Baskên MÎT'ê li Elmanyayê ji bo DAIŞ'ê dixebitin
ZANA AZADÎ - KOLN - ANF Dema li Sûriyeyê di sala 2011'an de serhildana gel destpê kir, rayedarên dewleta Tirk her tim ev her du gotin bilêv kirin. Ya yekemîn: "Rejîm wê di nava mehek du mehan de hilweşe, înşaleh em ê di demeke nêz de li Mizgefta Emewî ya li Şamê nimêjê bikin.
Ya duyemîn jî: "Em ê rê nedin sazîbûnek li bakurê Sûriyeyê. Ji bo vê pêwîstî bi çi hebe, em ê bikin."
Bersiva Serokwezîrê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davûtoglû ya li hemû pirsên li ser Rojava û Sûriyeyê, her tim ev bû.
Ji bo her du hedefên anîn ziman, hemû hêza xwe seferber kirin, çi ji destan hatin, kirin.
Li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, çi di tûrikê wan de hene bikar anîn, hînê jî bikar tînin.
Ji bo Rojavayê Kurdistanê ya Azad ava nebe, Dewleta Tirk-Hikûmeta AKP'ê, du saziyên xwe yên stratejîk li gelemperiya xistin nava tevgerê.
RÊXISTINBÛYÎNA ŞERÊ TAYBET-KONTRGERÎLA YA AKP'Ê: SADAT
Ji van ya yekemîn: Saziya kontrgerîla ya di bin navê "SADAT-Kargeha Anonîm a Bazirganî û Pîşesaziyê ya Înaşetê a Şêwirmendiya Parastinê ya Navnetweyî" hat avakirin e. Ev kargeha kontrgerîla SADAT di 28'ê Sibata 2012'an de, bi serokatiya general Adnan Tanriverdî û Korkmaz Tagma yên bi komkujiyên xwe yên li Kurdistanê tên naskirin, ji aliyê 23 sûbay û astsûbayên ser bi Daîreya Şerê Taybet a Tirk ve hat avakirin. 64 sûbay û astsûbayan jî destek dan avabûna vê saziyê. Kargeh bi teqwîk û fermana Serokwezîrê demê Erdogan ve, ji xezîneyê hat fînansekirin. navenda wê li Stenbol-Beylîkduzu ye. Armanca wê ya bingehîn ew e, ku her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî hev bide şerkirin, kontrgerîla yên weke çeteyên DAIŞ'ê perwerde bike, hînê her şêwe çekê bike û operasyonê leşkerî yên bi vê amancê koordîne bike, bimeşîne.
Serhildana li Sûriyeyê, berî bigihêje qonaxa çekdarî, avabûna vê kargeha şerê taybet di 28'ê Sibata 2012'an de, ji bo meşandina şerê wekaletî yê li Rojavayê Kurdistanê, di warê perwerdekirina çeteyan de girîng bû.
Kargeha Black Water a DYA mîsyona xwe çibe, SADAT jî bi heman mîsyonê ji aliyê TC ve hat bikaranîn. Piştî ku SADAT A.Ş. ava bû, Dewleta Tirk, lîderê siyasî yê veşartî yê DAIŞ'ê Tarik Haşimî bir Stenbolê.
Ebû Omer Şîşanî (Tarkan Bataraşvîlî), Ebû Mûsa Şîşanî, Sefûllah Şîşanî û Yakûp Lezgî Şîşanî yên li Lalelî di bin kontrola MÎT'ê dijîn, kir berpirsyarê leşkerî yên DAIŞ'ê yên li Rojava.
Piştre bi koordînatoriya SADAT'ê, ji bo dagirkirin û pêkanîna qirkirinê li Rojava, DAIŞ xist nava tevgerê.
SERÇETEYÊ ESASÎ YÊ DAIŞ'Ê EBÛ MUSLIM TIRKMENÎ
Li Başûrê Kurdistanê jî Ebû Muslim Tirkmenî (Abdûllah Fadil Hayalî) wezîfedar kir. Tirkmenî kesekî ku MÎT'ê ew ji Iraqê biriiye Enqereyê û li Fakulteya Ziman, Dîrok, Erdnîgariyê de daye xwendin e. Di dema Seddam de di Artêşa Iraqê de weke Generalê Îstîxbaratê wezîfe dikr. Her çend lîderê DAIŞ'ê weke Ebû Bekir Bagdadî tê dîtin jî, lîderê esasî yê DAIŞ'ê Ebû Muslim Tirkmenî ey.
