Bayik: Me gelek kesên wekî Tayyip dît!
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser daxuyanî û hewldanên Erdogan ên li hemberî gelê Kurd
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser daxuyanî û hewldanên Erdogan ên li hemberî gelê Kurd û Erdogan weke “Nîhal Adsizê” duwemîn bi nav kir. Bayik got: “Em dixwazin jê re bibêjin aqilê xwe bîne serê xwe, lê bi vî serî ne mumkun e ku bikaribe aqilê xwe bîne serê xwe. Ev ser encax serê xwe li zinaran bide.”Dê kurd, di sala 2013’an de jî û piştî wê jî nîşanê AKP’ê bidin ka cîhan çawa ye.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Nîhal Adsizê II’yem” ku di rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin, êrîş û polîtîkayên Erdogan ên li hemberî Kurdan nirxand û got: “Bi tehdîtkirina kurdan û Têkoşîna Azadiya Kurdan nikarin bigihîjin tu derî. Vê erdnîgariyê çûyîn û hatina gelek kesên wekî Tayyîp dît. Yên ku dibêjin qey dê selteneta wan hezar salan bidome; dema li hember Tevgera Azadiya Kurd têk diçin em dibînin ku dikevin çi halî.” Bayik wiha domand: “Dê kurd, di sala 2013’an de jî û piştî wê jî nîşanê AKP’ê bidin ka cîhan çawa ye.”
Nivîsa Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye: “Bêguman Erdogan berê jî di warê îdeolojîk û siyasî de îslamiyê tirk e. Karakterê wî yê Tirk-Îslamî îro roj çênebûye. Encax desthilatiya 10 salan hem Erdogan hem jî AKP’ê xirab kiriye ku ev jî rastiyek e. Dema ku cara yekem hat û bû desthilatî ew çend xirab nebû. Ji ber ku ne karê hiş û aqilê ye ku mirovek an jî tevgerek e siyasî ev çend xirab bibe. Rastiya ‘desthilatî xirab dike’ bi awayekî herî şênber û berbiçav di rastiya Erdogan û AKP’ê de tê dîtin.
Birêz Şerafettîn Elçî der barê Erdogan û AKP’ê de nirxandina; “Erdogan ji kevneşopiyeke demokrat nayê, ne xwedî kesayeteke demokrat e; ji ber van sedeman dema di çend hilbijartinan de bi ser ket xwe winda kir. Ji ber vê yekê bi Erdogan re pirsgirêka kesayetiyê heye.” kiribû. Ya rastir rêzdar Elçî bi awayekî herî nazik Erdogan wiha pênase kiribû. Êdî aşkera bûye ku Erdogan fenomeneke patolojîk e. Ji bilî vê pênaseyê ne mimkûn e ku mirov kirinên Erdogan şîrove bike û vebêje. Bêguman zîhniyeta wî ya faşîst patolojîk e. Ev kesayeta patolojîk ku deh sal in desthilat e bi gotinek ji rêzê benê xwe qetandiye. Daxwaza desthilatê ew çend çavên wî tarî kiriye ku kî derdikeve pêşiya wî êrîş dike. Helbet aliyeke van êrîşan jî ji ber tirsa windakirina desthilatê ye.
Wekî kesayetekî muxatabgirtinan Tayyîp Erdogan çiqas pêkan û di cih de ye; ev mijareke din a nirxandinê ye. Ji ber ku ew nûnerttiya tevgereke siyasî dike. Ya ku wî araste dike nasnameya wî ya îdeolojîk û siyasî ye. Encax carna wisa diaxive ku kes nikare ji nedîtîve were û xwe ker û kor bike. Jixwe ew bi xwe li xwe mikur hat û got: “Ez ji bo ku rojevê destnîşan bikim diaxivim.” Yanî ev tê wateya ez ji bo ku serê gel tevlihev bikim û gel mijûl bikim dikarim derewan jî bikim, tiştên ku gel eleqedar neke jî dikarim dakim holê. Ev vegotin û uslub bi xwe jî diyar dike ku ew ne mirovekî siyasetê yê cidî ye.
Herî dawî axaftinek wisa kir ku bi gotineke ji rêzê mirov jê re bibêje; “parî giran be da ku bibêjin zilam e” dê ji bo wî bi xêrtir be. Camêr hat ji newalê bû xwediyê malê. Bi awayekî vekirî ji kurdan re dibêje; “yan hûn ê bibin koleyên me yan jî hûn ê ji vir biçin.” ev gotineke wisa ku bi awayekî şaşî ji devê wî derketiye nîn e.
Jixwe ne cara yekem e ku dibêje. Berî niha li Colemêrg û Wanê jî tek tekan dabû dû hev û piştre jî gotibû yê/a ku ne keyfxweş e bila û biçe. Wê demê rasterast ji gelê kurd re gotibû. Hin kasealêsên dorê jî ji bo ku gotinên wî rast bikin ketibûn nav hewldanan. Lê dîsa derket holê ku zîhniyeta wî ya esasî ev bi xwe ye. Axaftina xwe ya ku berî çend salan li Colemêrgê kiribû dubare kir: “ya ew ê tirkîtiyê qebûl bikin, ya ew ê qirkirina çandî qebûl bikin yan jî ew ê lêxin û biçin.” Ev axaftin axaftineke wisa bû ku tu nikarî aliyekî wî jî tevîl ango sererast û têkûz bikî. Aliyekî baş ê Tayyîp Erdogan heye ku heke tengav bibe û cama ku lê dinêre û dixîne ne li hemberî wî be nasnameya xwe ya rastîn, zîhniyet û niyeta xwe datîne holê.
