1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Em alîgirê hêzên demokrasiyê ne
Bayik: Em alîgirê hêzên demokrasiyê ne,bayik,em,alîgirê,hêzên,demokrasiyê,ne

Bayik: Em alîgirê hêzên demokrasiyê ne

A+ A-

ENQERE 02.02.2014 07:05:36 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ne AKP ne jî tevgera Fethûllah wê Tirkiyeyê demokratîk nekin û destnîşan kir ku ewê di vê pevçûnê de xizmetî ti aliyan neke, ew alîgirê hêzên demokrasiyê ne.

Bayik ji Rûşen Çakir ê rojnameya Vatanê re axivî û der barê pevçûna AKP-Cemaetê ya di dema dawî de rû da, daxuyaniyên girîng da.

Bayik da xuyakirin ku bihevketina AKP-Fehtûllah ne tenê van hêzan tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike û got, "Ev bihevketin (xwe li hev rakişandin) a van hêzan zêrarê dide tevahiya Tirkiyeyê. Ji bo PKK'ê niha atmosfereke bêhempa heye. Eger mîna navenda psîkolojîkê nîşan dide PKK tevgereke bi wî rengî bûya, bi tenê dijminahiya Tirkiyeyê bikira, wê bi awayekî cuda tevbigeriya. Ji vê rewşê jî diyar e ku ti dijminahiya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd li dijî Tirkiyeyê nîne. Yên ku îro herî zêde bi berpirsyarî tevdigerin Rêber Apo, PKK û gelê Kurd e."

Bayik da zanîn ku PKK di vê demê de hêzeke hevsengiyan diguherîne ye û anî ziman ku PKK li Tirkiye û Sûriyeyê ketiye rewşeke diyarker. Bayik da zanîn ku li gel vê rewşê jî PKK li pêşberî gelan cidî û bi berpirsyar tevdigere û got, "(PKK) Berjewendiyên rêxistinî yên teng û sivik li ber çavan nagire. Tevî berjewendiyên gelê Kurd berjewendiyên gelên li derveyî xwe jî li ber çavan digire. Ji ber vê yekê ti hêz nikare PKK'ê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Eger PKK ji armanc û xeta xwe dûr bikeve, wê xwe bi xwe tine bike. Wê bêwate bimîne."

Bayik da xuyakirin ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nabe ku weke helwestek alîgiriya hikûmetê bê dîtin û ev nirxandin kir: "AKP û Cemaetperest hem xwedî tifaq in hem jî xwedî dijberiyan e. Hevdu bikar tînin. Dema dewleta hegemonîk a berê tê tinekirin û di şûna wê de ya nû tê bicihkirin, bi tenê li holê PKK dimîne. Ji xwe sîstema navneteweyî jî li pişt wan e. Di vê nuqteyê de dest bi têkoşîna ji bo desthilatdariyê kirin. Ji bo têkoşîna desthilatdariyê qezenç bikin, neçarin Kurdan tine bikin. AKP bi awayekî fermî li desthilatdariyê ye. Rewşeke fermî ya Fethûllahperestan nîne. Bi awayekî fermî koalîsyon nekirine, lê belê koalîsyon in. Cemaetperest hêzeke îdeolojîk û xwedî têkiliyên navneteweyî ye. Fethûllahperest bi êrîşkariya xwe ya li Kurdistanê re dixwaze PKK'ê tine bike û xwe li desthilatdariyê bicih bike. Hemû pêkanînên li Kurdistanê ji aliyê ceametperestan ve hatin pêkanîn, lê belê di bin desthilatdariya AKP'ê de ev pêk anîn û AKP xwedî li vê derket, li dij derneket.

Ev yek bi kêrî AKP'ê hat. Bi gotineke din; tişta ku ewê bikira xwest bi cemaetperestan bide kirin. Xwest berê nerazîbûna Kurdan bide Fehtûllahperestan. Di vê rewşê de jî xwest desthilatdariya xwe xurt bike û xwe weke hêzeke rizgariyê nîşanî Kurdan bide. Ji xwe hemû propagandayê xwe jî di vî warî de kir. AKP cemaetperestan bikar tîne. Cemaetperest jî bi derbkirina PKK'ê re dixwaze weke hêza li Kurdisatnê şer qezenç kiriye bê ser desthilatdariyê. Di vê mijarê şerek dan meşandin. Bi hezaran mirov avêtin zîndanan. Dest li pêvajoya Oslo werdan. Gotin, "Divê em serdestê desthilatdariYê bin!". Ji bo vê jî Erdogan û MÎT xistin hedefa xwe. Xwestin bên ser desthilatdariyê, lê belê bêguman AKP li dijî vê rawestiya. Dûre pirsgirêkên din xistin rojevê. Hem aliyê vê yê desthilatdariyê hem jî têkiliya wê ya bi polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li ser Rojhilata Navîn heye. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê pevçûnan destpê kir."

