Bayik: Ya rast ne piştgirîdayîn e, tevlîbûna li şoreşa Rojava ye
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Gotina 'Ez piştgiriyê didim Şoreşa Rojava' şaş e. Divê were gotin ku ji bo pêkanîna jiyana xwe ya azad û demokratîk em di nava Şoreşa Rojava de cih digirin." Bayik diyar kir ku divê li Serêkaniyê, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Silopî jî sînor ji holê bên rakirin destnîşan kir ku şoreşa li Rojava wê bi ser bikeve.
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de beşdarî û çalakiyên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê nirxand.
Bayik diyar kir ku rakirina sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ciwanên Kurd ve şoreşeke mezin a neteweyî ye û got, "Ne tenê Pirsûs û Bêrecûk, divê li Serêkaniyê, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Silopî jî ev sînor ji holê were rakirin."
Bayik destnîşan kir ku Şoreşa Rojava wê bi ser bikeve û ev serketin wê bibe serketina jiyana azad û demokratîk a hemû parçeyên Kurdistanê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ev nirxandin kir:
"Di pêvajoyeke ku Şoreşa Rojava derbasî sala sêyemîn dibe de, li cihê ku şoreşê dest pê kir, li Kobanê berxwedan bilind dibe. Girêdayina bi azadiyê re û îradeya berxwedêr a gelê kurd ji tevahiya cîhanê re tê nîşandan. Ev rastî radixe ber çavan ku Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna 40 salî re gelekî ku ji bo azadiya xwe li ber xwe dide afirandiye. Ev rastiya gel bi şêwazê şoreşa Kurdistanê ku bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di şert û mercên herî giran de têkoşiya û bi ser ket ve hatiye afirandin.
GELÊ ROJAVA HER TIM BÛYE NÎŞANEYA YEKITIYA NETEWEYÎ
Li Rojava şoreşeke mezin a demokratîk pêk hatiye. Ev şoreşa mezin a demokratîk di encama xebatên Rêberê Gelê Kurd ên 20 salan li Rojava meşandin û şoreşa mezin a bakurê Kurdistanê pêk hatiye. Bêguman cîhgirtina di nava têkoşînê çar parçeyên Kurdistanê ya gelê Rojava jî di pêkhatina vê şoreşê de xwedî pareke mezin e. Bi hezaran ciwanên gelê Rojava di serî de bakurê Kurdistanê di encama têkoşînên li tevahiya Kurdistanê de şehîd ketin. Gelê Rojava her tim nîşan daye ka yekitiya neteweyî dikare çawa pêk were.
Gelê Rojava bi dehan salan li parçeyên din ên Kurdistanê têkoşîn da, niha jî dem hatiye ku li parçeyên din ên Kurdistanê gel, ciwan û jin ji bo gelê Rojava têkevin nava têkoşînê. Bêguman ji bo Rojava rabûna ser piyan a hemû parçeyên Kurdistanê berpirsiyariyeke exlaqî û siyasî ye. Êdî çarenûsa parçeyekî, çarenûsa parçeyên din ê Kurdistanê ye jî. Bi yek parçeyî rizgarî ne mimkun e. Ji ber vê yekê jî destek dayîna Têkoşîna Azadiyê ya parçeyekî tê wateya destek dayîna têkoşîna azadiyê ya tevahiya parçeyan. Li aliyê din hemû parçeyên din deyndarê gelê Rojava ne. Ji ber dayîna deyn be jî divê gel û ciwanên parçeyên din beşdarî Şoreşa Rojava bibin.
REWATIYA SÎNORAN ÊDÎ NEMAYE
Derbaskirina sînor û beşdarbûna Şoreşa Rojava ya ciwanên bakurê Kurdistanê girîng e. Divê were nîşandan ku ev sînor ne rast in. Ji bo gelê kurd ku ji Lozanê heta niha di hiş û dilê wan de sînor hatibûn avakirin, rakirina van sînoran şoreşeke mezin a neteweyî ye. Rewatiya sînoran ne maye. Ev bûyer nîşan dide ka yekitiya neteweyî di kîjan astê de bihêz bûye. Ji xwe têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd tê meşandin re sînorên li çar parçeyan hatibûn danîn bi erdê re bûne yek. Di roja me de tevahiya van sînoran bêwate bûne. Doza azadî û serxwebûna kurdan bi vî rengî dikeve jiyanê. Dikare were gotin ku Misak-i Millî ku delegeyên kurd di Kongreya Sêwazê de xistin bin biryarê ku Rojava û başûrê Kurdistanê jî di nav de beyî mudaxalekirina sînorên siyasî di roja me de aktuel bûye. Sînorê di navbera Bakur û başûrê Kurdistanê ji demeke dirêj ve ji holê rabû bû. Niha jî sînorê Rojava û bakurê Kurdistanê ji holê rabû. Di fîlmê Kamal Sunal ê bi navê ‚propoganda‘ de sînor çiqas bêwate be, îro sînorê Rojava jî wisa bêwate bûye.
GOTINA 'EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM' ŞAŞ E, DIVÊ BÊ GOTIN 'EZ BEŞDAR DIBIM'
Beşdariya ciwanên bakurê Kurdistanê ya Şoreşa Rojava pêşketineke girîng e; lê belê pêwîstî bi xwe gihandina Şoreşa Rojava û bi tevahî bêwatekirina sînoran heye. Ne tenê Pirsûs û Bêrecûk, divê li Serêkaniyê, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Silopî jî ev sînor ji holê were rakirin. Bêguman li sînorê Pirsûs û Bêrecûkê çûyina bi hewara Şoreşa Rojava ve gelekî girîng e. Bi vê yekê re hewldana di ser Kobanê re dorpêçkirina Şoreşa Rojava û ambargo tê şikandin. Dorpêç û ambargoya li başûrê Kurdistanê ne hate şikandin, li bakurê Kurdistanê hatiye şikandin. Tiştê niha pêwistiya gelê Rojava pê heye ev e.
Berxwedana Rojava, berxwedana hemû parçeyan e. Ji ber vê yekê jî ketina rewşa piştgiran şaş e. Gotina ‘ez piştgiriyê didimê‘ bi xwe jî şaş e. Divê were gotin ku ji bo pêkanîna jiyana xwe ya azad û demokratîk em di nava Şoreşa Rojava de cih digirin. Ji xwe Rojava dirêjahiya bakurê Kurdistanê ye. Mayinên di navberê de hatine bicihkirin têkiliya van du parçeyan qut nekir. Li gundên her du aliyê sînor di encama teqîna mayinan de seqet mayîna gelek mirovên herêmê belgeya vê rastiyê ye.
Dîroka Kurdistanê ya sedsala dawî piştrast kiriye ku ji bo bidestxistina jiyaneke azad û demokratîk divê bedel werin dayîn. Kurdên ku li Kurdistan a li navenda Rojhilata Navîn e heta berdelan nedin nikarin jiyaneke azad û demokratîk bi dest bixin. Ev, qanûna jiyana azad û demokratîk a kurdan e. Berdxwedana 14’ê Tîrmehê îfadeya herî berbiçav a vê rastiyê ye. Şoreşa Rojava jî îfadeya herî berbiçav a roja me ya vê rastiyê ye. Berxwedêr û gelê Kobanê jî vê rastiyê dizanin û li ber xwe didin, berdêl didin û bi vê yekê re jî jiyana azad û demokratîk diafirînin. Ji ber ku kurd bi zanistiya vê qanûna jiyana azad û demokratîk tevdigerin tu hêz nikare wan bike kole, jiyana wan a azad û demokratîk asteng bike û wê ji niha û pêde jî asteng neke.
Şoreşa Rojava wê bi ser bikeve, ev serkeftin jî wê bibe serkeftina jiyana azad û demokratîk a hemû parçeyên Kurdistanê. Bi vê wesîleyê em bang li hemû kurdistaniyan dikin ku di nava Şoreşa Rojava de cih bigirin û bi rengekî çalak têkevin nava berxwedana Kobanê."