1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik: Divê gelê me li her derê rabe ser piyan
Bayik: Divê gelê me li her derê rabe ser piyan,bayik,divê,gelê,me,li,her,derê,rabe,ser,piyan

Bayik: Divê gelê me li her derê rabe ser piyan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê êrîşa çeteyan a li Pirsûsê de daxuyaniyên girîng da

A+ A-

BEHDÎNAN - SEYÎT EVRAN Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Pêwîste gelê em û hêzên demokrasiyê li her derê rabin ser piyan û li hemberî polîtîkayên AKP'ê helwestê nîşan bidin. Bi xwedîderketina xurt a li cenazeyên şehîdan re divê nîşan bide ku li ser bingeha biratiya gelan wê Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad biafirînin. Li hemberî van êrîşan divê yekîtî û biratiya gelên Tirkiyeyê bêhtir xurt bikin. Pêwîste li her bajar û navçeyên cenazeyên şehîdên me jê rabin hêzên demokrasiyê û gelên me li hev kom bibin û bersiva pêwîst bidin hikûmeta KAP'ê û hevkariyên wê yên hov. Ev şehîdên me divê ji biratî û yekîtiya têkoşînê ya gelên me re bibe wesîle. Ne pêkane ku bi awayekî din mirov bibe layiqî bîranîna wan. Girîng e hêzên çep û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hîn bêhtir bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re tevbigerin, yekîtiya têkoşînê xurt bikin û pêşeroja demokratîk û azad a Tirkiyeyê biafirînin. Di 7'ê Hezîranê de hatiye dîtin ku yekîtî û têkoşîna hevpar rê li ber çi vedike. Bi vê komkujiyê re divê têkoşîna hevpar û yekîtiya di 7'ê Hezîranê de pêk hat, bêhtir were xurtkirin.

Agahiyên berfireh tên...