1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Gelê me wê xwedî li kevneşopiya xwe ya berxwedanê derkeve
Bayik: Gelê me wê xwedî li kevneşopiya xwe ya berxwedanê derkeve,bayik,gelê,me,wê,xwedî,li,kevneşopiya,xwe,ya,berxwedanê,derkeve

Bayik: Gelê me wê xwedî li kevneşopiya xwe ya berxwedanê derkeve

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Gelê me yê Dêrsim, Çewlik, Mûş, Erzîrom û Elezîzê wê ji 7'ê Hezîranê xurttir tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibe."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li gelê Dêrsim, Çewlik, Mûş, Erzîrom û Elezîzê kir û got, "Gelê me yê Dêrsim, Çewlik, Mûş, Erzîrom û Elezîzê wê ji 7'ê Hezîranê xurttir tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibe."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ev bang li gelê Dêrsim, Çewlik, Mûş, Erzîrom û Elezîzê kir:

"Silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê me yê li Dêrsim, Çewlik, Mûş, Erzîrom û Elezîzê dikim. Ez bawerim ku gelê me yê li van herêman, wê ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê xurttir tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibe. Di 7'ê Hezîranê de gelê me bi rastî jî li van herêman xebateke mezin meşand û encamên gelekî girîng bi dest xist. Lê belê dewleta Tirk a faşîst, dîsa Erdogan û AKP'ê bi MHP'ê re ev encamên derketin holê, îradeya derket holê hezm nekirin. Lewma di êvara 7'ê Hezîranê mudaxle kirin. Darbe kirin, parlament, HDP, encamên hilbijartinê û vîna gel tine hesibandin. Mîna ku ev qet nehatine jiyîn, danîn aliyekî. AKP a ji desthilatdariyê ket û Erdogan ê xewn û xeyalên wî li ber avê çûn, ji bo xeyalên xwe zindî bikin û AKP'ê li ser desthilatdariyê bigirin, şerekî qirêj dan destpêkirin. Şer li ser gelên me ferz kir û hewl da jiyanê li gelên me biherimînin. Bi taybetî gelê me yê li vê herêmê, ji bo xwegihandina dîroka xwe di 7'ê Hezîranê de hin gav avêtibû. Girîng e vê yekê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî bidomîne û bêhtir xurt bike.

GELÊ MÛŞÊ BI LEHENGÎ LI BER XWE DA

Ji ber ku di vê pêvajoyê de Gimgimê bi lehengî li ber xwe da. Dijmin xwest Gimgimê teslîm bigire yan jî gelê wê bide koçkirin. Lê belê gelê me yê li Gimgimê çi Elewî çi jî Sûnî teslîm nebû û koç nekir. Li dijî mêtîngeriya Tirk a faşîst û polîtîkayên wê yên hovane, bi mezinahî li ber xwe da. Li Kurdistanê bû herêma ku di destpêkê de rastî êrîşê hat. Lewma bû herêma destpêkê ya li hemberî vê êrîşê li ber xwe da. Ji berxwedanê re pêşengî kir. Ji ber vê yekê ez gelê me yê Gimgimê, çi Sûnî çi jî Elewî pîroz dikim. Ne tenê Gimgim, navenda Mûşê, Milazgir, Kop û hemû navçe û gundên wê, wê berxwedana li Gimgimê ji xwe re esas bigirin û di 1'ê Mijdarê de qat bi qat zêdetir hesab ji mêtîngerî, Erdogan û AKP'ê bipirsin.