Piştî ku DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, plana û biryara êrîşa li hemberî Mexmûr, Şengal, Zummar û Hewlêrê, li ser navê Dewleta Tirk, Ebû Muslim Tirkmen bicih anî.
Daxuyaniyên Mihemed Emîn Pencwînî ku li gelemperiya cîhanê xwedî cihê hurmetê ye û demekê di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de navbeynkarî kiribû, yên di vî warî de diyarker in.
Pencwînî di hevpeyvîneek xwe de wiha dibêj: "DAIŞ bi destek pereyî û madî ya Qatar û Erebînstanê û bi desteka lojîstîk û fennî yên Tirkiye û Urdunê ava bû. Yanî nêrîna wê ji Tirkiye û Urdunê derket. Di avakirin û mezinkirina DAIŞ'ê ya bi vî rengî de MÎT'ê rola herî girîng girt ser xwe. Şefê Îstîxbarata Siûdî jî destek da vê projeyê. Dema DAIŞ'ê û hêzên Sunnî Mûsil dagir kirin, Kurdan ev rewş zêde cidî nedîtin. Piştî vê rewşê, bi rêya MÎT'ê, baskê di nava DAIŞ'ê de xwedî bandor, berê xwe da Kurdistanê. Tê zanîn, DAIŞ gelekî nêzî Hewlêrê bûbû. 15-20 km mabû xwe bigihîne Xurmalê."
Dewleta Tirk şerê xwe yê li Rojava bi rêya Ebû Omer Şîşanî, şerê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî bi rêya Ebû Muslim Tirkmenî dimeşîne.
Ji çeteyên DAIŞ'ê yên di bin kontrola van de, di serî de tankên Abrahamn perwerdeya bikaranÎna hemû çekên pêşkêtî ji aliyê kargeha SADAT ve tê dayîn.
Li qada perwerde, propaganda û rêxistinbûyîne jî dewleta Tirk bi rêya Serokatiya Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirkiyeyê (TÎKA) ve xebat tê meşandin.
TÎKA di 24'ê Çileya 1992'an de ava bû. Armanca wê; li dewletên derveyî TC xizmetên civakî, tenduristî perwerde, xizmetên binesazî,a borî, civakî, bi masekeya ragihandin, bazirganî û sektora ji gelekî ve, rêxistinbûyîna li ser navê MÎT'ê ye.
Bi vê armancê re piştî hilweşîna Sowyetê li Asya Navîn û Kafkasyayê dest bi rêxistinbûyînê kir. Li dû ji hev belavbûna Yûgoslavyayê, lez da xebatên xwe yên rêxistinbûyînê yên li Balkanan.
Li derveyî TC çiqas mizgeft, komele, nexweşxane, kargeh, dibistan, komele û weqfên Tirk hebin, avakar û damezrînerên wan MÎT e. Bi vê rêyê weke torekê li 5 parzemînan belav dibe. Tora îxracata Tirk jî di esasê xwe de bi TÎKA tê kirin.
Sedema ewçend xurtbûna MÎT'ê ev tor e. Eger baş were lêkolînkirin wê bê dîtin ku komkujiya Parîsê jî girêdayî vê torê ye.
Mizgef, cemaet û weqfên mîna ÎHH ên ser bi heman TÎKA, komele, kargeh, terîqet û dibistanên li derveyî TC, ji bo propaganda, rêxistinbûyîn û perwerdeykirina çeteyên DAIŞ'ê, xebatê dimeşînin.
Çavkaniya herikîna çeteyên ji Amerîka, Asya, Awûstûralya û Ewropayê ber bi Başûr û Rojava ve, TÎKA û rêxistinbûyînên ser bi TÎKA ne.
