1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bazirgan dest dirêjî xwezaya Colemêrgê dikin
Bazirgan dest dirêjî xwezaya Colemêrgê dikin,bazirgan,dest,dirêjî,xwezaya,colemêrgê,dikin

Bazirgan dest dirêjî xwezaya Colemêrgê dikin

A+ A-

SAMÎ YILMAZ

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Colemêrgê bi salana dewlet darizandan tunekirin vê carê jî qadên darisantê ji aliyê bazirganên daran ve tên talankirin. Bazirganên darin bi dehan darên guzan li ber çavên hemû kesî dibirin û dibin. Dewlet çavê xwe ji qetilkirina xwezayê digire û ev yek jî dibe sedema fikarên "berdewamiya polîtîkayên ewlehiyê" Midûrê Karên Av û Daristanan ê Colemêrg jî diyar kir ku birîna daran qaçax pêk tê û têkildarî mijarê de karên fermî dane destpêkirin.

Li heremên Dostkî û Oremar ên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê bazirganên daran ve tê talankirin. Qadên bi salne ji ber operasyonên leşkeran hatin şewitandin û taxrîpkirin ji aliyê hin kesan ve tê talankirin. Li Ştazin bi sedan darên guzan hatin birîn û darên hatin birîn 50 metre dûrî Qereqola Şitazin in. Tê gotin kesên ji Kayserî, Bedlîs û Enqere hatin darên guzan dibirin û ji her darê re 500 û hezar TL. pere didin. Li gundê Bêsitkê li hemberî Qereqola Têlane bi tonan darên guzê hatin birîn û li nava gund hatin komkirin. Tê gotin ku bazirganên daran rastî tu astengiyan nayên û ev yêk jî perçeyek polîtîkayên qadê bêdar bikin e.

Hinceta ji bo darbirînê peydakirin!

Darên hatin birîn bi kamyonan tînin navçeyê. Ji kesên daran dibire M.B. wiha got: "Em daran ji bo hewcehiyên zivistanê dibirin. Berê li vir leşkeran dar dibirîn. Ji me re tu tişt nedigotin. Leşker, kadastro û midûriya daristanan got, 'Em dê li vê qadê darên meşe biçînin' destûrê didin me. Heke em nebirin dibêjin ev sazî dê bibirin. Heke ew dê bibirin em dê bibirin."

'Birîna daran qaçax e'

Midûrê Karên Av û Daristanê yê Colemêrgê Necemettîn Yilmaz jî wiha got: "Li qadên daristanan birîna daran teqez qedexeye. Midûriyeta me tu destûr nedaye û xebatekî me ya meşeyan jî tuneye. Heke çandina meşe hebe jî dê li qadên vala bê çandin. Darên tên birîn qaçax tên birîn.Têkildarî mijarê me li herêmê xebat da destpêkirin. Em dê derbarê berpirsiyaran de karên pêvîst bikin."

'Di nava 30 salan de qadên daristanê ji sedî 40 kêm bûn'

Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo ya Geverê Mesut Kiratli jî diyar kir ku dema li rojava daristan dişewitin û an jî dar tên birîn bi rojan di rojevê de dimîne. Kiratli anî ziman ku lê li Colemêrgê komkujiya xwezayê pêk tê tu kes vê yêkê nabîne. Kiratli lêkolînên li herêmê kirin jî wiha parve kirin: "Li ser giliyên welatiyan ên li Oremar, Colemêrgê û Şemzînan dar tên birîn em du rojan xebat meşand. Me bi xwe dît li herêmê nêçîrvanî û komkujiya daran pêk tê. Kesên tu nirxên exlaqî li ber çavan nagirtin darên herêmê hişk dikin. Li Şemzînan, Oremar, Çelê û Colemêrgê li her qada daristanê komkujiya daran pêk hatiye. Hemû darên şil û hişk tên birîn. Li Oremar û Şemzînan ji welatiyan re hatiye gotin ku 'Heke hûn nebirin dê dewlet bibire' û piştî vê yêkê komkujiya daran hatiye destpêkirin. Di nava 30 salên dawî de ji sedî 40 daristan kêm bûn e."

Kiratli da zanîn ku berpirsiyarê komkujiya xwezayê yê yêkemîn Midûriyeta Karên Av û Daristanan û Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ye. Kiratli, bilê kir ku ji ber ev szî tu tedbîran nagirin texrîbata xwezayê hatiye vê astê û wiha axivî: "Tu sazî di vê mijarê de dengê xwe dernaxi."

(bd/wk)