1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bavek û 18 sal lêgerîna edaletê...
Bavek û 18 sal lêgerîna edaletê...,bavek,û,18,sal,lêgerîna,edaletê

Bavek û 18 sal lêgerîna edaletê...

Lêgerîna bavek a edaletê 18 salin didome

A+ A-

SAMİ YILMAZ Şivan Nezîr Tekçî 18 sal berê li gundê Yekmala Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve bi saxî hat girtin û piştre hat gulereşandin û qetilkirin. Di ser kuştina Tekçî re 18 sal derbas bû, lê hêj hêjer nehatiye darizandin û hesap nehatiye pirsîn. Bav Halît Tekçî, ku di nava şertê xerab de xwe gihand şahidan lêgera xwe ya edaletê berdewam dike. Rûniştina doza Tekçî de di 5'ê Adarê de li Edliyeya Eskişehirê bê dîtin.

3 rûniştinên doza Nezîr Tekçî ku di sala 1995'an de li navçeya Geverê di îdîaya PKK’î ye hate qetilkirin û pişt re bi mayînê perçe kirin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê hatibû dîtin. Di rûniştina dozê de Serheng Alî Osman Akin û çawîşê pispor ê şahidê bûyerê amade bûbûn. Di rûniştinê de ji ber parêzerê mexdûr Tekçî tunebû, li ser navê wî parêzerek ji baroyê hate hilbijartin û di rûniştinê de amade bûbûn. Di rûniştinê de Serokê BDP'ê yê Eskişehîrê Ayhan Ete jî amade bû. Heyeta dadgehê talimata 40 leşkerên ku di sala 1995'an de li wir leşkeri kir xwendibû û 39 leşkeran îdîa kiribûn ku bûyerek bi vî rengî pêk nehatiye, lê leşkerê bi navê U.Y bûyer pişt rast kir. Bavê Nezîr Tekçî Halît Tekçî ku rewşa wî nebaş bû nekarîbû biçe rûniştinê bişopîne. Di rûniştina dozê de îfadeya 2 jê leşker bi tevahî 8 kesên bûne şahidê kuştina Tekçî di rûniştinê de amade nebûn. Di rûniştina dozê de Serhengê teqawît Alî Osman Akin ji aliyê 3 parêzeran ve hate parastin. Heyeta dadgehê bi sedema ku bila lêkolîna dosyayê bê kirin û delîl bên komkirin rûniştina dozê taloq kiribûn.

Di 5'ê Adarê de dê 6yemîn rûniştina doza Nezîr Tekçî ku di sala 1995'an de li navçeya Geverê di îdîaya PKK’î ye hat qetilkirin û pişt re bi mayînê perçe kirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê berdewam bike.

Parêzerê Tekçî Bestegul Kabul, jî ani ziman ku ev dozek gelek girîng e û dê bi vê dozê bûyerên tarî yên Tirkiyeyê tev ronî bibin. Kabul, diyar kiribû ku dozger û dadger ne di ferqa vê dozê dene û baş lêkolîn nakin. Kabul, da zanîn ku hêj bersûc serbest digierin û gefan li derdorê dixwin.

Halît Tekçî, da zanîn kurê wî Nezîk ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û kurê wî Suleyman jî ji ber îşkenceyê piştî demekê xwîn çû mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Halit Tekçî, anî ziman ku 18 salin li edaletê digere û dixwaze kujerê kurê wî bên dîtin û darizandin. Tekçî anî ziman ku çi dibe bila bibe dê heta dawî doza kurê xwe berdewam bike û dest ji şopa bûyerê bernade û wiha got: "Gundê me hatin valakirin. malê me hat talankirin. Ez neçar mam min koç kir. Min li ser 500 metrekare xanî ava kir. Ez 17 salan li kurê xwe geriyam. Min serî li hemû, sazî, dezgeh û rayedaran da. Kujerê kurê min fermandar Alî Osman Akin û Kemal tegmen in. Lê li gel kujer diyar in jî hêj nehatine darizandin.

Tekçî da zanîn ku dayika berfo 33 salan têkoşiya ew jî dê heta emrê wî hebe têkoşînê berdewam bike. Tekçî, anî ziman ku naxwaze wekî dayika Berfo zû koçî dinya din bike û heta kujerê kurê wî neyê darizandin naxwaze bimre.

Dayika Nezîr Tekçî Ayşen Tekçî jî anî ziman ku wê heta niha 8 zarokên xwe binax kirine û wiha got: "Ez hêj êşa kurê xwe Nezîr dijîm. Heta ku ez negêjim hestiyê kurê xwe û kujer neyên darizandin dê êşa me nekele. Vê êşê di ruh, dil, hiş û mejiyê me de birinên kur vekir. Me hêj nû zewicandibû. Min 8 zarokên xwe binax kir. Lê êşa Nezir zêdetir giran e. Yên din bi qedera xwedê mirin. Lê ev hat qetilkirin û ji ber vê yekê êşa wî giran e. Rûniştina dozê dê di 5'ê Adarê de li Eskîşehîrê berdewam bike.

