1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Ji bo yekitiya neteweya demokratîk biçin ser sindoqan
Bayik: Ji bo yekitiya neteweya demokratîk biçin ser sindoqan,bayik,ji,bo,yekitiya,neteweya,demokratîk,biçin,ser,sindoqan

Bayik: Ji bo yekitiya neteweya demokratîk biçin ser sindoqan

A+ A-

25.03.2014 07:00:01 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik der barê hilbijartinên herêmî de bang kir û bi taybetî girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyona dewleta Tirk dixwaze li herêmên Dêrsim, Çewlik û Elezîzê biafirîne. Bayik destnîşan kir ku her dengekî ji bo BDP'ê wê bê wateya têkçûna sîstema mêtînger.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê ji bo gelê Dêrsim, Çewlik û Elezîzê wiha axivî:

"Gelê me yê Kurdistanê îsal cejna Newrozê û hilbijartinên herêmî bi hev re dijîn. Bi vê munasebetê ez cejna Newrozê ya gelê me yê li Dêrsim, Çewlik, Elezîz û metropolên Tirkiyeyê pîroz dikim. Silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

DIYARÊN SERHILDANÊ

Dêrsim, Çewlik û Elezîz diyarê berxwedan û serhildanê ye. Li vê herêmê gelek berxwedan, di heman demê de komkujî hatin jiyîn. Welatparêziya Dêrsim, Çewlik û Elezîzê xurt e. Gelê Dêrsim, Çewlik û Elezîzê, ji ber ku teslîmî mêtîngeriya Tirk nebûn, rastî komkujiyan hat û serî hilda. Mêtîngeriya dewleta Tirk xwest bi komkujiyan re ser vê berxwedanê bigire. Xwest herêma Kurd bi temamî ji holê rake. Bi taybetî li Elezîzê siyaseta mêtîngeriyê, siyaseta înkar û îmhayê li ser vê bingehê bi pêş xist. Bi vî rengî xwestin li tevahiya Kurdistanê serdest bin. Asîmîlasyon, qirkirina fîzîkî û çandî pêk anîn. Lê belê her çiqasî ev siyaset meşandin jî, nekarî encamê jê bigirin. Ji ber ku PKK'ê û Rêber Apo destûr neda mêtîngeriya Tirk ku encamê bigire. Dibe ku dewletê li Dêrsim, Çewik û Elezîzê; raperînên Şêx Seîd û Seyît Riza tepisand. Li ser vê bingehê komkujiya spî, sirgûn, hovîtî û parçekirin pêk anî, lê belê dîsa jî nekarî encamê bigire.

DIVÊ XWEDÎ LI DÎROKA XWE YA BI RÛMET DERKEVIN

Pêwîste Dêrim, Çewlik û Elezîz, yekitiya xwe ya xwe dispêre dîroka wan a bi rûmet ava bikin; ev roj ew roj e. Ev firsend êdî ketiye destê gelê me. Pêwîste xwedî li dîroka xwe ya bi rûmet derkeve û vê dîrokê careke din zindî bike. Ya hêjayî Dêrsim, Çewlik û Elezîzê, ev e. Ji bilî vê ti tişt hêja nayê dîtin. Berdêlên giran hatine dayîn, divê pêşeroja vê herêmê wiha be. Dêrsim, Elezîz û Çewlik nikare vê înkar bikin. Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê ev firsend îro afirandiye. Ya xuya dike ew e ku gelê Dêrsim, Çewlik û Elezîzê wê xwedî li dîroka xwe derkeve. Vê yekê jî bi hilbijartinên 30'ê Adarê re her kesê bibîne.

MÊTÎNGERÎ Û DESTÛRA BINGEHÎN A 12 ÎLONÊ HATINE REDKIRIN

Divê gelê me yê Dêrsimê Elewîtiyê, zaravayên Dimilkî û Kurmancî bi hêsanî îfade bike û bijî. Gelê me yê Çewlikê zazatiya xwe, ola xwe çawa dixwaze divê bi wî rengî bijî. Gelê me yê Elezîzê divê li dijî asîmîlasyon û qirkirina çandî careke din rabe ser piyan. Divê Elezîz, Çewlik û Dêrsim yekitiya navbera xwe de xurt bikin. Daxwaza gelê me yê Elezîz, Dêrsim û Çewlikê ya israra di Kurdayetî, welatparêzî, demokratîkbûyîn, azadiyê de xurt e. Eger li Çewlikê 12'ê Îlonê destûra bingehîn a Kenan Evren bi rêjeyek zêde hatiye redkirin, ev yek nîşan dide ku gelê Çewlikê mêtîngeriyê qebûl nake. Eger li Çewlikê ol xurt e, ev yek jî nerazîbûnek li dijî mêtîngeriya Tirk e. Lêgerîna xwedîderketina li cewhera xwe ye. Nasnameya ol ji bo Çewlikê rola parastina nirxên neteweyî lîstiye.

CHP PARTIYA DEWLETÊ YA QETLÎEMKAR E

Gelê me yê Dêrsimê komkujî û qirkirina lê hatiye kirin, ti carî ji bîr nekiriye. Pêwîste gelê me yê Dêrsimê li hemberî dewletê, li hemberî partiya dewletê CHP'ê rawest e. Komkujiya hatiye jiyîn ji aliyê CHP'ê ve hatiye kirin. Deng ji qetlîemkaran re nayê dayîn, divê neyê dayîn. CHP'ê xwest Dêrsimê ji holê rake. Gelê me yê Dêrsimê, divê xwedî li Elewîtî, Kurdayetî û ola xwe derkeve. Eger xwedî li xwe derdikeve wê dengê xwe bide namzetên BDP'ê; di nava BDP'ê de cih bigire. Li ser vê bingehê eger bersiv ji dîrokê re were dayîn, hingî wê Seyît Riza hatibe jiyankirin.

