1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP bi namzetên nasnameyên cuda bi ser ket
BDP bi namzetên nasnameyên cuda bi ser ket,bdp,bi,namzetên,nasnameyên,cuda,bi,ser,ket

BDP bi namzetên nasnameyên cuda bi ser ket

A+ A-

10:58 02.04.2014

AMED (DÎHA) - Rêxistina BDP'ê ku bi hişyariya "Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve" ket hilbijartinê armanc kir ku Xweseriya Demokratîk ava bike. BDP bi vê hişyariyê bi namzetên xwedî nasname û baweriyên cuda ket hilbijartinê. Namzetê herî balkêş Hevşaredarê Hezo Fuat Memetoglu yê di sala 2011'an de ji aliyê HPG'ê ve hat ragirtin û piştî hat berdan derbasî BDP'ê bû ye.

Di 30'ê Adarê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk hatin. Di vê hilbijartinê de BDP'ê bi nasname, bawerî û rengê cuda şaredariyên bajar û navçeyan bi dest xist. Rêxistina BDP'ê ku bi hişyariya "Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve" ket hilbijartinê armanc kir ku Xweseriya Demokratîk ava bike. Xwest hemû reng, nasname û çandên cuda ku heta niha mavê wan hatiye binpêkirin û vîna wan hatiye tepisandin derxin holê. BDP bi vê hişyariyê bi namzetên xwedî nasname û baweriyên cuda ket hilbijartinê. Namzetê herî balkêş Hevşaredarê Hezo Fuat Memetoglu yê di sala 2011'an de ji aliyê HPG'ê ve hat ragirtin û piştî hat berdan derbasî BDP'ê bû ye.

Piştî HPG'ê dîl girt BDP nas kir

Fuat Memetoglu, di sala 1981'an de li navçeya Hazro ya Amedê ji dayik bû. Ji sala 2004'an heta niha di ocaxên keviran de dixebitin. Di sala 2011'an de li navbera Hazro-Pasurê ji aliyê endamên HPG'ê ve hat dîlgirtin. Memetoglu, piştî hat dîlgirtin bi tevgera azadiya kurd re hat nasîn. Memetoglu, dema hat dîlgirtin wê demê rêveberê Rêxistina AKP'ê yê Navçeya Pasûrê bû. Memetoglu, piştî hat berdan, ji ber ket bin bandora nêzîkatiya endamên HPG'ê û ji AKP'ê îstîfa kir. Bavê wî jî ji Serokatiya Rêxistina AKP'ê ya Pasûrê îstîfa kir. Fuat Memetoglu û bavê xwe piştî ji AKP'ê istîfa kirin di nava BDP'ê de cih girtin. Memetoglu, piştî îstîfa kir derbasî BDP'ê bû û di hilbijartinê de wekî namzetê hevşaredarê Hezro hat hilbijartin. Memetoglu, anî ziman ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev pêvajo da destpêkirin wekî referandûmê da destpêkirin. Mehmetoglu di vê hilbijartinê de wekî Hevşaredarê Hezro hat hilbijartin.

Di xebatê MAZLUMDER'ê de cih girt bû Hevşaredara BDP'î

Hevşaredara Hezro Guler Ozavci Dogu jî li Sêwêregê ji dayik bû û di sala 1997'an de li Zanîngeha Selçukê Zankoya Perwerdehiya Pîşeyî xelas kir. Di sala 1997'an de li zaningehê ji ber sergirtina xwe ji zanîngehê 6 mehan hat dûrxistin. Di sala 2002'an de zanîngeh xelas kir. Dogu, di serdema HADEP'ê de tev li çend semîneran bûbû. Dîsa bi MAZLUMDER'e re hat nasîn û demekê di nava xebatên MAZLUMDER'ê de cih girt. Li Amedê 9 salan di perwerdehiya taybet û rehabilitasyonê de cih girt. Di sala 2011'an de bû endama Meclisa Daîmî ya KCD'ê. Herî dawî li Hezroyê wekî namzet hat hilbijartin û bû Hevşaredara Hezroyê.

Li medreseyê melatî kir

Şaredarê Karazê Afullah Kar jî li medreseyê perwerde dît û bi salan ji doza PKK'ê hat darizandin. Kar, piştî bû karmend di nava têkoşîna sendîkayî de cih girt. Kar, xwestibû li dijî gotina 'Xwîn û namûsa kurdan helal e" melayên herêmê bibin yek û bersîvek xurd bidin çeteyên li Rojava.

Şaredarê Bespîn yekem car dikeve destê BDP'ê. Di sala 2009'an de DTP ket hilbijartinê û qezenç nekir. Di vê hilbijartinê de jî BDP'ê bi 77 dengan şaredarî bi dest xist û hêjmara dengê xwe ji sedî 51.12 zêde kir. Şaredarê Bespinê Gafur Ruzgar, di sala 1974'an de li Bespinê ji dayik bû û di sala 1999'an de ji ber zextên dewletê koçî Stenbolê kir. Ruzgar, li Stenbolê di nava DEHAP'êde cih girt û di sala 2009'an de di bin navê DTP'ê de bû serokê bajarokê. Hevşeredara Bespinê Suheyla Biîgun jî di sala 1981'an de li gundê Dikûkê ya Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 2013'an de çalak di nava siyasetê de cih girt û di nava BDP'ê de xebitî. Di ve hilbijartinê de bû hevşaredara Bespinê.

Ewil bû şaredar û cara duyemîn bû Hevşaredar

Li navçeya Bismilê ya Amedê jî Hevşaredara Bismilê Cemile Eminoglu bi dengekî zêde hat hilbijartin. Di hilbijartina 2009'an de wekî şaredara jin hat hilbijartin û di vê hilbijartinê de jî wekî hevşaredar cara duyemîn li Bismilê hat hilbijartin. Cemîle Emîngolu, bi xizmet û nêzîkatiya xwe wekî namzeta BDP'ê ji aliyê gel ve pir hat hezkirin û hat qebûlkirin. Emînoglu, di sala 1973'an de ji dayik bû û dayika zarokekê ye. Emînoglu ji sala 2003'an de bi siyaseta DEHAP'ê di nava siyasetê de cih digire.

(mae)