1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: HPG û YPG’ê rûmeta mirovatiyê rizgar kirin
Bayik: HPG û YPG’ê rûmeta mirovatiyê rizgar kirin,bayik,hpg,û,ypg,ê,rûmeta,mirovatiyê,rizgar,kirin

Bayik: HPG û YPG’ê rûmeta mirovatiyê rizgar kirin

A+ A-

BAHOZ DÎGOR - BEHDÎNAN Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik, got ku li dijî rêxistina hovîtiyê ya xwe li Sûriye û Iraqê wek Dewleta Îslamê (DÎ) bi nav kirine bi mudaxeleya YPG û HPG’ê rûmeta mirovatiyê rizgar bûye. Bayik bi taybet bal kişand ser berxwedana YPG’ê ya li xeta Rebîa-Şengal-Cezaa û got, “Rêveberiya Herêmî ya Kurd, partî û mirovatî di vê xisûsê de deyndarên YPG’ê ne. Bayik got ku pêwîst e destûr neyê dayîn Şengal bê Êzidî bê hiştin û banga tifaqê li Êzidî û Tirkmenan kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, roja Înê ku tevlî bernameyeke taybet a MED NUÇE bû der barê Şengal, Yekîtiya Neteweyî, şerê li Rojhilata Navîn, daxwaza zimanê dayikê têkildarî pergala perwerdeyê ya Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin.

‘DIVÊ ÊZIDÎ VEGERIN ŞENGALÊ’

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Bayik diyar kir ku pêwîst e gelê Şengalê ji Şengalê dernekevin û li hemberî çeteyên DAIŞ têkoşînê bikin. Bayik got; “Di rojên destpêkê yên dagirkirinê de dibe ku mecbûriyetek hebû. Lê belê divê niha ji Kurdistanê dernekevin. Pêwîst e gelê Êzidî berê xwe bide Şengalê. Ji ber Şengal xaka gelê Êzidî ye. Koka wan û dîroka wan di vir de ye. Tevahî nirxên wan ên pîroz li van deran e. Her ku ji van deran dûr dikevin dimirin. Bi êrîşên DAIŞ dixwazin li Şengalê komkujiyeke mezin bikin.

Bi vî awayî dixwazin Şengal bê Êzidî bihêlin. Xwestin Şengalê bikin xaka xwe. Em li hember vê bûn asteng. Niha jî dixwazin berê Êzidiyan bidin Ewropa, Kanada û Amerîka. Bi koçberkirina Êzidiyan dixwazin wan biqedînin. Hewldanên wan ew e ku Êzidî carek din venegerin Şengalê. Ji ber vê jî divê parastineke wan hebe. Heta parastineke wan a cewherî nebe nikarin ji ti kesî bawer bikin. Tiştên rû dan ev ispat kirin. Êzidiyan ev dîtin. Êzidî ji xwe bawer dikin. Li ser xaka xwe bi hêza xwe ya cewherî dikarin pergala xwe ava bikin.”

‘DIVÊ ÊZIDÎ Û TIRKMEN TIFAQEKÊ ÇÊBIKIN’

Bayik li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên didomin banga tifaqê û têkoşîna hevpar kir û wiha axivî: “Pêwîst e Êzidî bi Telafer û Tirkmenan re têkiliyan deynin. Li dijî çeteyên DAIŞ li ber xwe bidin. Çawa ji bo xwe garantiyê dixwazin divê ji bo Turkmenan jî bixwazin. Pêwîst e li dijî DAIŞ di eniyeke hevpar a şer de cih bigirin. Bi vî awayî dikarin Telafar, Şengal û Rebîa ji çeteyan paqij bikin û li wir bijîn. Dikarin alîkariyê bidin hev û li ser xaka xwe ji nû ve jiyanê ava bikin. Ne Tirkmen dikarin li Telafer bi tena serê xwe li dijî DAIŞ ber xwe bidin ne jî gelê me yê Êzidî. Divê hêzeka hevpar hebe. Pêwîst e hêzeke siyasî û leşkerî ya hevpar ava bikin û hevdu qebûl bikin û li dijî DAIŞ ber xwe bidin û tenê dikarin bi vî şêweyî encam bigirin.”