Piştî ku got yek millet (Tê wateya qebûlnekirina hebûna kurdan û qebûlnekirina perwerdeya bi zimanê zikmakî.), yek welat (Redkirina hebûna welatê kurdan Kurdistanê ye.), yek dewlet (Nasnekirina xweseriya kurdan û nasnekirina xwe bi xwe birêvebirina kurdan e.) got ku “yên di nava vê potayê de nehelin mafê wan ê jiyanê jî tune ye.” Heta got ku zilm û pêkutiya herî mezin nehelîn e. Di esasê xwe de ev zîhniyet a sedan salan e. Ji ber ku ev pergal pergaleke wisa ye ku heke tu ne tirk bî hemû derî li rûyê te tên girtin, her dem û kêlî dikarî bi zext û pêkutiyan re rû bir û bimînî. Ev pergal du caran rûyê xwe yê rast nîşanî kurdan da. Ya yekemîn Nîhal Adsiz kir. Ya duyemîn jî Erdogan dike.
Bêguman ev sed sal in ku rêveberiya tirk di vê zîhniyetê de ye. Encax yên dinê ew çend bi awayekî vekirî ev yek nedikirin. Armancên xwe yên bêyom bi awayekî veşartî û bi rûpoş dixistin pratîkê. Bi vî awayî armanca wan ew bû ku civakê bixapînin. Erdogan van armancên xwe venaşêre, bi awayekî vekirî vedibêje. Carna AKP’î ku dixwazin rûyê xwe veşêrin jî her cara ku Erdogan axaftinekê dike wan vala derdixe. Jixwe rêveber, kasealêsên AKP’ê êdî pirî ku vala derketine westiyane. Bi gotineke ji rêzê Erdogan her roj wan dixe ofsaytê. Herhalde ji futbolvaniya wî jê re maye baş kesan dixe ofsaytê. Herî zêde jî Bulent Arinç û kasealêsên xwe yên kurd dixe ofsaytê.
Careke din hatiye dîtin ku tirkan li Tirkiyeyê netewperestiya tirk, heta îslamiya tirk nekirine. Neteweperestiya tirk, bingeha xwe ji Împaratoriya Awusturya-Macaristanê digire. Îslamiya tirk jî bingeha xwe ji Împaratoriya Almanyayê digire. Dikare were nîqaşkirin ka ev rast in, yan ne rast in. Lê ev aşkera ye ku li Tirkiyeyê, netewperestî ji aliyê komên devşirmeyên ku bi eslê xwe ne tirk in ve hatiye pêşxistin. Tayyîp Erdogan gurcu ye, lê ji kurdan re dibêje ji welatê xwe biçin.
Divê Tayyîp bizanibe ku tirk, bi piştgiriya kurdan li Anatolyayê bi cih bûn. Mayîna wan a li Anatolyayê jî dîsa bi piştgiriya kurdan pêk hat. Heta Osmanî bi xwe jî piştî ku bi kurdan re pirsgirêkên xwe çareser kirin, berê xwe dan Başûr û Rojava. Komara Tirkiyeyê bi kurdan re hat damezirandin. Ger bi kurdan re têkiliyên baş daneniya; dê ne hez- ar sal berê, ne jî sedsal berê tirkan nikaribûna li Anatolyayê hebûna xwe berdewam bikirana. Ger bi vê awê heqaret li kurdan were kirin, biçûk werin dîtin, tune werin hesibandin û bibêjin em ê heta dawiyê şer bi kurdan re bikin; dê sekna wan a li Anatolyayê jî zor bibe. Bila Tayyîp vê ji hişê xwe dernexe. Dibe ku ji ber cehaleta xwe diyalektîka têkiliyên kurd û tirkan nizanibe. Ger bi vê hişmendiyê berdewam bike dê Tirkiye belav bibe û sekna wan a li anatolyayê jî bikeve xetereyê. Divê Tayyîp Erdogan aqilê xwe bixebitîne. Ne tenê Tayyîp, divê hemû rêveberên Tirkiyeyê aqilê xwe bixebitînin. Nizanin çi dikin û bi çi dilîzin.
Bi tehdîtkirina kurdan û Têkoşîna Azadiya Kurdan nikarin bigihîjin tu derî. Vê erdnîgariyê çûyîn û hatina gelek kesên wekî Tayyîp dît. Yên ku dibêjin qey dê selteneta wan hezar salan bidome; dema li hember Tevgera Azadiya Kurd têk diçin em dibînin ku dikevin çi halî. Bila Tayyîp nebêje qey ev serkeftina wî ye! Generalên ku îro tên darizandin; piştî ku li hember Tevgera Azadiya Kurd têk çûn ketin wî halî. Jixwe Tayyîp bi xwe jî ditirse û dizane ku li hemberî PKK’ê têk biçe dê bikeve nav dest û piyan. Ji ber wê heta jê tê bi gotinan êrîş dike.
Divê Tayyîp bizanibe ku çareseriya neketina vê rewşê, ev polîtîka û ziman nîn e. Ev ziman û polîtîka dê wî jî bixe rewşa yên ku îro li Silîvriyê ne. Em dixwazin jê re bibêjin aqilê xwe bîne serê xwe, lê bi vî serî ne mumkun e ku bikaribe aqilê xwe bîne serê xwe. Ev ser encax serê xwe li zinaran bide.
Dê kurd, di sala 2013’an de jî û piştî wê jî nîşanê AKP’ê bidin ka cîhan çawa ye.
ANF NEWS AGENCY