1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP Barajê Derbas Dike
BDP Barajê Derbas Dike,bdp,barajê,derbas,dike

BDP Barajê Derbas Dike

A+ A-

ENQERE - Di encama lêkolînên dawiyê yên ji aliyê gelek şîrketên cûda yên ji bo hilbijartinan de BDP her ku diçe nêzîkê benda hilbijartinê ya ji sedî deh dibe. Encama herî dawî ya ji anketa AKP’ê ya ji bo hilbijartinê jî BDP derket û ev yek rayedarên AKP’ê matmayî hişt. Di encama operasyonên li hemberî BDP’ê de bi hezaran endamên çalak ên BDP’ê hatin girtin, lê dengên BDP’ê yên ji bo hilbijartinan jî her ku diçin zêdetir dibin. Her wiha tê diyarkirin ku polîtîkayên tundraw ên AKP’ê li gelemperiya welêt hatine pûçkirin. Li gorî agahiyên ji hin rayedarên AKP’ê hatine bidestxistin, dengên BDP’ê rêjeya ji sedî 7.5 derbas kir. Desteya Rêveber a AKP’ê endamên anketên hilbijartinê yên xwe û Şîrketa Lêkolînê ya A&G anîn ber hev û dîtin ku encamên wan nêzîkê hev in. A&G beriya niha gotibû; “Ger îro hilbijartin hebe, BDP dê benda ji sedî 10 derbas bike” ev yek bû rojeva nîqaşên kulîsên AKP’ê.

Hikûmeta AKP’ê hemû hêza xwe û derve bi kar anî û di hilbijartinên salên 2002 de li Bakûrê Kurdistanê bû partiya duwemîn, lê her ku diçe dengên Kurdan wenda dike. Piştî ku Erdogan beriya hilbijartina 2011’ê siyasetmedarên Kurd beşdarî damezrandina AKP’ê bibûn tasfiye kir. Ji ber pêkanînên AKP’ê yên li Kurdistan dibe sedem ku AKP dengan wenda bike.

Roja sêşema borî, Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê civiya û di civînê de encamên anketan hate gotûbêjkirin, li gorî encama anketê, rêjaya dengên BDP’ê ji sedî 7,5 e û aşkere bû ku AKP deng wenda dike. Xwediyê Şîrketa Lêkolînê ya A&G a ku beriya hilbijartinên giştî gotibû “BDP dê 32 parlementeran derbixe” Adil Gur ragihand ku di lêkolîna wan a dawiyê de dengên BDP’ê zêde bûne û bûye ji sedî 8. Gur destnîşan kir ku AKP’ê li bajarên Kurdan deng wenda kiriye û diyar kir ku ji sala 2009 ve her ku diçe dengên kesên ku rêveberiyeke xweser dixwazin zêdetir dibin. Gur got; “ Ger ev pêvajo wiha berdewam bike, BDP dengê xwe di hilbijartina pêşwext a 2014 an jî hilbijartina 2015 de benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike.”

Gur diyar kir ku pêşî li bajarên Kurdistanê, li bajarên weke Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din ên li rojavayê Tirkiyeyê dengê xwe zêde kiriye. Ev yek di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê de hate gotûbêjkirin. Li gorî anketa AKP’ê, dengên BDP’ê zêde bûn û ev yek bû sedem ku rayedarên AKP’ê û Erdogan matmayî bihêle. Hate diyarkirin ku Erdogan li encamên van anketan nêriye û xwestiye ji bo hilbijartinên nû xebatên nû bêne kirin.

Li gorî lêkolîna Şîrketa Pallmarkê ya nêzîkê AKP’ê,li Kurdistanê dengên AKP’ê her ku diçe kêm dibin. Li gorî anketê, dengên BDP’ê li Kurdistanê bûye ji sedî 7,5. Li gorî anketa ku piştî hilbijartina 12’ê Pûşpera 2011’ê pêk hat, ji ber bûyerên li herêmê, dengên BDP’ê ji ji sedî 6 bûye ji sedî 7,5. Yanî BDP’ê heta sala 2012’ê bi rêjeyeke ji sedî 2 dengên xwe zêde kiriye.

Encamên vê anketê di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê de hate gotûbêjkirin û rayedarên AKP’ê zêdebûna dengên BDP’ê bi “bûyera Qilabanê” ve girêdan.


Bêjeyên Miftehî