‘HPG Û YPG RÛMETA MIROVAHIYÊ RIZGAR KIRIN’

Bayik got ku mudaxeleya roja yekê ya HPG û YPG’ê pir girîng bû û wiha dewam kir: “Eger HPG û YPG’ê hêzên xwe ne şandibana Şengal û Rebîa gelê Êzidî nikarîbû ji Şengalê derkeve. Plana li ser Şengal û gelê Êzidî ew bû ku hemûyan di komkujiyê re derbas bikin û Şengalê bê Êzidî bihêlin. DAIŞ dixwest wir bike xaka xwe. HPG û YPG di dema wê de mudaxele kir û nehiştin ew plan pêk bê. Eger ev komkujî pêk bihatina Kurd, rêveberiya Kurd a herêmî, Partiyên Kurd ên Başûr nikarîbûn derkevin pêşberî mirovatiyê. Ji ber li ser komkujiya Êzidiyan ne siyaset, ne hikûmet, ne partî û ne jî dewlet dibe.

Mudaxeleya HPG û YPG’ê şeref û kerameta Kurd ji bin lingan derxistiye. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bin lingan derxistiye. Partiyên Başûr û bi taybet PDK parastiye. Li vir HPG û YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengal mirovatî di aliyê etîk û exlaq de parastiye. Ol û nirx hatine parastin. Dema ew plan li Şengalê xera bû xwestin carek din li Rojava û Cezaa vê planê ji nû ve bixin meriyetê. DAIŞ bi hêzeke mezin êrîşî Cezaa kir û xwest bi dest bixe. Hewl didan korîdora ku HPG û YPG’ê ji bo Şengalê vekiriye bigirin. Bi dorpêçkirina Şengalê re xwestin Til Koçer û Rebîa bi dest bixin. Careke din êrîşî Rimêlan û Hesekê kirin da ku şoreşa Rojava bi fetisînin. Lê belê li Cezaa darbeyek mezin xwarin û reviyan.YPG’ê li wir lehengiyek kir. Destûr neda plan bikeve meriyetê. Rêveberiya Kurd a herêmê, partî û mirovatî di vê xisûsê de deyndarên YPG’ê ne.”

‘DIVÊ ŞENGAL Û TELAFER XWESER BIN’

Bayik di nirxandinên xwe de ji bo Şengal û Telafer statuya xwesiyê xwest. Bayik got: “Niha di navbera Êzidiyan de nîqaşek heye. Tînin ziman ku heta niha ji dewleta Iraqê û rêveberiya Kurd a herêmê bawer dikirin, lê belê di êrîşa dawî de ew bê parastin hiştin. Diyar dikin ku eger xwesertî heba wê xwe bi parastina.

Bayik di dewama axaftina xwe de got ku parastina cewherî di asta heyatî de girîng e û wiha dewam kir: “Êzidî dibêjin ku bi avakirina parastina xwe ya cewherî bi pergaleke ku bikarin xwe biparêzin wê vegerin. Em jî di vê fikrê de ne. Pêşveçûnên herî dawiyê jî vê piştrast dikin. Heman xisûs û tedbîr ji bo Telafer jî derbas dibin. Tirkmen jî dikarin xwesertiya xwe û parastina xwe ya cewherî ava bikin û bi Êzidiyan re bi awayekî bi tifaq bijîn.”

'EZ GELEK KÊFXWEŞ BÛM KU GELÊ DERSÎMÊ GAZÎ 4 HEZAR ÊZIDIYAN KIR'

Yanî divê Neteweya Demokratîk esas bê girtin. Divê Êzidî li Başurê Kurditanê bimînin. Dîsa divê Telaferî li Iraqê bimînin. Ji Kurdistan û Şengalê qut bibin belkî ne bi qirkirina fizîkî lê bi ya spî re rû bi bên. Yanî Êzidîtî wê bimire. Niha Gelê Êzidî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bicih bûn, baş e lê divê gelê me li wir xwedî li wan derkevin. Ji holê rakirina gelê Êzidî wê zirarê bide Kurdbûnê. Mînak gelê Êzidî bang kir ku 4 Hezar Êzidî bên axa wan. Ev gelek di cih de ye. Ez ji bo vê bangê gelek kêfxweş bû. Divê hemû bajar, navçe û gundên me helwesta xwe nîşan bidin. Divê li gel gelê Êzidî cih bigirin. Li her derê xwedîderketinek wisa pêk bê ew ê tenê nemînin.