ÇEWLIKÊ TI CARÎ SERÎ LI BER MÊTÎNGERIYÊ NETEWAND

Çewlik bi dîroka xwe re navdar e. Çewlik cihê serhildanê ye. Cihekî ku ti carî li ber mêtîngeriyê serî netewandiye. Gelek lehengên mîna Mehmet Karasûngûr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Yildiz Dûrmûş, Zekî Yildiz, Zekî Palabiyik ji hembêza xwe afirandiye. Di herikîna dîrokê de Şex Seîd derxistiye holê. Dewleta Tirk a mêtînger, ji bo ku van nirxan bi gelê Kurd bide ji bîr kirin, polîtîkayên taybet li hemberî Çewlikê meşandiye. Li Çewlikê hestên olî yên gelê me îstîsmar kiriye. Ji ber ku gelê me yê li Çewlikê xwedî hestên xurt ên olî ye, welatparêzî û Kurdewariya gelê me yê li vir xurt e. Ya ku li Çewlikê tê; xwedîderketina li Kurdbûyîn û li Misilmantiya xwe ye. Xwedîderketina li devok û li zimanê xwe ye. Dewleta faşîst a Tirk hem ziman û çanda wan, hem jî ol û Kurdîtiya wan li dijî wan bi kar tîne. Hewl dide wan ji dîrok, çand û nirxên wan qut bike. Hêvîdarim ku gelê me yê Çewlikê bi kûrahî ve ev rastî fêm kiriye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nîşan da ku ev yek fêm kiriye. Kêm mabû 2 ji 3'an bi dest bixe. Bi hin hîleyan re AKP'ê 2 parlamenter ji HDP'ê dizî. Hêvîdarim ku gelê Çewlikê wê di vê hilbijartinê de rê nede AKP'ê. Wê biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Wê dengê xwe ji bo demokrasiyê, komara demokratîk, neteweya demokratîk, azadiya gelê Kurd û azadiya Rêbertî bi kar bîne û xwedî li sindoqan derkeve. Wê destûrê nede hîleyên AKP'ê, dewletê. Ya ku jê tê xwestin ev e. Ez bawerim ku wê di van hilbijartinan de ji yên 7'ê Hezîranê mezintir encamê bi dest bixe.

DÊRSIM NAVENDEKE BERXWEDANÊ YE

Dêrsim navendeke berxwedanê ye. Dêrsim mîna Çewlikê xweseriyên xwe hene. Hem Kurd e, hem Elewî ye, hem beşek ji bi zaravayê Zazakî, beşek jî bi zaravayê Kurmancî diaxive. Mîna rewşa li Çewlikê ye. Ev yek xweseriya Dêrsim û Çewlikê radixe pêş çavan. Li Dêrsimê jî gelek lehengên şoreşger derketine holê. Berxwedanên gelekî mezin nîşan daye. Di herikîna dîrokê û di roja îro de jî xwedî li vê dîroka xwe derdikeve. Di hilbijartinên 7'ê hezîranê derbeke mezin li mêtîngeriyê xistiye û bi HDP'ê re 2 parlamenter qezenç kiriye. Ev yek ji bo Dêrsimê tê wateya pêvajoyeke nûpenû. Dêrsimê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xwe gihandiye dîroka xwe û derbeke mezin li mêtîngeriyê xistiye. Ez bawerim ku gelê me yê li Dêrsimê, wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî careke din bi rêbazeke mezintir vê dubare bike û derba kuştinê li AKP, dewleta mêtînger û partiyên wê bixe. Wê hem bi dîroka xwe hem jî bi dîroka Kurdistanê re bibe yek. Dêrsimê ti carî komkujiya Dêrsimê ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Êrîşên dawî yên Erdogan û AKP'ê yên li hemberî goristanan jî ji bîr nekir, wê ji bîr neke. Wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi awayekî gelekî mezin heyfa van ji AKP û Erdogan hilîne. Her kes vê yekê ji gelê Dêrsimê hêvî dike.

HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YÊN LI ERZÎROMÊ SERÎ NETEWAND

Gelê Erzîromê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî rastî êîşan hat. Faşîstan, mêtîngeran xwestin di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi êrîşan re bitepisînin. Lê belê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Erzîromê hem serî netewand, hem jî bi encameke ku ew qet ne li bendê bûn, bersiv dan. HDP'ê serketinên girîng bi dest xist. Ji ber ku dibînin wê HDP vê serketinê mezintir bike, careke din giraniyê didin ser Erzîromê. Bi hin girtin, gef, êrîş, dek û dolaban re hewl didin pêşî li vê bigirin. Gelê me û hêzên demokrasiyê yên li Erzîromê baş dibînin ku dewleta Tirk a mêtînger û partiyên wê lîstikên bi çi rengî dilîzin. Gelekî baş fêm kiriye ku çima li Kurdistanê şerekî ewçend bêpîvan dimeşînin. Gelekî baş dizane bê çima êrîşî şehîdgeh, nrix û dîroka Kurdan dikin. Erzîromê ne Şêx Seîd, ne Seyîd Riza ne jî şoreşgerên roja îro ti carî ji bîr nekir û wê ji bîr neke. Hêvîdarim wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê mezintir bi dest bixe. Ji bo vê yekê wê dema mayî baştir binirxînin û dek û dolaban pûç bikin. Gel wê vîna xwe bi xurtî nîşan bide. Di dema bihurî de parlamenterek bi dest xist, di vê hilbijartinê de wê zêde bike. Ya rast ev e, ya ji wan tê hêvîkirin ev e, hêvîdarim ku wê vê pêk bînin.

GELÊ ELEZÎZÊ WÊ XWEDÎ LI VÎN Û DENGÊN XWE DERKEVE

Bi kurtasî jî be dixwazim ji gelê Elezîzê re biaxivim. Her çend bi asîmîlasyon, koçkirin, bi bicihkirina hin mirovên ji derve hatine anîn û bi komkujiyan re tê xwestin ku Elezîz ji nava Kurdistanê bê derxistin jî, her çend di vî warî de hin gav hatibin avêtin jî, bi ser neketine. Kurdîtî û Kurdistanî hînê li Elezîz û derdora wê dijî. Gav bi gav li Elezîzê gelê Kurd, çi Elewî çi Sûnî, her wiha hêzên alîgirê demokasiyê xwe li hev digirin, dibin yek û xwedî li gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kured derdikevin. Di vî warî de, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gaveke girîng avêtine. Dibe ku ji ber lîstik û hîleyan, parlamenterê bi dest xistibûn nikarîbûn werbigirin. Lê belê ez bawerim ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê rê nedin vê yekê, wê xwedî li vîn, deng û pêşeroja xwe derkevin. Elezîz yek ji navendên ku Şêx Seîd lê li ber xwe daye ye. Xwedî dîrokeke bi vî rengî ye. Li ber serê wê li Dêrsimê serhildanek bi pêşengiya Seyîd Riza derket holê. Li çewlikê paşeroj û nirxên tevgera Şêx Seîd hene. Girîng e gelê Elezîzê bi van hemû nirxan re bibe yek û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nîşan bide. Divê encamekê ji sindoqê werbigire. Lewma dema kurt a maye divê baş were nirxandin, bi şev û roj ji dil û can xebat bê meşandin û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de Elezîz jî mîna bajarên din ên Kurdistanê parlamenteran derxîne û ji nû ve xwe bigihîne dîroka Kurdistanê. Ya ku her kes ji Elezîzê hêvî dike ev e. Li Elezîzê potansiyeleke gelekî xurt a Kurd heye. Hem li navendê, hem li navçe hem jî li gundên wê. Her wiha li Elezîz û derdora wê potansiyelek xurt a demokrasiyê heye. Dema ev bibin yek, wê vîna derkeve holê encamên mûezem biafirîne. Rojên ku Elezî bi Dêrsim, Amed, riha, Wan, Agirî, Colemêrg, Botan û Şirnexê re bibe yek, nêz in. Hêvîdarim wê di vê hilbijartinê de gavên vê yekê werin avêtin.

Li ser vê bingehê gelê me yê leheng ê Elezîz, Çewlik, Dêrsim, Mûş, Erzîrom, bi taybetî jî gelê me yê Gimgimê ji ber berxwedana xwe û nirxên afirandiye silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ji wan re serketinê dixwazim.