Baydemîr: Em zeviyên çandîniyê ji îmarê re venakin
AMED (DÎHA) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, diyar kir ku zeviyên çandîniyê yên ji bajar 30-40 kîlometre dûr wekî "erse tên firotin" û wiha got: "Ez alenî dibêjin ji bilî 1/25.000 erseyê di nav plana me de tu rêveberiyên me qadên din ji îmarê re venakin."
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Alî Aydin, Şaredara Rezan Yuksel Baran, Alîkarê Şaredarê Surê Bedrî Turan, Alîkarê Şaredarê Yenîşehîr Îhsan Ugur, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Alîkarê Serokê Odeya Bazirganiyê û Pîşeyî ya Amedê Diyadîn Gezer, Alîkara DÎSÎAD'ê Burç Baysal, Serokê DOSÎAD'ê Azîz Ozkiliç, Serokê Komeleya DÎAD Yapiyê Celalettîn Bîrtane û endamên Meclîsa Şaredariyê derbarê erseyên ji bo vergera spekulasyonu û tasarrufên razemeniyê daxuyaniyeke hevpar dan.
Baydemîr, anî ziman ku tu berpîrsiyariya wan ya hiqûqî tuneye lê ji ber wijdanî û berpirsiyariya xwe ya siyasî ew daxuyaniyê didin. Baydemîr, da zanîn ku hemû agahiyên zanistî li ber çavan girtin û Plana Nazim a Îmarê amadekirin e. Baydemîr, destnîşan kir ku niha li Amedê qada avakirina avahiyan 14 hezar û 60 donum e lê 48 hezar û 830 donum lêzêdekirin e. Baydemîr bilêv kir ku bi vê yekê re bi giştî qad 64 hezar û bin 390 donum e û bi vê yekê re qada avakirina malan 4,5 qat zêdebûye û wiha axivî: "Qada me ya çêkirina malan niha têra Mîlyonek û 220 hezar kesan heye." Baydemîr, da zanîn ku li gorî plana wan qada îmarê heya sala 2035'an têra heye.
Baydemîr, pirsa çima esreyên 30 û 40 kîlometre ji bajar dûr gelek giran tên firotin? û wiha pê de çû: "Gelo ev yek kareke baş e an kareke bi aqiliye? An xevên xweş in? Lê gumana me ew e ku xevnin? Em ji ber vê yekê gelek dil tirs in. Ez alenî dibêjin ji bilî 1/25.000 erseyê di nav plan me de tu rêveberiyên me qadên din ji îmarê re venakin. Cihên çandiniyê dê ji çandîniyê re bimînin û bên parastin. Em dixwazin hemû welatiyên xwe hişyar bikin."
'Qadên çandîniyê ji bo çandîniyê tên kirîn û firotin'
Baydemîr, anî ziman ku ew li dijî firotina qadên li dijî îmarê nîn in ew li dijî qadên li dijî îmarê ji bo îmarê bên fîrotin in û wiha axivî: "Ji xwe qadên çandîniyê dikarin ji bo çîftlîk, seraciyê û qadên din ên moderen yên çandîniyê dikarin bên firotin û kirîn. Ji bo vê yekê tu gotinên me tunene."
(ft/lg)