'DAIŞ DIJMINÊ KURDAN E'

Bayik diyar kir ku DAIŞ dijminê Kurdan e û wiha berdewam kir: “DAIŞ ji bo ku darbeyê li Kurdan bixe hat avakirin û mezin kirin. Wesf ev e. Gelê Kurd ji ber ku qedera vê herêmê bi têkoşîn û rêxistibûna xwe tayîn dike bû hedefa DAIŞ’ê. Dixwazin pêşveçûna şoreşa Kurdan asteng bikin. DAIŞ tevgerek biçûk bû lê di salekê de mezin kirin. Li Rojhilata Navîn şer her diçe mezin dibe û çareser nabe.

Bi taybet jî modela Rojava alternatîf û çareserî ye. DAIŞ jî bi taybet ji bo ku vê modelê rake tê pêşxistin. Bi DAIŞ’ê re dixwazin şeran biafirînin û bi hev bidin sorkirin. Dixwazin gelan bê hêz bikin û di şexsê DAIŞ’ê de çanda Îslamê qels bikin. DAIŞ’ê berê li Rojava êrîşî Kurdan kir û piştre li Başûr berdewam kir. Me piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Mûsilê birayên xwe yên Başûr hişyar kir. Dema Telafer hat dagirkirin diyar bû ku wê êrîşî Şengalê jî bikin.

'DIVÊ BIBIN HÊZA HEVPAR YA LEŞKERÎ'

Başûr nehişt em hêza leşkerî bişînin van herêman. Gotin niha hewcedariya wan tune. Dema êrîşa Şengal û Mûsilê çêbû, partiyên Başûr û gel gotin, divê qezencên Kurd û mafê Kurdan bê parastin. Li ser van bangan me gerîla şand. Çûyîna gerîlayan moral û hêz da gel û pêşmergeyan.

Me pêşniyar kir ku divê hêzeke leşkerî ya hevpar bê avakirin. Ev ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd xizmet e. Kurd niha divê Yekîtiya Neteweyî esas bigirin, kongreya neteweyî pêk bînin, dîplomasiya xwe pêş bixin û li dijî DAIŞ’ê hêza hevpar ava bikin. Divê partî ji neteweya Kurd re xizmetê bikin. Li ku dibe bila bibe divê ev hêz li dijî her cureyê êrîş û tehdîdan bikeve tevgerê. Ev nêzîkatî di nava pêşmergeyan de bi hêz e û divê em vê bihêztir bikin. Ez li vir bang li hemû parçeyên Kurdistanê dikim ku bila kongreya neteweyî pêk bê.”

PKK NE RÊXISTINA TERORÊ YA AZADIYÊ YE

Bayik bal kişand ser nîqaşên li ser mijara bila PKK ji lîsteya terorê derkeve û got: “Yên ku PKK kirin vê lîsteyê jî niha li ser vê nîqaş dikin. Dibêjin tiştên ku divê me bikira PKK’ê kir. Divê ev bêedaletiya mezin bê bidawîkirin û lîsteya terorê bê derxistin. PKK li Rojhilata Navîn pêş ketiye. PKK îro li Rojhilata Navîn pêş dikeve. Bandorê li ser hemû gelan û baweriyan dike. Ji ber ku PKK ji bo Kurdan çi dixwaze ji bo hemû bawerî û gelan dixwaze.

PKK neteweya demokratîk, xweseriya dmeokratîk, konfederalîzma demokratîk esas digire. Biratî yekîtiya gelan esas digire. Azadiya jinê esas digire. Dixwaze zîhniyetek nû pergalek nû bike jiyanê. Her ku diçe her kes PKK’ê fêm dike. PKK tevgera azadiyê ye. Li Şengalê pêşî li komkujiyek mezin girt. Xwedî li nirx û çanda mirovahiyê derket. Tiştên ku divê dewletan bikira PKK’ê kir. Di şert û mercên zehmet de ew komkujî pêşî lê girt. Tenê PKK li dijî faşîzma DAIŞ’ê derket. Her kesî ev dît. Gelê Rojhilata Navîn hêza xwe ji PKK’ê digirin. Kes vê înkar nake.

