Bayik: Bila tu kes xwe nexapîne
Bayik: Bila tu kes xwe bi 'tiştên baş dê bi qewimin' nexapîne
Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik balkişande ser polîtîkayên dewleta Tirk yên xapînok yên 90 salin didome û wiha got; “Dewleta tirk 90 salin cîhanê dixapîne, niha jî hêviyan di afirîne, mijol dike, di neçareseriyê de israr dike bi vî awayî dixwaze komkujiya çandî temam bike.” Bayik destnîşan kir ku, Muxatabê yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di protokolên xwe de rêya çareseriya pirsgirêka Kurd diyar kiribû. Rêberê Gelê Kurd di nav tehdît û şantajê de ye û her wiha hemû daxwaz tên redkirin di nava van şertan de mirov nikare hêviyek bibîne.”
Di nivîsa Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik ya di rojnameya Azadiya Welat de hatî weşandin de, aşkera dike ku “ Axaftina Tayyîp Erdogan a li Elezîzê heya dawiyê tehrîk û çêr bû û ev tê wateya hêviyek nemaye. Heya ku gelê kurd û hêzên demokrat têkoşîn nede û pergala xwe ya demokratîk neafirîne tişteke baş pêk nayê. Bila tu kes xwe nexapîne. Gotinên dê tiştên baş bibe yê Tayyîp Erdogan divê berovajî bên fêmkirin, gotinên wî tê wateya dê tiştên xirab pêk bê.”
Nivîsa Bayik ya di rojnameya Azadiya Welat de hatî weşandin wiha ye:
Dewleta tirk 90 salin cîhanê dixapîne, polîtîkayên komkujiya çandî didomîne û niha jî her tim hêviyan diafirîne, dixapîne, mijûl dike û di ne çareseriyê de israr dike. Dixwaze bi vê rêbazê ve komkujiya çandî temam bike.
Li Tirkiyeyê civak ewqas hesreta aştî û aramiyê ne ku derbarê pirsgirêka Kurd de gotinek hêviyan diafirîne. Polîtîkayên faşîst û zordariyê tenê li ser kurdan, elewiyan, kedkaran û sosyalîstan zilm ne meşandiye, her wiha hemû civaka Tirkiyeyê ji vê zilmê nesîbê xwe girtiye. Ji ber ku ji bo kurd jê sudê negirin gavên demokratîk nehatina avêtin. Ji bo kurdan di bin serdestî û dagirkeriya xwe de bigirin rejîma zordestiyê berdewam kirine. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka kurd raste rast demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Civaka Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li benda nîşaneyanin. Ji ber ku di nav bendewariyeke wiha de ne, her tim guh didin gotinên ku di çarçoveya şerê psîkolojîk de tên gotin. Ji ber ku AKP vê derûniya civakê dibîne, komkujiya çandî didomîne, dema ku zextên herî xedar dimeşîne gotinekî tîne ziman û vê rastiyê vedişêre. AKP ji bo xapandina civakê vê rêbazê her tim bi kar tîne.
Hikûmet li dijî Xweseriya Demokratîk û perwerdehiya zimanê zikmakî derdikeve, bênavber operasyonên siyasî yên qirkirinê didomine, serê sibê heya êvarê çêrê BDP’ê dike, lê dema Tayyîp Erdogan dibêjê “dê tiştên baş pêk bê”, serokkomar û parlamenterên AKP’ê bi BDP’ê re hevdîtinan pêk tîne, pergala zilma xwe didomîne û hemû zextên xwe dihêle aliyek. Atmosfereke erenî ya çareseriyê diafirîne.
Lê ev rêbaz tê wateya ku henekê xwe ji civakê dike. Derdorên ku xwe wekî demokrat dibînin û kesimekî welatparêz ji dibin amûrê vê rêbaza hikûmetê.
