Bayik: Rewatiya dadgehan nemaye
NAVENDA NÛÇEYAN 16.01.2014 08:55:03 Hevserokê Desteya Rêvebera KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku ti rewatiya dadgehên li Tirkiyeyê nemane û got, "Gotina dîlgirtiyên ji dozên KCK’ê tên darizandin a wekî ‘Em dadgehên we nas nakin’ di cih de ye. Divê heta Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin ev dadgeh neyên naskirin. Ev helwesta dîlgirtiyên Kurd bi qasî rojiya mirinê watedar e."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de, rewatiya dadgehên li Tirkiyê nirxand.
Bayik di gotara xwe ya bi sernivîsa "Rewatiya dadgehan nemaye" de vê nirxandinê dike:
"Li Tirkiyeyê dîsa rewatiya dadgehên taybet tê nîqaşkirin. Niha gelek derdor dixwazin ku dadgehên taybet ji holê bên rakirin. Êdî ev yek aşkera bûye ku heta ku dadgehên taybet hebin li Tirkiyeyê mirov nikare qala demokratîkbûnê bike. Ji ber ku ev dadgeh li hemberî hêzên demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin hatiye avakirin. Hêzên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin li hemberî vê dadgehê ne. Ev dadgeh li hemberî demokrasiyê ye. Bi taybetî jî li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan tevdigerin. Ji ber ku Kurd bigihêjin azadiya xwe wê demê divê Tirkiye demokratîk bibe.
Komara Tirkiyeyê ji aliyekê ve bûye komara dadgehên taybet. Biryar û pêkanînên van dadgehan bingeha karakterê dewletê diyar kiriye. Bîrdozî û xeta siyasî ya komara Tirkiyeyê dadgehên Takrîrî Sukûn û Dadgehên Îstîklalê diyar kiriye. Parêzvanê komarê di bingeha xwe de ev bi xwe ne. Di wê demê de Sê Alî yên li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê teror dimeşandin hebûn û ji wan re Dîwana Sê Aliyan dihat gotin. Wê demê digotin ‘Xwedê tu kesî nexe berde destê wan’. Niha jî ev Dîwana Sê Aliyan bi şêweyên cuda berdewam dike.
Kurdistan jixwe her dem bi qanûnên OHAL’ê hatiye birêvebirin. Ev jî di bingeha xwe de bicihbûha dadgehên rewşa awarte ye. Bi zanebûn an jî bi nezanî Kurdên tiştên ku desthilatdariya dewleta Tirk dixwaze pêk naynin bi xezeba wê re rû bi rû dimînin. Ji dema darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî heta niha ev dadgeh ji bo Kurdan bûne dadgehên qirkirina çandî. Pêkanînên qirkirinên din li ser vê qirkirina siyasî bi pêş dikeve û teşe digire.
Qirkirinên siyasî yên ku di dema vê komara Tirkiyeyê de li ser gelê Kurd pêk aniye, li tu devera cîhanê pêk nehatiye. Heta ku ev qirkirina siyasî ya li ser Kurdan bidome dê çepgirên Tirk jî nesiba xwe ji vê bigirin. Ji bo vê qirkirina siyasî bi rêk û pêk bimeşînin divê çepgirên Tirk û demokratan di bin çewisandin û zextan de bihêlin. Jixwe bi tirsa ku Kurd ji vê demokratîkbûna Tirkiyeyê sûdê wergirin hêzên ku têkoşîna demokrasiyê dimeşînin dibin çewisandinê de dihêlin. Dibêjin ‘Em Kurdan di qirkirinê de derbas bikin û dawiyê em ê demokrasiyê bifikirin’. Ev rastî bûye qanûna siyasî ya Tirkiyeyê.
Faşîzma 12’ê Îlonê bê çawa dijminatiya Kurd û çepgiran di nava hev de meşandine bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Bi fikra ku çepgir rê li ber bingeha Têkoşîna Azadiya Kurdan vedike, ji bo bêbandorkirina wê hemû rê û rêbaz bi kar anîn. Beriya 12’ê Îlonê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hebû. Piştî 12’ê Îlonê Dadgehên Leşkerî xebitîn. Ji 1990’î şûnde jî dadgeh ji 12’ê Îlonê wêdetir bi ser Kurdan de hatin. Girtin ji 12’ê Îlonê zêdetir bûn. Mirov dikare bibêje ji her malekê kesek girtin û avêtin zindanê. Bi salên 90’î re Kurd di cîhanê de herî zêde yên ji ber fikrên xwe yê siyasî hatin girtin. Bi wisa bûbû ku li Kurdistanê yên 10 sal radizan ji rêzê dihat dîtin. Ji ber ku hejmara kesên ku 15-20 sal radizan zêde bûbû, qala 10 salan nedihat kirin.
Ji salên 90’î vir ve zindan qet vala nebûn. Hê jî li seranserî Tirkiyeyê dîlgirtiyên Kurd di zindanan de tên girtin. Rêberê Gelê Kurd di zindanê de 15 sal tijî kir û niha dikeve sala 16. Ev rastî jî bi tena serê xwe bê rêbazekî hevbeş a şer çawa li hemberî dadgeh û Kurdên di zindanê de tên girtin de meşandine nîşan dide. Ger ku di girtîgeheke yek kesî de Rêberê Gelê Kurd 15 salan bê girtin, ev ji bo rewşa Kurdan rastiya Tirkiyeyê radixe ber çavan.
Di dema hikûmeta AKP’ê de OHAL hat rakirin, lê ji OHAL’ê wêdetir pergala dadgeh û zindanê pêk anîn. Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re di dema AKP’ê de bû qanûna faşîst a dagirkeriya herî dijwar. Wisa bûye ku kesên mezin ne bes e niha zindanan bi dîlên zarok tijî kirine. Di dema hikûmeta AKP’ê de ji bo çewisandina Kurdan hiqûqa herî faşîzan a terorê li ser Kurdan meşandin. Dadgehên Taybet bûn cihê çewisandina di serî de Kurdan û muxalîfan. Êdî Dîwana Sê Aliyan daketiye bajaran. Bê şerm û fedî wekî ku henekê xwe bi gel bikin navê dadgahên leşkerî kirine dadgehên azadiyê. Seranserê Tirkiyeyê bi van dadgehan tijî ye.
Ev dadgeh piştî dest hin derdorên li Tirkiyeyê da û herî dawî jî dest AKP’ê da pergala darazê hat nîqaşkirin. Bi awayekî aşkera hat dîtin ku ev dadgeh bûye dadgehên siyasî yên amûrê çewisandina mûxalîfan. Ev dadgehên ku ji aliyê Kurdan ve tu carî rewatiya wan çênebûye, niha li seranserê Tirkiyeyê rewatiya xwe winda kirine. Di vî alî de gotina dîlgirtiyan ji dozên KCK’ê tên darizandin a wekî ‘Em dadgehên we nas nakin’ di cih de ye. Divê êdî heta Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin van dadgehan nas nekin. Ev helwesta dîlgirtiyên Kurd bi qasî rojiya mirinê watedar e. Heta encamên siyasî yên bi bandortir derxîne holê û di dema xwe de ev helwest hatiye nîşandan. Ev helwesta wan dê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de û çareserkirina pirsgirêka Kurd de rola dîrokî bilîze."