RAKIRINA VÎZEYÊN KETINA TC JI BO DAIŞ'Ê YE
Dewleta Tirk pêkanîna vîze ya welatên mîna Afganîstan, Arnavût, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Etopya, Fîlîstîn, Gurcîstan, Karadag, Kazakîstan, Kenya, Kirgizîstan, Kosova, Lîbya, Lubnan, Makedonya, Misir, Mogolîstan, Moldova, Ozbekîstan, Pakîstan, Sirbiîstan, Somalî, Sûdan, Sûriye, Senegal, Tacîkîstan, Tûnis, Tirkmenîstan, Ûkrana û Yemen, ji çavkaniyên ser û binê erdê yên li van welatan û çavkaniyên mirovan têxe binê xizmeta dagirkeriya Tirk, rakir. Bi awayekî bê vîze pêşîvekirina li herikîna çeteyên DAIŞ, Ahrar-i Şam û El Nûsra bû.
Dewleta Tirk bi tevnên TÎKA re, ji bo ciwanên li van welatan di bin navê "cîhadê" propaganda dike, rêxistinbûyînê dimeşîne û bi rêya Rêyên Hewayî yên Tirk û Rêyên Deryayî yên di bin kontrola TÎKA de wan dibin Enqere, Stenbol, Îzmîr, Îzmît û Trabzonê û ji wir jî derbasî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin.
Li yek ji van welatan li Kosovayê, têkiliya organîk a TÎKA bi DAIŞ û El Nûsra re derket holê. Tevî ku Kosova ne Misilmanên Sunnî ne jî, di nava Elewî Bektaşî yên li vir de çete ji bo DAIŞ û El Nûsrayê ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin peydakirin. Di operasyoneke li Kosovayê de hat tespîtkirin ku Mizgefa Fatîh Sûltan Mehmet û 16 weqf û komeleyên Tirk ên ser bi TÎKA, di bin navê maskeya "cîhadê" de li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê çete birêxistin kirine. Di operasyona mijara gotinê de 30 mele hatin binçavkirin û piraniya wan hatin girtin. Di nava meleyên hatin binçavkirin de Meleyê mİzgefta Prîştîne Fatîh Sûltan, Şefçek Kranîçî jî heye.
Saziya Association for Culture, Education and School (AKEA) a di bin kontrola Ahmet Davûtoglû de li Kosovayê hat avakirin, hat girtin. Rêveberên Sziyê Husamedîn Abazî û Ilîr Gashîler ji ber destavêtina zarokan hatin cezazkirin.
Xebatên bi koordînatoriya TÎKA'yê ne tenê li van welatan e. Welatên mezin ên Ewropayê Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Îtalya jî di bin dorpêçiya TÎKA de ne.
MIZGEFT, WEQF Û KOMELEYÊN TIRK ÊN LI EWROPAYÊ BIRYARGEHÊN DAIŞ'Ê NE
TÎKA, çeteyên bi rêya ÎHH li mizgeft û dibistanên li Îngilîstanê birêxistin dike, weke wezîfedarên alîkariyê di ser Tirkiyeyê re dişîne Rojava û Başûrê Kurdistanê. Yek ji welatên ku TÎKA giraniyê dide ser Elmanya ye. Mizgeft, cemaet, komele, kargeh, dibistan, terîqet û weqfên Tirk ên li Elmanyayê veguherîne biryargehên rêxistinbûyînê yên çeteyan.
Bi xebatên xwe yên propaganda, rêxistinbûyîn û perwerdeyê re bi giranî ciwanên Kurd dixin xefika xwe. Ciwanên Kurd ên bi wan re dikeve nava têkiliyê piştî ku demekê li mizgeftan perwerde da wan, ji bo li dijî xwişk û birayên xwe şer bikin, dişînin Rojava û Başûr.
Hin mamosteyên Tirk ên li dibistanên Elmanya wezîfeyê dikin, serkêşiya vê rêxistinbûyînê dikin. Hin mamosteyên dersên Tirkî, Exlaq û Olê didin, bi giranî xwendekarên Kurd-Elewî bi rêbazên cuda birêxistin dikin, berê wan didin mizgefteke Tirk. Haya malbatên xwendekarên hînê zarokin ji vê rewşê nabe. Heta ku gelek malbat bi rewşê bihesin, zarokên wan dikevin nava lepên çeteyên DAIŞ'ê.
MÎT her wiha nîjadperestên Tirk ên MHP û BBP ên li Ewropayê bi rêya Çeçenan li dijî Kurdan sor dike, dixwaze çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdên li Ewropayê bikin û hewl dide vê veguherîne pevçûna Çeçen-Kurd.