Bayik gotina "Dikare bi Îmraliyê re jî hevdîtin bê kirin" a Fethûllah Gulen di hevpeyvîna xwe ya bi BBC re anîbû ziman nirxand û ev xal destnîşan kir: "Çima niha? Gelekî zelal e. Pêwendiya xwe bi pêvajoyê re heye. Niha li Tirkiyeyê krîzeke dewletê heye. Ne krîza hikûmetê, krîza dewletê heye. Pirsgirêkek desthilatdariyê li holê heye. Tê xwestin pirsgirêk bê çareserkirin. Tirkiye welatekî NATO ye. Tirkiye nikare demeke dirêj valahiya desthilatdariyê rake. Divê ji sedî sed ev pirsgirêk di demeke kurt de bê çareserkirin. Berjewendiyên kalîtalîst modernîst, berjewendiyên NATO'yê vê yekê ferz dike. Tirkiye ne Misireke. Tê xwestin ev pirsgirêka desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê çawa bê çareserkirin. Ev girîng e. Dema li Tirkiyeyê pirsgirêka desthilatdariyê derket holê CHP yekser çû Washîngtonê, hin hevdîtin kir. Hat, niha jî bi piştgiriya hêzên neteweyî û cemaetê, li gorî xwe dixwaze pirsgirêka desthilatdariyê çareser bike. Li Enqereyê namzetê berê yê MHP'ê weke namzetê xwe yê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin nîşan da. CHP, MHP hemû di vî warî de bûn yek. Gelo bi rastî jî CHP dikare pirsgirêka desthilatdariyê çareser bike? Dikare bê ser desthilatdariyê?

Ev yek bi temamî bi PKK'ê re têkildar e. Ew jî bi çi ve girêdayî ye? Bi avêtina gavên bingehîn di pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewî, pirsgirêka demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Eger karibe guhertinên bingehîn bike, wê karibe desteka gelê Kurd qezenç bike, karibe desteka Elewiyan qezenç bike, karibe desteka hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê qezenç bike. Wê demê wê karibe bê ser desthilatdariyê. Bi vê rewşa xwe ya heyî re dûrî desthilatdariyê, dûrî çareserkirina pirsgirêka desthilatdariyê ye. Gelo MHP dikare pirsgirêka desthilatdariyê çareser bike? Diyare ku gelekî dûrî vê ye. Bi tena serê xwe hêzeke mîna HDP, BDP dikare çareser bike? Nikare çareser bike, dûr e. Çi dimîne? Ya bi parçeyek ji nava AKP'ê pirsgirêk were çareserkirin yan jî bi darbeya leşkerî....Xwestin li Misirê bi darbeya artêşê çareser bikin, lê belê nekarî çareser bikin. Hînê ne diyar e ka wê li wê derê rewş çi be. Tirkiye ne weke Misirê ye. Bi rêya artêşê hewldana çareserkirina pirsgirêkan, wê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser neke, di ser de pirsgirêkan hîn bêtir bixetimîne. Çi dimîne? Ji nava AKP'ê afirandina alternatîfekê. Ji bo vê jî divê Erdogan û ekîba wî bêbandor bê hiştin. Ji ber ev pirsgirêk demeke kurt beriya hilbijartinan hat rojevê? Diyare ku dixwazin bandorê li hilbijartinan bikin. Li aliyekî parlamenterên Fethûllahperest ên li nava AKP'ê dan îstifakirin, li aliyê din jî bi xurtkirina CHP'ê re xwestin pêşî li encamên AKP dixwaze bi dest bixe, bigirin. Bi vî rengî tê xwestin Erdogan û ekîba wî biqedînin. Tê xwestin ku AKP'yeke hatiye biçûkirin, AKP'yeke di bin kontrola sîstemê de bê afirandin. Ji vê Tirkiye wê bi ku ve biçe? Êdî wê biçe dema koalîsyonan. Ya ku AKP'ê, Erdogan li ser desthilatdariyê digire çiye? Polîtîkaya aboriyê ye. Dest li polîtîkayên aboriyê jî tê werdan. Bi van hemûyan re dixwazin ji desthilatdariya AKP'ê, ji desthilatdariya Erdogan xwe xelas bikin. Ez zelal e. Vê yekê bi kê re dikin? Bi Camaetê re. Li pişt wê kî heye? DYA. Amerîka bi Cemaetê re kar dike. Ji ku derê ve lê dan? Ji nelirêtiyê. Ev nuqteyeke gelekî girîng bû. Ji ber ku AKP di nava civakê de xwe weke hêzeke li dijî nelirêtiyê têdikoşe nîşan da û têgihiştineke bi wî rengî afirand. Ancax bi lêdana ji vê nuqteyê operasyonek dikarî bihata destpêkirin. Nelirêtî nîne? Heye. Bertîl nîne? Heye. Eger nebûya wê nikarîbûn ji wê derê derbê lê bidin. Diyare heye ku operasyon çê dibe. Ev gelekî zelal e. AKP nelirêtiyê datîne aliyekî û dibêje ku Cemaet dixwaze derbê lê bide. Rast e. Cemaet hewl dide derbê lê bide lê belê rastî bi tenê ev nîne. Ev darbe di ser nelirêtî û bertîlê dimeşe."

Bayik diyar kir ku yên hewl didin PKK'ê bikşîne aliyê xwe wê bi ser nekevin û got, "Refên me cuda ne. Em dixwazin hêzên demokrasiyê xurt bibin. Ji bo vê dixebitin. Em naxwazin ne AKP ne jî Fethûllahî xurt bibin. Xurtbûna van herdu hêzan bi kêrî berjewendiyên Tirkiyeyê nayê. Vê yekê bi zelalî dibêjim."