BDP'a Amedê AKP'ê hişyar kir!
4 Pûşper
AMED (DÎHA) - Rêxistina BDP'a Amedê ji bo ku balê bikişîne çalakiyên li hember çêkirina qerekol-kalekol û bendavan daxuyaniyek da. Cîgirê Hevserokê rêxistina BDP'a Amedê Eşref Mamedoglu, anî ziman ku berxwedanên gelê kurd ji bo hikûmeta AKP'ê hişyariyek e û heya hikûmet gavên şênber neavêje jî dê berxwedan bidome.
Rêxistina BDP'a Amedê der barê çalakiya gelê Licê ku ev bi rojan e li hember polîtîqayên AKP'ê ber xwe dide û zimanê AKP'ê yê di demên dawîn de bi kar tîne li ber avahiya xwe daxuyanî da. Ligel bi dehan hemwelatiyan rêveberên rêxistina BDP'a Amedê beşdarî daxuyaniyê û Cîgirê Hevserokê rêxistina BDP'a Amedê Eşref Mamedoglu daxuyanî xwend. Mamedoglu, da zanîn ku Hikûmeta AKP'ê di warê aştî, demokrasiyê û çareseriyê de heya niha tu gav neavêtine û ji bo berjewendiyê xwe tevgeriyaye. Mamedoglu, destnîşan kir ku AKP ji bo şer xwe amade dike û bi çêkirina qerekol, bendavan jî armanca xwe radixe ber çavan û wiha got: "Gelê me heya niha gelek caran AKP'ê ji bo ku pêvajo xerab nebe hişyar kir û bi berxwedanên xwe yên li Licê, Farqîn, Kanîreş û Meskanê jî sekna xwe aşkere kir. Ji ber ku ev berxwedan bi tenê li hember çêkirina qerekolan bê dîtin, ev ê şaşiyek mezin be."
'Dev ji gotinan berdin, gavên şênber biavêjin'
Mamedoglu, anî ziman ku ev berxwedanên Licê û Meskanê li hember polîtîqayên AKP'ê dest pê kirine û heya AKP gavên şênber neavêjin jî dê berdewam bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî gelê kurd ji axaftinan zêdetir gavên şênber dixwaze heya ku ev gav neyên avêtin jî dê berxwedana gel a bi rûmet li Kurdistanê belav bibe." Mamedoglu, li ser axaftinên Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay ku derbarê pêvajoya dîyalogê de gotibûn jî sekinî û got ku divê ew ji hişmendiya dewletwariyî rizgar bibin û heke hebe jî behsa gavên şênber bike û wiha axivî: "Neberdana girtiyên nexweş ku gaveke herî makul û mirovî ye jî hişmendiya dewletê li me nîşan dide. Divê AKP ji cihê ku derdorê sucdar bike divê rewşa xwe ya heyî bide ber çavên xwe."
Mamedoglu, li ser polîtîkayên ku di demên dawîn de li ser BDP'ê tên meşandin jî axivî û got ku bi malbatên ku bi îdiaya zarokên wan bi zorê şandine çiyê jî dixwazin wan reş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rastî helbet derdikeve holê. Zarokên malbatên ku li ber avahiya Şaredariya Mezin a Amedê rûdinên derket holê ku ji aliyê çeteyên hişker ve hatine birin. Nexwe ji 40 salî zêdetir e ku li herêmê şerek heye û herkes baş dizane ku tu zarok bi zorê dernakeve çiyê heke çûbin jî ji ber polîtîqayên îmha û înkarê derketine çiyê."
(ekip/ça)