BDP amadekariyên mitînga 1'ê Îlonê dike
BDP li hemû navçeyên Stenbolê amadekariyên mitînga 1'ê Îlonê ya bi navê "pevçûn na muzakere mirin na çareserî" ya di bin pêşengiya HDK'ê li Qada Kadikoyê ya Stenbolê pêktê dike. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak,wiha bang kir: "Hemû kesên alîgirên aştî, biratî, çareseriya demokratîk a pisgirêka kurd û dixwazin aştî pêk bên bila tevlî mitîngê bibin."
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê dê bi hêz tevlî mitînga 1'ê Îlonê ya di bin pêşengiya HDK'ê li Qada Kadikoyê pêk tê bibe. Endamên Rêxistina BDP'ê yên Stenbolê nêzî 15 roj ber li tax, semt, bajarok û navçeyan ji bo raya giştî agahdar bikin belavok belavkirin, civînên gel li dar xistin û esnaf ziyaret kirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, anî ziman ku armanca wan ew e ku bi hêz xebatên mitîngê bikin û bi girseyî tevlî mitîngê bibin û wiha axivî: "Heta niha têkildarî serlêdana mitîngê de tu bersiv nehatin e. Lê em li hemû cihên rêxistinên me lê heyî xebatên xwe berdewam dikin." Kolçak, da zanîn ku xebatên li Stenbolê bi HDK'ê re dikin û wiha axivî: "Em xebatan tenê weke Rêxistina Stenbolê ya BDP'ê nakirin. Em bi HDK'ê re xebatan dimeşînin. Em bi hev re serlêdan kir. Em xebat bi hev ra dan destpêkirin. Em li aliyekî bi HDK'ê re xebatan dikin li aliyekî jî weke BDP xebatê dikin." Kolçak, bilêv kir ku ew dixwazin mitînga Kadikoyê li gorî armanca wê pêk bînin û wiha pê de çû: "Niha hem di aliyê psîkolojîk, hem di aliyê rêxistinî û teknîkî de di asteke baş da ne. Ez bawer dikim ku dê bi vê xebatê bi deh hezaran kes tevlî mitîngê bibe. Bi taybet bi tevlîbûna Hevserokê me Selahattîn Demîrtaş dê coşa mitîngê zêde be û li gorî armanca xwe dê pêk bê."
'Em bang li hemû kesên bi wijdan ên dixwazin aştiyê înşa bikin, dikin'
Kolçak, destnîşan kir ku BDP'ê ji mitînga 1'ê Îlonê re misyonek danî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji bo me, kesên tên tepisandin û gelên Tirkiyeyê 1'ê Îlonê wateyeke gelek girîng e. Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê vegeriyaye cihê êş û agahiyên mirinan. Li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên îmha û qedexeyê têkoşîn tê dayîn. Ji ber vê yekê mitînga isal dê li hemberî ramana qedexekar, tecrîd, zext û polîtîkayên zayendî têkoşîneke be. Em dê mitîngê li gorî daxwaza gelan a biratî û aştiyê li dar bixin." Kolçak, anî ziman ku di vê têkoşînê de gelên bi rûmet dê ser bikevin û wiha axaftina xwe domand: "Em ji vê yekê bi bawer in. Lê heta li hemberî ramana hikûmeta AKP'ê ya qedexekar û zext zordar têkoşîn neyên dayîn ne mimkun e. Li gel hemû polîtîkayên zexta û zordariyê yên li Tirkiyeyê dê polîtîkayên aştî û çareseriyê bixin jiyan. Em bang li hemû kesên alîgirên aştî, biratî, dixwazin pirsgirêka kurd bi aweyeke demoratîk bê çareserkirin û alîgirên aştiyê dikin ku tevlî mitîngê bibin."
(bd)