"Bavê min terkî mirinê dikin"
Keça Kalkan ê nexweşê Çolyakê: Bavê min terkî mirinê dikin
Girtiyê bi navê Nesîmî Kalkan ê nexweşê çolyak û 21 salin ji doza PKK'ê girtiya ligel raporên doktoran ji sirgûnan xelas nabe. Keça Nesîmî Kalkan Berîtan Kalkan bang li rayedaran kir, "An bavê me serbest berbidin an jî bînin cihekî nêzî me. Êdî bese heke wijdana we hebe ji me re bibin alîkar. Bavê min gelek nexweş e û bi awayekî fermî terkî mirinê tê kirin."
Girtiyê bi navê Nesîmî Kalkan ê ku 21 salin ji doza PKK'ê girtiye ji ber 5 salên dawî ji ber nexweşiya çolyakê rewşa wî nebaş û ligel raporên doktoran ji sirgûnan xelas nabe. Kalkan ligel nexweşiyê 6 meh berê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hate kirin. Ji ber ku li vir derfetên berê xwe bidin nexweşên çolyakê malbata Kalkan ji bo sewqî girtîgehekî nêzî malbatê dest bi hewildanan kir. Di encama hewildanan de Kalkan sewqî Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hate kirin. Rêveberiya Girtîgeha Dîlokê li gel raporên Kalkan ên nexweşiya çolyakê hene disa rapor xwestin. Tê gotin ku heke perçe ji roviyên Kalkan bê girtin dê jiyana wî bikeve xetereyê. Ligel vê yekê rêveberiya girtîgehê şertên guncav ên xwedîkirinê pêknaye û ev yek dibe sedema rewşa Kalkan a nebaş.
'Zexîreyên em bi derfetên xwe yên kêm dişînin didinê'
Keça Kalkan Berîtan Kalkan, diyar kir ku bavê wê ji sala 2007'an heta niha nexweşê çolyakê ye û wiha got: "Bavê min nexweş e û bi salene ji bo vê yekê hewildanên em çêbûn. Lê hewildanên me her tim bê encam man. Herî dawî di encama hewildanên me de ji Erziromê sewqî Dîlokê hate kirin. Daxwaza me ew e ku bavê me baş bê xwedîkirin û bi awayekî rêk û pêk dermanên xwe bigire ye." Kalkan, anî ziman ku Rêveberiya Girtîgeha Dîlokê li gel raporên bavê wê yên nexweşiya çolyakê hene dîsa ji wan rapor xwestin û wiha axivî: "Em vê pêkanînê şermezar dikin. Ji me re bi awayekî vekirî îşkenceyê dikin." Kalkan, da zanîn ku ligel bavê wê di girtîgehê de ew berê xwe didinê û bi xwarinên taybet ên amade dikin dişînin. Kalkan, bilêv kir ku ji bo baş berê xwe bidin bavê xwe xwestin sewqî girtîgehek nêz bikin û wiha pê de çû: "Bi zanebûn bavê me ji me dûr dixin. Lê dîsa jî ligel hemû bêderfetiyan em zexireyên bavê min dixwazin digirin. Lê rêveberiya girtîgehê van qebûl nakin. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî rêk û pêk nadinê. Bavê min li girtîgehê bi mirinê re têkoşînê dike. Bavê min terkî mirinê dikin."
'Heke wijdana serokwezîr hebe bila bavê min serbest berda'
Kalkan wiha bang li Serokwezîr Erdogan, Serokomar Gul, Wezareta Dadê û saziyên sivîl ên civakî kir: "Ji kerama xwe alîkariyê bidin min. 21 salin ez bîra bavê xwe dikim. Ez hêj 10 rojî bûm bavê min hate girtin. An bavê min serbest berbidin an jî bînin cihekî nêzî me. Ez gelek bîra bavê xwe dikim. Êdî bes e. Heke wijdana we hebe ji me re bibin alîkar. Bavê min gelek nexweş e û terkî mirinê dikin."
Nexweşiya çolyakê çi ye?
Nexweşiya Çolyakê (Gluten Enteropatisi, Celiac Disease); vîllusa ruviyan dixebîtin xiradibin ji ber vê yekê ruviyên zirav taxrîbatê dibînin. Di temenê pêş de, bêxwînî, kinikbûn, qelisiya hestî û gelek nexweşiyên kezebê xwe nîşan didin. Kesên nexweşên çolyakê ji xwarina bi genim, ceh û çewderê re pir hasas in.
(bd)