Çîroka Bûyerê:

Welatiyê bi navê Halît Tekçî di sala 1989'an de ji li ser gefên leşkeriyê koçberî Gundê Yekmalajor a Navçeya Geverê kiribû. Piştî koçî Gundê Yekmalajor kir, kurê wî Nezîr Tekçî yê 24 salî di sala 1995'an de ji aliyê leşkerê Tugaya Komanyo ya Boyuyê ve hate binçavkirin. Bavê Tekçî Halît Tekçî dîyar kir ku di serî de leşkeran ji kurê wî yê şivan xwestiye ku sitareya PKK'ê nîşanî wan bide. Tekçî, anî ziman ku piştre leşkeran ew biriye zeviyê û li ser daxwaza fermandar ji aliyê leşkerên kurd ve hatiye gulebarankirin û piştre jî bi teqandina mayînê cesedê wî perçe kirine. Tekçî, destnîşan kir ku piştî mayîn bi kurê wî ve teqiya kurê wî jiyana xwe ji dest da. Tekçî, piştî 15 sal di navbera bûyerê re darbas bû serî li Şaxa ÎHD'ê Colemêrgê dabû.

Halil Tekçî serpêhatiya xwe wiha gotibû: "Di sala 1989'an de bi zordariya Fermandarê Tugaya Komando Huseyîn Kurt ve gundê me hate vala kirin. Piştî gundê me hate valakirin, bi Waliyê Colemêrgê yê wê demê Şahabettîn Harput re axaftin kir. Min ji walî re got leşker dixwaze bi zorê gundê me vala bike. Piştre serbaz hat bi walî re axivî û got 'heke ku ew gundê xwe vala nekin, em dê gundê wan bidin ber bombeyan'. Li hemberî vê yekê Walî qet ne axivî. Piştre em neçar man ku gundê xwe vala bikin û biçin gundekî din. Dema kurê min şivantî dikir ji aliyê Fermandar Alî Osman Akin ve hate binçavkirin. 3 rojan di bin çavan de ma. Şahidê bûyerê jî hene. Piştî kurê min 3 rojan di bin çavan de ma, min ji leşkerekî pirsî. Leşker hemû bûyer ji min re vegot. Leşker, ji min re wiha got, 'Kurê te hate kuştin. Piştî kurê te hate binçavkirin saet di 05:30'ê sibê de birin operasyonê. Wê demê Serpel Alî Osman Akinlar operasyon bi rêve dibir. Alî Osman Akin ji kurê te re got 'Ger ku tu stareyên PKK'ê nîşanî me ne de ez dê te bikujim. Piştî em 200 metreyên din meşiyan Serpel Akin dîsa li kurê te zîvirî û 'tu cihê wan nîşanî me dide ya na' kurê te jî got 'ez tişteki nizanim'. Wê demê serbaz pir aciz bû. Piştre serbaz li leşkeran zivîrî û got, 'Di nava we de leşkerên kurd hene?' Wê demê 20-22 leşkeran destê xwe bilind kir. Akin ferman da leşkerê kurd û got 'wî bikujin'. Li ser vê yekê kurê te reviya. Piştre Serbaz Kemal kurê te girt û ji Alî Osman Akin destûr xwest û du gule berdan kurê te. Piştre jî nêzî 500 guleyî li kurê te reşandin. Piştî kuştin jî birin avêtin ser mayinan û ji dûr ve mayin bi cenazeyê wî ve teqandin.' Leşkerê navborî hemû serpêhatî ji min re got. Ji bo kujerê kurê min bê darizandin ez serî li ÎHD'ê didim."

Di 26'ê nîsana 1995'an de li gundê Yekmala navçeya Gevera Colemêrgê şivanê bi navê Nezir Tekçî ji aliyê leşerên 5'emîn Boluka Fermandariya Komandoyê Çiya yê Boluyê ve hate kuştin. 16 sal berê di 26'ê nîsana sala 1995'an de li gundê Yekmalê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi fermana Fermandarê Tabûra Komandoyê Çiya ya Bolû Serbaz Alî Osman Akin şivanê bi navê Nezîr Tekçî li gel komek welatîyên gund hatin binçavkirin û pişt re agahî jê nehat girtin. Bavê Nezîr Tekçî Hamît Tekçî, ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe di hezîrana 2004'an de li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Di 15'ê tîrmeha 2009'an de leşkerê ku wê demê li wir leşkerî kiribû û bibû şahidê bûyerê şahidî kir. Piştî me nûçe çêkir û şahidê bûyerê agahî da malbatê, Lêpirsînê dest pê kir û niha lêpirsîn bi dawî bû. Dozgeriyê li ser serlêdana malbatê û ifadeyên şahid îdîaname temam kir û îdîaname pêşkêşî Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê kir. Dozgeriyê îdîanameya ku di 17'ê tebaxê de dest pê kir, piştî ku temam kir teslîmî Heyeta dadgehê kir û heyetê jî qebûl kir. 1'emin rûnştina dozê di 20'ê mijdara 2011'an date dîtin. Rûniştina 2'emîn a dozê di 22'ê kanûnê de hate dîtin.

Bav Tekçe, di sala 1997'an de seri li rayedaran da, lê Dozgeriya leşkerî ya Wanê di 15'ê kanuna 1997'an de bêyî lêpirsînê pêk bîne li gori biryara 1997/2598 Esas û 1997/1119 dosya girt. Pişti di sala 2010'an de şahidê bûyerê dîsa derketin holê Bavê Nezir Tekçî Halît Tekçî dîsa bi riya parêzeran serî li dozgeriyê da û doz vekir.

(mae)