevin dervê bajar. Em her roj saet di 05.00’an de hişyar dibin û karê giran dikin. Em di nava şertên giran û bê ewlehî de dixebitin. Bêhna plastîkan mirovan nexweş dike. Dîsa piştî em tên malê vê carê em karê malê dikin."
(mae)