1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bavê girtiyê xwe şewitand: Îşkence li kurê min kirin
Bavê girtiyê xwe şewitand: Îşkence li kurê min kirin,bavê,girtiyê,xwe,şewitand,îşkence,li,kurê,min,kirin

Bavê girtiyê xwe şewitand: Îşkence li kurê min kirin

Bavê girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê Erhan Kaya (21) ku di 10'ê Çile de agir berda bedena xwe û çalakî pêk anî, Mehmet Kaya diyar kir ku kurê wî ji ber li girtîgehê rastî îşkenceyê hat ev çalakî pêk anî.

A+ A-

Bavê girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Muglayê Erhan Kaya (21) ku di 10'ê Çile de agir berda bedena xwe û çalakî pêk anî, Mehmet Kaya diyar kir ku kurê wî ji ber li girtîgehê rastî îşkenceyê hat ev çalakî pêk anî. Bav Kaya, da zanîn ku kurê wî di nameya xwe de got: "Her tim îşkenceyê li min dikin. Daxwaznameyekê bide û min ji vir xelas bike." Kaya ku ji sedî 47 şewitî, hêj di komayê de ye û talûkeya jiyanê ji ser xwe neavêtiye.

Zext û zordariyên li girtîgehan didomin. Gelek girtî ji ber şert û mercên girtîgehê yên fîzîkî ranakin, serî li rayedaran didin û dixwazin ku ev pêkanin bi dawî bibe. Gelek girtî jî, ji ber rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî tên dawî li jiyana xwe tînin û çalakiyan pêk tînin. Herî dawî li Girtîgeha Tipa E ya Muglayê jî girtiyê bi navê Erhan Kaya yê hikûmxwarê edlî, ji ber rastî îşkenceya fîzîkî hat çalakiya şewatê pêk anî. Kaya yê 21 salî ji bo ku daxwazên wî pêk nehatin û nehat dermankirin di 10'ê Çile de li girtîgehê agir berda bedena xwe û xwest dawî li jiyana xwe bîne. Di çalakiyê de bedena Kaya ji sedî 47 şewitî u niha li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Bozyaka ya Îzmirê de tê dermankirin û hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Ji ber gelek bedena Kaya şewitî navdilên wî jî zerar dîtiye. Kaya ku ji Agirî ye, malbata wî bi salan e li Îzmirê dijî. Der barê mijarê de bavê Kaya Mehmet Kaya, diyar kir ku kurê wî Erhan û kurê wî Erdogan Kaya di heman girtîdehê de bûn û wiha got: "Kurê min 6 salin girtî e. Ez 5 meh berê çûn hevdîtina vekirî. Kurê min Erhan Kaya bi dizî nameyek da min. Kurê min got vê nameyê bide Serokwezîr Serokomar û parazvanê mafên mirovan. 2 kurê min li vir her roj rastî îşkenceyê hatin. Ji men re got daxwaznameyê bide rayedaran û min ji vir rizgar bike. Li ser vê yekê min gelek daxwazname dan rayedaran, lê tu kesî daxwaznameyen min nebersivandin.

'Dema kurê min xwe şewitandin, gardiyanan ew temaşe kir'

Bav Kaya, da zanîn ku kurê wî nexweşê kezebê bû û ji ber gardiyanan daxwaza wî ya dermankirinê qebûl nekir û rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî hat ev çalakî pêk anî. Kaya, destnîşan kir ku kurê wî nexweşiya xwe ji doktor re gotibû, lê dîsa pirsgirêka wî ya nexweşiyê nehat çareserkirin. Kurê min got her tim li wî îşkence kirin û avêt hucreyê û wiha got: "Dema kurê min çalakî pêk anî, gardiyanan ew temaşe kirin û muaxaleyî wî nekirin. Ez bi fikarim ku wan kurê min şewitandibe. Ji ber boriyên bêhnê zerar dîtine rewşa kurê min xerab e. Bi zahmetî bêhnê dide û distîne. Nikare biaxive. Doktor dibêjin şensa ku rabe ser xwe pir kêm e. Nikare bi kesî re bi axive û bi çavê xwe hin îşaretan dike. "

'Kurê min berê jî 2 caran xwe şewitand'

Bav Kaya, da zanîn ku pişti çalakiyê wî bi kurê xwe Erdogan re hevdîtin pêk ani, lê kurê wî Erdogan jî ji tirsa tiştekî zêde negot. Kaya, daxuyand ku gelek caran rastî îşkenceyê tên û birayê wî berê jî ji ber zext û zordariyên girtîgehê 2 caran xwe şewitandibû û cara 3'emîn çalakiyê pêk tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erkan 3 carin xwe diwetîne. Ez bi fikarim ku tiştekî bînin serê kurê min Erdogan jî. Ez bi tirs û fikar tev digerim. Kurê min ji tirsan nikare biaxive û rastiyê bêje. Niha tiştek ji destê me nayê. Em dixazin êdî ev zext û zordarî bi dawî bibe û hesap bê pirsîn."

DİHA