1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bayik: Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand
Bayik: Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand,bayik,gelê,garzanê,di,hilbijartinên,herêmî,û,giştî,de,destan,nivîsand

Bayik: Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Garzanê kir û got, "Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand, sîleyek mezin li dagirkeran û partiyên dagirkeriyê xist."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF

VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=NJMQ5PdBujA

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Garzanê kir û got, "Gelê Garzanê di hilbijartinên herêmî û giştî de destan nivîsand, sîleyek mezin li dagirkeran û partiyên dagirkeriyê xist."

Banga Bayik a ji bo gelê Garzanê bi vî rengî ye:

"Gelê me yê welatparêz ê têkoşer ê herêma Garzanê. Di 7'ê Hezîranê de we encameke baş wergirtin. Hûn dikarin di 1'ê Mijdarê de ji 7'ê Hezîranê baştir encamekê werbigirin. Ji bo hûn di 1'ê Mijdarê encameke baştir werbigirin, gelek sedemên xwe hene. Hûn dibînin; dewleta dagirker faşîst, hikûmeta wê AKP, serokê wê Erdogan çawa êrîşî gelê Kurd dike, çawa dixwaze vîna wan bişikîne, çawa wan bê nasname bê nirx bike, çawa roja wan tarî bike, dixwaze çaw dîroka wan ji holê rakin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye ji holê rake. Hûn vê bi çavên xwe dibînin. Ne Hîtler, ne Kenan Evren, ne Çîller bi vî rengî êrîş nekirin. Erdogan, zilamên wî AKP êrîşî goristanan dikin. Êrîşa li hemberî goristanan êrîşa li hemberî çand û dîroka gelekî ye. Tê wateya; ji her alî ve ji holê rakirina gelekî ye. Kî wijdanê xwe hebe, kî ji xwe re dibêje 'ez însan im, ez Kurd im, ez welatparêz im, ez demokrat im, ez Misilman im' nikare vê hovîtiyê, vê êrîşê qebûl bike. Wê li dijî vê heta dawiyê bisekine, wê vê hovîtiyê bike sedema rakirina tola xwe, li xwe xwedî derkeve, xwe mezin bide jiyîn.

Hûn dibînin ev hikûmet, ev dewlet ne ya gelê Kurd e. Ne ya gelê demokrat, însanê demokat e. Ne ya gelê Misilman e. Ji ber ku ne Misilman, ne demokrat, ne sosyalîst, ne lîberal ti kes vê hovîtiyê nikare qebûl bike. Kî xwedî wijdan be nikare vê qebûl bike. Ji ber vê yekê wê vê hovîtiyê bike sedema ku li wan bizîvirîne, di 1'ê Mijdarê de wan têxe goristanê ku careke din li wê herêmê nikaribin siyasetê bikin, nikaribin bigerin. Ya ku ji gelê me yê welatparêz, gelê me yê têkoşer tê xwestin, ev e. Garzan di hilbijartinên Şaredariyê de jî, di hilbijartinên parlamentê de jî bi rastî destan nivîsand. Şeqameke mezin li dagirkeriyê, li partiyên dagirkeriyê xist.

Kesî bawer nedikir ku li herêma Bedlîsê wê ev encam bê wergirtin. HDP'ê li herêma Bedlîsê di her du hilbijartinan de jî encamên mezin wergirt. Bedlîs dîrokeke xwe heye. Lazim e Bedlîs li dîroka xwe, vîna xwe, li welatparêziya xwe xwedî derkeve. Ji ber ku dagirkeriyê her tim bername, plan li hemberî Bedlîsê meşand ku karibe li vê derê welatparêziyê bikuje û bixe bin xizmeta Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê asîmîlasyon, qirkirin, kuştin, komkujî, komkujiya çandî pêk anîn ku vê encamê bi dest bixe. Lê belê di hilbijartinên herêmî û giştî de Bedlîsê şeqamek li wan da, careke din rabû ser xwe, xwe zindî kir û li xwe xwedî derket. Ez bawerim ku Bedlîs wê bi hemû gund, bajarok û navçeyên xwe re, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê şeqameke mezintir li dagirkeriyê û partiyên dagirkeriyê bixe, wê destanê binivîsîne.

Êlih, tê zanîn ku bi salan şerê giran û gemarî jiya. Torosên Spî herî zêde li Êlihê geriyan. Gelek cînayet kirin, gelek welatparêz kuştin. Ev yek jî bi kontra, bi JÎTEM'ê kir. Ev yek bi hin mirovên girêdayî kontra, JÎTEM'ê kirin. Gelê me ti carî ev ji bîr nekir, wê ji bîr neke. Ji ber vê yekê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de encameke mezin wergirt. Baweriya min ew e ku wê vê carê 4 parlamenteran werbigire. Wê yekî jî nede AKP'ê. Di 7'ê Hezîranê de AKP'ê bi hîleyan 1 bi dest xist, lê wê vê carê vê firsendê nebîne. Ji ber vê yekê lazim e her kes biçe ser sindoqan, dengê xwe bi kar bîne û ji bo hîle nebe, baş xwedî li sindoqan derkeve. Ji ber ku, ji bo encamên 7'ê Hezîranê ji holê rakirin AKP, Erdogan, burokrasî, dewleta dagirker bûye yek. Hesaban dike ku wê çawa derbê li HDP, li Kurdan, li hêzên demokrasiyê bixin, ku nehêle li Tirkiyeyê demokratîk, komara demokratîk bi pêş bikeve. Ji bo vê yekê hemû îmkanên xwe bi kar tîne. Lewma, lazim e gelê me yê Êlihê li dijî vê, li xwe, li komara demokratîk, li neteweya demokratîk, li xweseriya demokratîk, li serokatiya xwe, li nirxen xwe xwedî derkevin. Baweriya min ew e ku wê ji 7'ê Hezîranê mezintir, rêjeyeke bilind a dengan di 1'ê Mijdarê de werbigirin, wê hemû parlamenteran bi dest bixe û AKP û zilamên wan têxe goristanê.

Li herêma Garzanê, hinek qadên Sêrt û Mûşê jî cih digirin. Ev herêm jî divê mîna Bedlîs û Êlihê rabe ser piyan, biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP'ê, li sindoqan xwedî derkevin û nehêlin AKP û dewlet lîstikan bikin. Ew gefan bixwin. Lazim e ti kes li ber gefên wan serê xwe netewîne. Gef, heqaret û êrîşan divê bike sedem ku HDP mezintir qezenç bike. Baweriya min ew e ku ev hilbijartin wê bibe serketina gelê Kurdistanê. Wê bibe serketina xweseriya demokratîk. Wê bibe serketina komara demokratîk, neteweya demokratîk. Di vê hilbijartinê de wê derbên mezin li Erdogan, AKP, li dewleta dagirker bê xistin, wê rêya azadiya Serok Apo û çareseriya pirsgirêkên gelê me veke.

Li ser vê bingehê careke din ez we hemûyan silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ez dibêjim; hemû biçin ser karê xwe, biçin ser sindoqan dengê xwe bidin, îradeya xwe û nirxên xwe bidin jiyîn."