1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bav û her du kur li eniyên parastina Kobanê ne
Bav û her du kur li eniyên parastina Kobanê ne,bav,û,her,du,kur,li,eniyên,parastina,kobanê,ne

Bav û her du kur li eniyên parastina Kobanê ne

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ 28.09.2014 06:00:00 Ji Bakurê Kurdistanê Sînan Qendîl û du kurên wî jî beşdarî eniya berxwedanê ya Kobanê bûn. Bav û her du kurên wî li sê eniyên Kobanê bi şervanên YPG'ê re Kobanê diparêzin.

Sînan Qendîl ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di meha Tîrmehê de destpêkirin ji Stenbolê tevlî refên YPG'ê bû, di şer de birîndar bûbû û çavekî xwe winda kiribû. Dema di 15'ê Îlonê de pela êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, careke din cihê xwe di parastina Kobanê de girt. Lê vê carê du kurên Sînan Qendîl Denîz û Sînan jî hatin û li cem bavê xwe di berxwedana Kobanê de cih girtin. Bav Sînan Qendîl ku bi du kurên xwe re li sê eniyên bexwedanê yên Kobanê şer dike, dibêje, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin."

ÇAVEKÎ XWE WINDA KIR, LÊ DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDA

Sînan Qendîl diyar ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên meha Tîrmehê li dijî Kobanê de ew tevlî refên YPG'ê bû û got, "Ji Stenbol a ku bi salan lê bûm rabûm û hatim vir. Ez ji Rihayê me. Di 30'ê Tîrmehê de li eniya rojava ya Kobanê birîndar bûm, çavekî min rijiya. Lê belê di 15'ê Îlonê de dema êrîşeke mezin destpê kir, careke din min cihê xwe di nav refên YPG'ê de girt."

DU KURÊN WÎ JÎ TEVLÎ BERXWEDANÊ DIBIN

Sînan Qendîl da xuyakirin ku dema êrîşan destpê kirin, kurên wî Sînan û Denîz ên 18 û 19 salî hatin Kobanê, beşdarî nava refên YPG'ê bûne û cihê xwe di nav berxwedanê de girtine.

Sînan Qendîl destnîşan dike ku ew bi her du kurên xwe re serbilind e û got, "Xwezî hîn bêtir karek ji destê me bihata me bikira. Ji bo gel û xaka xwe em çi bikin, kêm e."

LI SÊ ENIYAN KOBANÊ DIPARÊZIN

Sînan Qendîl dide zanîn ku ji du kurên wî Denîz li eniya rojava, Sînan jî li eniya rojhilat şer dikin û dibêje ku ew jî li eniya rojhilat yek ji eniyên herî zêde şer lê giran e, têdikoş e.

EM Ê DEST JI XAKA XWE BERNEDIN

Sînan Qendîl dibêje, "Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin. Ev der xaka me ye û parastina wê jî ji bo me deyneke. Li dijî çekên giran ên DAIŞ'ê em bi vîn û cesareta xwe şer dikin. Bi çekên giran ew nikarin vîna me bişkînin. Em ê Kobanê ji bo wan bikin dojeh."

Sînan Qendîl destnîşan dike ku çeteyên DAIŞ'ê wê ti carî nikaribin bikevin nava Kobanê û dibêje, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin. Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin."