Bayik: Heman zîhniyet heman pakêt
NAVENDA NÛÇEYAN 07.10.2013 08:55:56 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku pakêta "çareseriyê" ya AKP'ê bûye pakêta nixumandina çareseriyê û got, "Vê pakêtê derxist holê ku pêşniyara PKK’ê ya rawestandina vekişînê çiqas di cih de ye. Bi vî awayî careke din derket holê ku AKP çawa nêzî pirsgirêka kurd dibe."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê heftê ya li rojnameya Azadiya Welat de der barê "pakêta çareseriyê" ya AKP'ê de diyar kir ku pakêt bûye pakêta nixumandina çareseriyê û biryara rawestandina vekişîna gerîla careke din piştrast kiriye. Bayik der barê mijarê de ev xal destnîşan kir:
"Hikûmeta AKP’ê pakêta ku bi hefteyan e propogandeya wê dikir aşkera kir. Ji pakêta AKP’ê nêzîkatî û hewldaneke ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin vala derxe û sabote bike derket. AKP wekî ku pêvajoyeke ku Tevgera Azadiyê nedabe destpêkirin, heye tevgeriyaye. Bi awayekî vekirî wekî ku bibêje; “Ez van hevdîtinên ku tên kirin ji bo wan mijûl bikim û li gorî dilê xwe tevbigerim, pêk tînim.” Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî ya hikûmeta AKP’ê gelo ew ê li holê pêvajoyeke bimîne li gorî we? Kesên ku pariyek hiş di serê wan de hebe û ji siyasetê jî fêm bikin dê bibêjin ku pêvajo bi vî awayî nameşe.
Hikûmeta AKP’ê her ku dikeve tengasiyê heyetan rê dike Îmraliyê. Rewşa bêçalakîtiyê ya ku ev nêzî salekê ye tê jiyîn jî bi saya encama van hevdîtinan pêk hatiye. Tevgera Azadiya Kurd jî bi fikra ku ew ê hikûmeta AKP’ê Rêberê Gelê Kurd muxatab bigire û ew ê muzakere pêk werin bêçalakîtiyê pêk aniye û beşek mezin a hêzên xwe yên çekdar jî vekişandiye derveyî sînor. Jixwe heta ku kurd wekî civak neyên naskirin, nûnerên wan ên siyasî muxatab neyên girtin û muzakere neyên kirin çareserî ne mimkun e ku pêk were. Kes û kûsên ku îradeya siyasî ya kurdan nas nekin nikarin pirsgirêka kurd jî çareser bikin. Ji ber ku kesên bi vî rengî tevbigerin hêj dev ji zîhniyeta berê bernedane. Zîhniyeta berê jî ne zîhniyeta çareseriyê zîhniyeta qirkirina çandî hewldana tunekirina kurdan e.
Rêberê Gelê Kurd di çarçoveya nîqaşên li Îmraliyê tên meşandin de plana çareseriyê ya sê qonaxî pêşkêş kir. Aliyê kurd hemû hewcehî û divêtiyên qonaxa yekem û ya duyem bêyî ku bikevin nav fikarekê anîne cih. Encax hikûmeta AKP’ê wekî ku li Îmraliyê qet nîqaş nehatine meşandin tevgeriyaye û tu gavekî neavêtiye. Ji ber vê yekê 11’emîn Kongreya PKK’ê rawestandina vekişînê kir û Konseya Rêveberiya KCK’ê jî vê pêşniyarê wekî biryar xist pratîkê. Pakêta ku serokwezîr Erdogan aşkera kir jî derxist holê ku pêşniyara PKK’ê ya rawestandina vekişînê çiqas di cih de ye.
Di pirsgirêkekê de du alî hene. Pirsgirêkeke sedsalî heye. Kurd di pêşengiya PKK’ê de ev 40 sal in ku li hemberî mêtingeriya bi qirkirina çandî li ber xwe didin. Hikûmeta AKP’ê di van salên dawî de gelek caran agirbestê xwestiye, ji bo vê yekê gelek caran serî li Rêberê Gelê Kurd daye, KCK’ê jî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd qebûl kirine. Encax hikûmeta AKP’ê her carê pêdivî û hewcehiyên van agirbestan, bêçalakîtiyan neaniye cih û ji ber vê sedemê jî rewşa ku bêçalakîtî û agirbest were domandin li holê nemaye. Nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî rewşa bêçalakîtiya dawî jî bi heman rengî ye. Wekî ku wî bêçalakîtiyê nexwestibe, wekî ku Tevgera Azadiya Kurd ne aliyeke pirsgirêka kurd be, tevgeriyaye. Hikûmeta AKP’ê nêzîkatiyeke laûbalî ya ku aliyê kurd cidî nagire, nîşan daye.
