1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik: Bang li her kesî dikim ku xebateke awarte bimeşînin
Bayik: Bang li her kesî dikim ku xebateke awarte bimeşînin,bayik,bang,li,her,kesî,dikim,ku,xebateke,awarte,bimeşînin

Bayik: Bang li her kesî dikim ku xebateke awarte bimeşînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku eger HDP di van hilbijartinan de encameke girîng bi dest bixe û bi xurtî bikeve parlamentê, wê ti kes nema karibe polîtîkaya înkar û tinekirinê li ser Kurdan bimeşîne

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku eger HDP di van hilbijartinan de encameke girîng bi dest bixe û bi xurtî bikeve parlamentê, wê ti kes nema karibe polîtîkaya înkar û tinekirinê li ser Kurdan bimeşîne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê bang li gelê Botan, Xerzan û Colemêrgê kir:

"Gelê me yê li Şirnex, Colemêrg, Xerzan, Êlih, Mêrdîn, bi taybetî jî yên li Cizîr û Geverê ji bo serketina HDP'ê dixebitin silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Bi rastî jî ev hilbijartin naşibin ti hilbijartinan. Di dîroka Tirkiyeyê de gelek hilbijartin pêk hatine. Lê belê ev hilbijartin ji yên bihurî cudatir e. Ev hilbijartin wê pêşeroja Tirkiyeyê û pêşeroja AKP'ê diyar bike. Wê diyar bibe ku Tirkiye ber bi demokratîkbûyînê ve biçe, yan jî wê bixetime.

HDP TÊ WATEYA AVAKIRINA CIVAKA AZAD

HDP bi van hilbijartinan re hewl dide Tirkiyeyê ji aliyê demokratîkbûyînê ve bi pêş bixîne û rewşa xetimandî ya Tirkiyeyê ji holê rake. Hewl dide neteweyeke demokratîk bi pêş bixîne. Hewl dide jiyana azad a nû, kesayetê azad û civaka azad ava bike. Dixwaze çareseriya ku ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve hatiye xetimandin, veke. Dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi demokratîkbûyîna Tirkiyeyê re pêkane. Li Tirkiyeyê heta ku demokratîkbûyîn pêk neyê, neteweya demokratîk neyê bi ser xistin, dewlet û hikûmet wê her tim pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bigirin.

WEZÎFEYA PÊŞENGIYÊ YA GELÊ BOTANÊ MEZIN BÛYE

Gelên me yên li vê herêmê dijîn, welatparêz in. Gelên ji destpêkê ve ji bo demokrasî û azadiyê têkoşiyane. Xwedî rastiya gelê ji bo nasname û nirxên xwe têdikoşe ye. Gelên lehengin ku di vê oxirê de berdêlên giran dane û nirxên mezin afirandine. Ji ber vê yekê, ji bo bi ser ketina têkoşîna gelê Botanê, ji bo berdêlên hatine dayîn vala neçin, divê neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk werin pêşxistin. Gelên me yên li van qadan, çawa ku ji tevgera azadiyê ya Kurd re pêşengî kirin, wezîfeya wan a pêşengiyê ji niha û pê ve xurttir bûye. Pêwîste ev wezîfe û berpirsyarî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi teqezî bicih werin anîn.

HEWL DIDIN HIŞÊ MIROVÊN ME TEVLÎ HEV BIKIN

Navenda şerê taybet giraniya xwe dide vê herêmê. Ji bo di vê hilbijartinê de HDP bi ser nekeve, gelek propagandayan dimeşîne. Pêwîste gelê me yê li Colemêrg, Şirnex, Gever, Xerzan, Êlih û Mêrdînê propagandayên van navendên şer deşîfre bike û vala derxîne. Gelek lîstik tên lîstin, bi taybetî ji bo di kesayetiya HDP'ê de bi Kurdan re bidin windakirin, xebatên mezin dimeşînin. Ji bo vê jî hêz û derfetên dewlet û hikûmetê tên bikaranîn û hewl didin hişê mirovên me tevlî hev bikin. Ez bawerim ku gelê me wê van propagandayan vala derxîne. Ji bo bi ser ketina HDP'ê, wê bi şev û roj xebateke berfireh were meşandin. Wê dengê xwe bikar bînin û bi xwedîderketina li sindoqan re pêşî li hîleyan bigirin.

YA GIRÎNG BI SER KETINA DOZÊ YE

Li herêma Colemêgê propagandayeke 'ji me namzet nîne, her tim namzetan ji deve tînin' tê kirin, gelê me wê vê propagandayê pûç û red bike. Ya girîng li vê derê ne şexs e, ya girîng doz e û serketina dozê ye. Gelê ku berdêleke ewçend giran daye, divê êdî encamê bi dest bixe. Rêber Apo, ji bo wergirtina encamê hemû hêzên demokrasiyê di bin sîwana HDP'ê de li hev kom kir û ev pêngav bi wan da avêtin. Ya ku niha tê jiyîn, ev pêngav e. Hêzên ku berê di nava tevgera azadiyê ya Kurd de cih negirtin, li cem partiyên mêtînger û dewletê cih digirtin, ji ber ku êdî rastî dîtine, bi HDP û tevgera azadiyê ya Kurd re dibin yek. Gelê me vê dibîne, hema hema li tevahiya Kurdistanê AKP qels dibe û tê nuqteya tinebûnê. Ji ber vê yekê gelê me yê li vê herêmê, girîng e vê rastiyê bibîne û nekeve nava rewşeke bikarneanîna dengan. Gelê me yê Colemêrgê yê ewçend berdêl daye, divê xwedî li dengê xwe derkeve. Pêwîste xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, derkeve. Bi vî rengî dikare xwedî li berdêlên xwe yên daye, derkeve. Têkoşîna xwe ancax bi vî rengî dikare bi ser bixîne û bigihîne encamê.

PIRSGIRÊKA KURD WÊ BI HDP'Ê RE ÇARESER BIBE

Em ji bîr nekin; eger HDP di van hilbijartinan de encameke girîng bi dest bixe û bi xurtî bikeve parlamentê, wê ti kes nema karibe polîtîkaya înkar û tinekirinê li ser Kurdan bimeşîne. Kurd wê bi nirxên xwe re bibe yek û xwe bigihînin azadiya xwe. Çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li ser vê bingehê bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê di serî de gelê Gever û Colemêrgê, pêwîste tevahiya gelên me yên Şirnex, Cizîr, Xerzan, Êlih û Mêrdînê li gorî berpirsyariya welatparêziyê, di van hilbijartinan de dengê xwe bidin HDP'ê û HDP'ê bi ser bix^nin. Ez dixwazim bîr bû baweriya xwe ya ji bo biserketina vê, bînim ser ziman. Gelê me wê sîleya navdar a Osmaniyan li rûyê mêtîngeran bixe. Ez gelên me yên li van herêman dijîn careke din silav dikim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Bang li her kesî dikim ku bi rêbazeke awarte bixebitin."