Agahî hatin peydakirin ku yên rê li ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Hambûrgê vekirin, ku di encamê de gelek welatparêzên Kurd birîndar bûn, nîjadperestên Tirk ên MHP BBP'yî yên li MÎT-TÎKA wezîfedar bûn.
Ev rêxistinbûyîna ku li Elmanyayê xwedî tevneke berfireh e, bi taybetî li bajarên Hannover, Wuppertal, Bonn û Bochumê ciwanan dixe nava xefika xwe.
Li bajarê Elmanya Hannoverê, keçeke Kurd a bi navê Emîne Sargin a 16 salî ya ji Wêranşarê, ku li mizgeftekê perwerdeya Kûranê didît, di wê mizgeftê de bi Çeçenên bi TÎKA re girêdayî, têkilî danî.
Piştre berê wê dan Boşnakî li paytexta Awûstûrya Viyanayê li ser navê DAIŞ'ê kar dike û bi MÎT a Tirk re xwedî têkilî. Bi rêya înternetê ji Emîne Sargin re perwerdeya "cîhad" û propaganda DAIŞ'ê bi zimanê Elmanî hat kirin.
RÊYÊN HEWAYÎ YÊN TIRK E YAN JÎ RÊYÊN HEWAYÎ YÊN DAIŞ E?
Keça mijara gotinê, birayê xwe Mahmût Sargin ê 14 salî birêxistin dike. Piştî demekê zaroka keç bi temamî xwe dinixumîne. Dûre jî ji bo bigihêje Reqqayê bi rêya Rêyên Hewayî yên Tirk ji Stenbolê re tê şandin. Ji ber ku balafir bi qasî nîv saetê dereng daket Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, çeteyê bi navê Ebû Loqman ê çûbû pêşiya her du zarokên Kurd, nekarî wan bigire.
Welatparêzekî Kurd ê ji malbatê bihîst zarok winda bûne û her du zarok baş nas dikir, psîkolojiya wan baş dizanîbû, li nûmaraya telefonê ya Emîne ya ku ji malbatê girtibû, geriya. Ji Emîne hîn bû ku her du li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê ne. Bi rêya telefonê mesajê ji Emîne er dişîne. Xwe weke Ebû Cîbrîl El Cizîrî dide naskirin.
Dibêje ne Ebû Loqman ew ê wan werbigire. Welatparêzê Kurd zaroka keç qanih dike ku ji bilî wê bi kesekî din re nekeve nava têkiliyê û bi vî rengî her du zarokan mijûl dike. Malbata zarokan xizmên xwe yên li Stenbolê dixe navberê û xizmên zarokan tên Balafirgeha Ataturk a Stenbolê û her du zarokan ji nav lepên çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikin.
Tişta herî balkêş jî, dema Emîne Sargin bi birayê xwe yê 14 salî re diçe Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, dema pasaporta wê qediya bû. Li gorî qanûnên dewleta Tirk jî zarokên biçûkî 18 salî bêyî malbatê nikare li qada navneteweyî rêwîtiyekê bikin.
Bajarê Wuppertalê jî weke yek ji bajarên çeteyên DAIŞ'ê lê çalak e, tê naskirin. Serkêşiya çeteyên DAIŞ'ê jî wezîfedarên MÎT-TÎKA dikşîne. Wextekê hinek rabûn bi logoya DAIŞ'ê, li kolanan karê polîsiyê bimeşînin.
MAMOSTEYÊN TIRK, ZAROKÊN KURD DIŞÎNE NAVA DAIŞ'Ê
Li vî bajarî hin zarokên malbatên Kurd, Elewiyên Kurd (Ji ber ewlekariyê nav nayê dayîn, di demeke guncaw de wê nav were dayîn) li dibisataneke Elman perwerdeyê dibînin. Li vê dibistanê mamosteyekî Tirk ê ser bi MÎT-TÎKA yê bi navê Mûrat Turk heye. Ev mamoste, bêyî destûra malbatan, di bin navê dayîna dersa olî ji bo zarokan de, senteza Tirk-Îslamê dide zarokan. Piştre zarokan dişîne Mizgefteke Tirk Mizgefta Fatîh a Wuppertal Barmenê. Li vê derê jî zarok li ser bingeha tevlîbûna li nava çeteyên DAIŞ'ê tên perwerdekirin.
