1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Başûr hinardeya petrolê radiwestine
Başûr hinardeya petrolê radiwestine,başûr,hinardeya,petrolê,radiwestine

Başûr hinardeya petrolê radiwestine

A+ A-

Hewlêr - Rêveberiya Başûrê Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta Bexdayê di rewşa ku para kurdan ya ji hatina petrolê nede, dê di 31’ê tebaxê de hinardeya petrolê bidin rawestandin.

Rêveberiya kurd ku di mijarên wekî îdare û parvekirina çavkaniyên petrolê de bi hikûmeta Bexdayê re pirsigrêkan dijîn, pêngaveke radîkal avêt. Rêveberiya Herêma Kurd ku ev demeke dirêje para xwe ji hatina petrolê ya welat nagire diyar kir k udi rewşa ku ev wisa bidome de dê ji 31’ê tebaxê şûnde hinardeya petrolê bidin rawestandin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezaqyî yê Başûrê Kurdistanê Aştî Hawramîn daxuyaniyek da û daxuyanî di malpera înternetê ya rêveberiya Federa ya kurd de cih girt.

Hikûmeta Iraqê, peymana bi şîrketên petrolê re ya Başurê Kurdistanê ku bêyî erêkirina wan hatibû kirin hincet nîşan da û para hatina petrolê ya kurdan bloke kiribû.

Ligel vê krîz zêdetir bû û ji Hewlêrê hamleyeke nû hate kirin. Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi Gazproma enerjiyê ya Rusyayê re du peymanên petrolê îmze kir. şîrketê ewil 260 mîlyon euro da û dê ji Germiyanê ku xwedî rezerva 3,6 mîlyar varîle ji sedî 40 û ji hewzaya Şakal jî ji sedî 80 par bigire.

Rêveberiya başûrê Kurdisanê heta sala borî bi şîrketên petrolê yên biçûk re peyman îmze dikir. Lê Exxon di meha cotmehê de daxuyanî da û piştî vê Total, Gazprom û Chevronê ji herêmê dest bi girtina petrolê kir.

ANF NEWS AGENCY