SIYASETA ÎNKAR Û TINEKIRINÊ WÊ TÊK BIÇE

Eger gelê Çewlikê karibe xwedî li namzetên BDP'ê derkevin wê şaredariyan qezenç bike; wê xwedî li dîroka Şêx Seîd derketibe. Eger Dêrsim, Çewlik û Elezîz ji bo Kurdayetî, welatparêziya xwe careke din rabe ser piyan, wê siyaseta înkar û tinekirinê têk biçe. Ev yek wê were wateya têkçûna mêtîngeriya dewleta Tirk. Ji ber ku li van deveran serhildan û berxwedanên mezin hatine jiyîn, berdêlên mezin hatine dayîn. Eger Kurd nemiribe, ji ber ê nemiriye. Kurdê dijî, bi saya van berdêl û berxwedanê dijîn. Eger em naxwazin berdêlên zêdetir bidin, divê me ji van hilbijartinan encamên baş werbigirin. Di rewşeke berevajî de wê siyaseta mêtînger, asîmîlasyon û qirkirina çandî xwedî bandor bin.

DIVÊ EM ŞEHÎDÊN XWE BIDIN JIYÎN

Pêwîste nirx û destketiyên têkoşînê yên şehîdên me afirandine, neyên ji bîr kirin. Ji bo em şehîdên xwe mezin bidin jiyîn, em têdikoşin. Eger em bi ser bikevin wê Tirkiye demokratîk bibe. Dê li Kurdistanê pirsgirêka Kurd hber bi çareseriyê ve biçe. Di heman demê de encamên ji hilbijartinan werin bidestxistin, wê xizmetî azadiya Rêber Apo bikin. Azadiya Rêber Apo ne tenê azadiya gelê Kurd, azadiya tevahiya gelan e; azadiya çand û olan e. Ev bedewbûn û serketina jiyanê ye. Jiyana bi azadî û demokrasiyê ye.

CIHÊRENGÎ DEWLEMENDIYA ME YE

Divê tevahiya gelê me, gelê me yê Dêrsim, Çewlik û Elezîzê jî xwedî li hebûna xwe derkeve; çawa dixwaze bijî bi wî rengî bijî. Tevgera me ya azadiyê jî, kî xwe çawa dibîne bi wî rengî qebûl dike. Ferzkirin yan jî nêzîkatiyek ku bişibîne xwe, nîne. Xwedî feraseta dewleta Tirk nîne ku dewlet dibêje ez çawa dixwazim tuyê bibe mîna min. Tevgera azadiyê ti carî bi vî rengî nêzî gelan, olan û çandan nebûye. Kîjan gel, ol, çand dixwaze çawa îfade bike, ew bi vî rengî bi nasnameya wan qebûl kiriye.

ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

PKK neteweya demokratîk esas digire; dixwaze pirsgirêkê bi neteweya demokratîk çareser bike. Kurdistan bi van dewlemendiyan re bedew e, rengîn e, zindî ye. Tişta ku dewleta Tirk a mêtînger dixwaze bike jî, bêparhiştina Kurdistanê ji van hemû reng û dewlemendiyan e. Gelê Kurdistanê bi rastiya xwe ya gel, nasnameya xwe ya cewherî, ol û çanda xwe divê bi wesîleya van hilbijartinan careke din rabe ser piyan. Pêşengiya vê jî wê Dêrsim, Çewlik û Elezîz bike. Bi rola xwe ya pêşengiyê ya di dîrokê de mîrateyek mezin li dû xwe hiştin. Destûr nedan mêtîngerî bi ser bikeve. Eger PKK'ê têkoşîn bi pêş xist û anî roja îro, di bin vê rastiyê de kevneşopiya berxwedanê ya Dêrsim, Çewlik û Elezîzê heye.

DIVÊ XWEDÎ LI HILBIJARTIN Û SINDOQAN BÊ DERKETIN

Pêwîste tevahiya gelê me, zarok kal li dora namzetên BDP'ê bicivin, bi şev û roj bixebitin û berê xwe bidin serketinê. Divê xwedî li hilbijartin û sindoqan bê derketin. Pêwîste destûr neyê dayîn ku dewlet di roja hilbijartinê de fen û lîstikan bike. Divê destûr ji AKP û partiyên din ên dewletê re neyê dayîn ku bi rê û rêbazên din qezenç bikin. Di vê mijarê de pêwîste ji hilbijartinên dema derbasbûyî ders bê derxistin. Wezîfedarên hilbijartinê, ne tenê heta vekirina sindoqan, divê heta encam ji navendê re bê dayîn û encam were îlankirin, li ser sindoqan neçin. Divê tedbîr werin girtin. Eger yekitiya neteweyî, yekitiya gelan, yekitiya neteweya demokratîk bi xurtî were pêşxistin, emê karibin li Dêrsim, Çewlik û Elezîzê encamên baş bistînin.Ji bo yekitiya neteweya demokratîk, divê her kes biçin ser sindoqê û dengê xwe bide xwe. Ev serketin wê xizmetî demokrasî û azadiyê bike. Li ser vê bingehê ez careke din silav û hurmetên xwe dişînim ji gelê xwe re."