Pêvajoyek encax bi awayekî du alî dikare bimeşe. Ew ê kurd hemû berpirsiyariyên xwe bînin cih, lê ew ê AKP’ê cidî nêzîk nebe! Ligel vê jî pêvajo wekî ku AKP qet xwedî helwesteke bi vî rengî nîn e jî ew ê berdewam bike! Li ku derê dinyayê tiştekî bi vî rengî hatiye dîtin? AKP her hal ne jîrê dinyayê.
Heke ku AKP behsa çareseriya pirsgirêka kurd bike û dîsa behsa çareseriya wê bike wê demê mecbûr e ku aliyê kurd jî li ber çavan bigire. Ji ber vê ye ku lazim e şert û mercên muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd re biafirîne û dest bi muzarekereyan bike. Yan na tê wê wateyê ku pêvajo ji aliyê AKP’ê ve bi awayekî yekalî hatiye xirakirin. Di esasê xwe de li holê pêvajo jî nemaye; Rêberê Gelê Kurd bi firka ku gelo dibe ez bikaribim vê pêvajoya ku di ber sekeratê de ye bi ruh û can bikim, herî dawî sê pêşniyar kirin. Heke ku ev pêşniyar neyên pratîzekirin dê Tevgera Azadiya Kurd jî vê rewşê binirxîne. Divê ku kes ne di wê fikrê de be ku ew ê gelê kurd çaresnûsa xwe teslîmê însafa hikûmeta AKP’ê bike.
Îro roj di pakêtê de çi heye çi tune ye tê nîqaşkirin. Her gav û pakêta ku kurdan wekî muxatab negire di rastiya xwe de vingî vala ye. Armanca wan jî ne çareseriya pirsgirêkê ye. Heke ku îradeya gelê kurd neyê naskirin, pirsgirêk jî nayê xwestin ku çareser bibe. Heta ku ev rastî neyê dîtin û famkirin nîqaşkirina polîtîkaya AKP’ê û pakêta ku vekiriye, tê wateya ku mirov dibe amûrê polîtîkayên AKP’a ku îradeya kurdan nas nake ya di neçareseriyê de israr dike. Helbet dê kurd hikûmeteke ku îradeya wan li ber çavan nagire û hewcehiyên hevdîtinên tên kirin nayne cih û pakêta wê ya ku jê re dibêjin kundir ew ê qebûl nekin û nas nekin. Ev pakêt kundir e. Ji ber ku di nav de tu tiştekî ku îradeya kurdan nas dike tune ye. Kurd li Tirkiyeyê wekî civakeke bingehîn û yek ji avakarên komarê nayên dîtin. Perwerdeya zimanê dayikê ya li dibistanên taybet jî di statuya zimanekî biyanî de ye. Zimanê dayikê bi statuya xwe ve nayê destgirtin. Sernavê perwerdeyê ya di vê pakêtê de cih digire tê wateya ku ‘tirk’ bi zimanekî biyanî perwerdeyê bibînin. Jixwe serokwezîr got ku ew ê pirî dersan dîsa bi tirkî bin. Ew ê tu reseniya mufredatê jî tune be. Ji ber ku tu nirxeke bikaranîna kurdî ya di qada cemaweriyê de ew ê tune be, dê hêj di serî de ev yek bibe perwerdeyeke ziwa ya li dibistanên taybet ku tu fonksiyonekê wê ya jiyanî tune be. Jixwe qelemşorên AKP’ê dibêjin; “Li dibistanên taybet perwerde hebe jî ew ê piştî demekê wekî kursan kesek pê paxavê neke.” Yanî wekî merdî qiptî dema ku behsa cengaweriya xwe dike dizbîna xwe dibêje tevdigerin. Heke ku îradeya kurdan neyê naskirin îradeya çareseriyê jî dernakeve holê. Lewre di vê şert û mercê de kesek nikare behsa pakêta çareseriyê bike. Berovajiyê vê yekê ev bûye pakêta nixumandina neçareseriyê. Ew ê wekî pêçaveke ku ser polîtîkayên berê yên qirkirinê û mêtingeriyê dinixumîne were bikaranîn. Bi vî awayî careke din derket holê ku AKP çawa nêzî pirsgirêka kurd dibe.