Başûrê Kurdistanê di bin avê de ma
A+
A-
HEWLÊR 28.01.2014 09:15:18 Wêne: Orhan Jiyan
Barana ji nişka ve bariya, di serî de Hewlêr gelek bajarên Başûrê Kurdistanê di binê avê de hişt.
Ji ber barana zêde ya roja Duşemê destpê kir, hin rêyên Hewlêrê dibin avê de man, piştre jî rêyên hemû kolanan hat girtin.
Wezaretan neçar man xebatên xwe bidin rawestandin. Hat ragihandin ku ji ber barana di şeva 27’ê Çile de barî, hin mirovên di malan de asê mane.
Rayedarê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê yê Afetê Fazîl Îbrahîm got ku barana di nava 24 saetên dawî de bariya bandora xwe li Hewlêr, Şemamik, Mexmûr, Dihok, Zaxo, Akrê, Silêmanî û gelek cihên din kiriye.
Tê payîn ku wê îro jî barîna baranê bidome.
Bêjeyên Miftehî başûrê,kurdistanê,di,bin,avê,de,ma