Nayê zanîn ku pirsgirêka kurd dê çawa çareser bibe. Tirkiye dê çawa demokrat bibe ne diyare. Heya ku zîhniyet neyê guhertin û gavên cîddi neyê avêtin hemû gotin tê wateya xapandinê. Di pirsgirêka kurd de hemû tişt hatine nîqaşkirin û axaftin. Daxwaz û mafên demokratîk ên kurdan diyarin. Muxatabê yekem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di protokolên xwe de rêya çareseriya pirsgirêka Kurd diyar kiribû. Rêberê Gelê Kurd di nav tehdît û şantajê de ye û her wiha hemû daxwaz tên redkirin di nava van şertan de mirov nikare hêviyek bibîne.
Axaftina Tayyîp Erdogan a li Elezîzê heya dawiyê tehrîk û çêr bû û ev tê wateya hêviyek nemaye. Heya ku gelê kurd û hêzên demokrat têkoşîn nede û pergala xwe ya demokratîk neafirîne tişteke baş pêk nayê. Bila tu kes xwe nexapîne. Gotinên dê tiştên baş bibe yê Tayyîp Erdogan divê berovajî bên fêmkirin, gotinên wî tê wateya dê tiştên xirab pêk bê. Dema ku Tayyîp Erdogan dibêjê dê tiştên baş pêk bê vê demê bêtir operasyonên leşkerî û kuştina gerîlayan pêk tê. Ji bo AKP’ê tiştên herî baş bilind kirina asta girtin û kuştina kurda ye. Bi sedan girtî ketine rojiya mirinê, bi hezaran jî di greva birçibûnê de nin, lê medyaya alîgir tu carî nabîne, gelo mirov li vir çawa qala tiştên baş bike? Bêdengbûna van a di mijarekî herî bi mirovatî de, mirov nikare li benda hewladên baş be, hêvî kirin tên tê wateya saftiyê. Gelo mirov dikare ji bêwijdanan hêvîdar be?
AKP, hikûmeteke faşîst ya kesk ya tirke û dixwaze di nava derfetên nû de kurdan qirbike. Tehemulî muxalefetiya siyasî nake. Heke li welatekî çapemenî hikûmeta AKP’ê rexne bike ji kar bê derxistin, li vî welatî tu carî hêvî nayê kirin û hêvîkirin tê wateya ehmeqtî yê. Bê têkoşîn ne pirsgirêka kurd çareser dibe û ne jî tirkiye demokratîk dibe, berovajî vî fikirandin tê wateya saftiyê.
AKP û CHP bi hev re dibêjin perwerdeya bi zimanê zikmakî nabe, perwerdeya bi zimanê dayîkê tê wateya parçebûna Tirkiyeyê. Dibêjin dê projeya van ya netewbûnek û pergala qirkirina çandî dê ji holê rabe. Dewleta tirk bi projeya xwe dixwaze kurdan bike tirk. Redkirina zimanê zikmakî tê vê wateyê. Encax kesên ku serê xwe têxe bin axê rastiyê nabîne.
Dibêjin Xweseriya Demokratîk nabe. Dibêjin ev tê wateya parçebûna Tirkiyeyê. Em nikarin kurdan wekî civakî qebûl bikin, vîna van ya siyasî û avakirina rêvebertiya van qebûl bikin; kurd dê di serdestiya me de jiyana xwe bidomînin. Ev jî raste rast tê wateya kurd koleyên me ne û mehkûmê qirkirinê ne û dê bibin tirk. Wekî gotina Nîhal Adsiz “gelek tenê heye; ev jî serî tewandina li hemberî tirka ye! Niha ev gotin bi qilifên cûda tê vegotin.
Polîtîkaya dewleta tirk eve. AKP vê polîtîkayê demeşîne. Zîhniyet û polîtîka bi guherîna hîn rêbazan serdema 20’an de jî heye. Ji ber vê sedemê jî heya ku li hemberî vê zîhniyetê têkoşîn neyê dayîn, tu kes li benda tiştên baş neraweste. Bi têkoşînê gavên baş pêk tê. Bi azadiya gelê Kurd dê jiyaneke demokratîk bê afirandin.
ANF NEWS AGENCY