DIVÊ CENEVRE 3 JI BO AŞTIYÊ BÊ NIRDANDIN

Bayik diyar kir ku têkçûna Cenevre 1-2 ji bo krîza Sûriyeyê pêk hatiye û got: “Daxwaza min ev e ku Cenevre 3 bicive. Pirsgirêkên Sûriyeyê bi şer çareser nabin. Dîsa derket holê ku DAIŞ ji bo gelên Rojhilata Navîn xetereyek mezin e. Navenda DAIŞ’ê Sûriye ye. Dixwaza Iraq û Sûriyeyê wek navend bi kar bîne û dîktatoriya xwe ava bike. Ji bo ev xetere ji holê rabe divê pêre şer bêkirin. Ji ber vê divê Sûriye navend bê dîtin. Divê wisa şer bê kirin. Cenevre 3 jî dikare wisa kom bibe.

DAIŞ tehdîdek hevpar ava dike. Rojava û hemû partiyên din, rejîma Sûriyeyê û muxalefet divê li dijî xetereyên DAIŞ’ê şer bikin. Cenevre 3 dîsa ji bo aştiya Sûriyeyê dikare bê pêkanîn. Li gorî Cenevre 1-2’ê niha şans zêdetir e. Dewletên Navneteweyî û DYA’yê gotin divê li dijî DAIŞ’ê şer bê meşandin. Ev rast e, lê divê ji bo vê bi Rojava re bikevin têkiliyê. Heta divê bi rejîmê re di nava têkiliyê de bin.

PÊNGAVÊN PRATÎK NEYÊN AVÊTIN ÇARESERÎ NE PÊKANE

Bayik hikûmeta nû û pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê nirxand û got divê gel li dijî lîstikên tên lîstin baldar bin û got: “Dibêjin em ê çareser bikin. Heta digotin heta dawiya Îlonê dê nexşerê diyar bikin. Hikûmeta berê jî û ya niha jî Erdogan bi rê ve dibe. Di axaftinan de tiştên xweş dibêjin, lê di pratîkê de tiştek tune. Bila gelê me xwe nexapîne, bi van axaftinan bawer neke.

Belkî ji ber ku Rêber Apo dibêje baş e, ew jî dibêjin baş e. Lê Rêber Apo tiştek wisa ye. Tiştên pêwîst dibêje. Rêber Apo ji bo pêvajoyê nabêje baş e, nabêje xetere nemaye. Rêber Apo jî di nava pêvajoyê de ye em jî. Em di nava pêvajoyê de ne û rewşê herî baş jî em tehlîl dikin. Encamê weke ku baş e nîşan didin. Ev şerekî psîkolojîk e. Divê gelê me baldar be.

Heta îro hemû pêngavên hatine avêtin berhemên serokatiya me ne. Dewleta Tirk pêngavek jî neavêtiye. Niha jî dibêjin em amade ne bi Qendîlê re rûnin. Ev jî wek pêngaveke nû tê nirxandin. Dixwazin gel bixapînin. Heta niha hemû pêngavên wan avêtine ji asîmîlasyon û qirkirinê re xizmet kiriye. Çend roj berê şehîdgeh texrîb kirin. Şehîd ji bo Kurdan nirxên herî pîroz in. Lê êrîşî wan nirxan dikin.

Tiştekî din a girîng ev e ku divê hêzên demokrasiya Tirkiyeyê hikûmetê bikin tengezariyê. Divê zorê lê bikin pêngavan bavêjin. Ger pêngav neyê avêtin kes bi wan bawer nake û dibin sedema şer.

DIVÊ BIMEŞIN MIDÛRIYETÊN PERWERDEHIYÊ

Bayik diyar kir ku ger ziman ji holê rabe dê çand jî rabe û got: “Ger ku Kurd bixwazin bijîn û pêşeroja xwe di destê xwe de bigirin divê zimanê xwe esas bigirin û bi xwendin û nivîsandinê pêş bixînin. Divê bi hemû zaravayan ziman bê pêşxistin. Kurd bi perwerdehiya tirkî pêş nakevin. Li Kurdistanê armanca avakirina dibistanan ne ku ciwan xwe pêş bixînin û xwe nas bike ye. Li van dibistanan dixwazin hemû Kurdan bikin tirk. Divê gelê me van dibistanan boykot bikin. Dikarin hefteyekê neçin. Divê hemû neçin.Divê Kurd ji vê boykotê re pêşengiyê bike. Gel vê bibîne dê zarokên xwe neşînin. Divê bimeşin Midûriyetên Perwerdehiyê. Divê daxwaza zimanê zikmakî bê kirin. Ger ev protesto bên pêşxistin dê bigihêjin armanca xwe.”