1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Tirkiye li dijî hemû pêşniyarên me derdikeve
Bayik: Tirkiye li dijî hemû pêşniyarên me derdikeve,bayik,tirkiye,li,dijî,hemû,pêşniyarên,me,derdikeve

Bayik: Tirkiye li dijî hemû pêşniyarên me derdikeve

A+ A-

MÛRAT KÛSEYRÎ - STOCKHOLM 05.11.2013 07:08:43 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya rojname ya Swêdê Dagens Nyheter de diyar kir ku li pêşberî hemû gavên wan ên erênî yên ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê, Tirkiyê ji hemû pêşniyarên wan re gotiye na.

Yek ji rojnameya herî mezin a Swêdê Dagens Nyheter hevpeyvîna li gel Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji manşetê da û bi sê rûpelan cih da nêrînên Bayik ên li ser rewş û bûyerên li Kurdistan û Tirkiyê.

Di hevpeyvîna çend roj beriya serdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, li gel nêrînên Bayik her wiha ji mijarên avabûn û pêşveçûna PKK'ê, têkoşîn û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re cihekî berfireh hat veqetandin.

Bayik ji nûçegîhanên rojnameyê Lars Lîndqkîst û Mîchael Wînîarskî re diyar kir ku ji bo cîhana derve wan baştir fêm bike wî pêşniyara hevpeyvîna li gel Rojnameya Dagens Nyheter qebûl kiriye û destnîşan kir ku PKK hînê aştiyê dixwaze, lê belê ji bo pêkhatina vê divê aliyê pêşber yanî Hikûmeta Enqereyê bi rastî muzakereyê bixwaze. Bayik anî ziman ku ew hêvî dike dê peyama wî bigihêje Hikûmeta Swêdê û Yekitiya Ewropayê û dê ji bo destpêkirina muzakereyan zext li Enqereyê bê kirin.

PÊVAJOYA AŞTIYÊ MIR LÊ EM DIXWAZIN JI NÛ VE ZINDÎ BIKIN

Bayik got, "Pêvajoya aştiyê mir lê em dixwazin ji nû ve zindî bikin. Mixabin Tirkiye ji hemû pêşniyarên me yên ji bo çareseriyê dibêje na" û anî ziman ku Hikûmeta Tirk berpirsyariya peymana bi PKK'ê re bicih neaniye, îdîayên ku dibêjin bi tenê ji sedî 20 ê gerîayan ji Tirkiyê derketine ne rast in, piraniya gerîla Tirkiye terikandine. Bayik ji bo destpêkirina muzakereyan sê şertên girîng bi vî rengî xist rêzê: "Ya yekemîn divê ji rewşa Ocalan re çareseriyek bê dîtin. Ev çend sal in nikare bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike. Ya duyemîn; pêwistî bi Destûreke Bingehîn a mafên Kurdan ewle dike heye. Ya sêyemîn jî rakirina qanûna têkoşîna li dijî terorê ye."

Li ser pirsa; gelo ev ultîmatome yan na, Bayik got, "Ji bo bidawîbûna pêvajoyê me demeke diyar destnîşan nekirin. Lê belê divê hikûmet pêvajoyê dereng nexîne. Tirkiyê li m qedexe kir ku em bi zimanê xwe biaxifin. Neçare ew bi plansaziyeke demê re bên." Bayik ragihand ku Enqere di vê mijarê de bi daxwaz nîne û got, "Li herêmên hêzên me xwe jê vekişandin, leşkerên Tirk bicih bûn û hînê bi tundî û dijwariyê dest li xwepêşandanan werdidin."

TIRKIYE HÎNÊ QEBÛL NAKE KU KURD NETEWEYEKE

Bayik ragihand ku wan di nava "Pakêta Demokrasiyê" ya Serokwezîrê Tirk Erdogan beriya mehekê aşkera kir de tiştek nedîtine û got, "Hînê mûameleya zimanekî biyanî li Kurdî dikin. Ji bo perwerdeya bi Kurdî divê mirov pere bide. Tirkiye hînê qebûl nake ku Kurd neteweyeke."

Ji bo pirsa rojnamevanan a li ser îdîayên Erdogan ku vê pakêtê ji bo Tirkiyê gaveke girîng dibîne û weke sedema rêveneçûna pêvajoyê jî 'nakokiya navbera Ocalan û rêveberên KCK'ê yên li Qendîlê' de nîşan dide, Bayik ev bersiv da, "Ocalan lîderê me ye ku stratejiya me diyar dike. Em jî di warê taktîk û pratîk de vê bicih tînin." Bayik gotinên Erdogan ên îdîa dike ku di navbera Qendîl û Ocalan de nakokî hene, yekser red dike.

Bayik bibîr xist ku PKK a di salên 1970 de ava bû xwe weke Marksîst-Lenînîst bi nav dikir û ji bo Kurdistaneke Serbixwe têdikoşiya û got, "PKK ya di roja me de cuda ye. Ne Kurdistaneke serbixwe em êdî konfederasyona demokratîk û xweseriyê dixwazin. Mîna çandên din, çanda Kurd jî divê karibe bi awayekî azad bi pêş bikeve."

YÊN KU PALME KUŞTIN XWESTIN ZERARÊ BIDIN PKK'Ê Û KURDAN

Bayik di hevpeyvîna xwe de kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme jî nirxand û got, "Mîna ku tê zanîn di serî de Mudurê Emniyetê yê Stockholmê yê wê demê Hans Holmer gelek şefên polîsan, ji kuştina Palme ya di Sibata 1986'an a li nava kolanê de PKK berpirsyar girtibûn. Li dijî şoreşger û welatparêzên Kurd operasyon pêk anî bûn. Yên ku ev sûc kirin xwestin zerarê bidin Kurdan û PKK'ê. Mîna Palme Swêdî her tim bûne dostên me. Haya gelê Swêdê ji neheqiya li Kurdan tê kirin, heye."