Bajarê Sêyemîn jî, paytexta berê ya Elmanya Bonn e.
Mizgefta Selefî-Vahabî ya li semta Mekanheim a Bonnê, weke biryargeheke perwerdeyê ya çeteyên DAIŞ'ê dixebite. Rêxistinbûyîna li vê mizgeftê û karê şandina Rojava bi temamî di bin kontrola MÎT-TÎKA ve tê kirin.
Belgeya herî şênber a vê yekê jî, ciwanê bi navê Firat Apaydin ê ji navçeya Elezîz Depê ye. Malbata wî welatparêz e. Ji malbatê şehîd jî hene. MÎT-TÎKA bi taybetî zarokên ji malbatên bi vî rengî hedef digire.
TÊKILIYA ORGANÎK A MÎT Û DAIŞ'Ê
Dixwaze bi kişandina zarokên van malbatan li nav tevna DAIŞ'ê re, hem welatparêziya Kurd ji binî ve têk bibe, hem jî Kurdan li dijî Kurdan bide şer kirin û hişmendiyeke weke "Di nava DAIŞ'ê de Kurd jî hene" biafirîne. Di vê çarçoveyê de ciwanê bi navê Firat Apaydin birin mizgefteke li Mekaneimê. Dûre di ser Hatayê re şandin Rojava. Bav Ramazan Apaydin û dayik, li zarokê xwe digerin. Tespît dikin ku di ser Hayatê re derbasî Rojava kirine. Dema diçe Hatayê destpêkê serî li polîs didin. Polîs wan dişîne şaxê MÎT'ê. Ji wan re dibêje, "Yê li şaxê MÎT'ê dinêre hemşehriyekî we yê ji Elezîzê ye. Ew ê we bigihîne Firat..."
Malbat serî li şaxê MÎT'ê dide. Midûrê Şaxê MÎT'ê yê ji Elezîzê telefonê dide serçeteyê kampa çeteyên DAIŞ'ê ku Firat lê ye. Serçete fermanê dide. Li ser vê fermanê serçete Firat dişîne Hatayê. Li Hatayê di şaxê MÎT'ê de bi malbatê re hevdîtinê dike.
Dûre dîsa diçe kampa çeteyên DAIŞ'ê... Ev rewş bi tena serê xwe rola MÎT-TÎKA a di sêgoşeya TC, DAIŞ û Elmanya de, radixe pêş çavan.
Bajarê çaremîn jî Bochum e. Li kolana Alle Strat a Bochumê li nûmareya 143'an mizgeftek ser bi DAIŞ'ê heye. Derketina li mizgeftê hem ji rêya bingehîn hem jî ji pişt ve heye. Piştî karên DAIŞ'ê hinekî kifş bûn, serî li hin rêbazên veşartinê dane. Mizgeftên weke biryargeha rêxistinbûyînê bikar tînin, weke kargehên cuda nîşan didin. Heman mizgeft jî serî li rêyeke bi vî rengî daye. Li ser deriyê mizgeftê nivîsa "Desert TEAM-NABAWI" hatiye nivîsandin. Ketin û derketina li mizgeftê jî bi giranî ji deriyê pişt ve tê kirin.
HUSEYÎN BADÛR Ê MIDYADÎ CIWANÊN KURD DIXE XEFIKÊ
Li vê mizgeftê yên rêxistinbûyînê dikin, du kes in. Yê yekemîn; Huseyîn Badûr ê ji gundê Xirbê Aletê yê Mîdyatê ye. Hevsera wî ya yekemîn ku Kurd bû, ji ber li dijî derket, jê cihê bû. Bi jineke xwdî mejiyê Selefî-Wahabî ya Misirî re zewicî. Huseyîn Badûr yekser têkiliya xwe bi MÎT'ê re heye. Bi taybetî ciwan û zarokên Kurd dixe xefikê û wan dişîne Rojava li nava çeteyan.
Yek ji kesên li vir rêxistinbûyînê dike jî, Dîmîtrî yê ji Rûsyayê ye ku navê Ebû Muslim li xwe kiriye.
Gelo Dewleta Elmanya wê bi ser rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya bi awayekî ewçend vekirî ji aliyê MÎT-TÎKA a Tirk ve hatiye avakirin biçe yan na? Gelo rayedarên dewleta Tirk wê bersiva vê bidin?