BDP: Em qadan bikin warê berxwedanê
Navenda Giştî ya BDP'ê ji bo piştgiriya xwe ya karkeran û cejna 1'ê Gulanê bîne ziman daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest karker hemû qadan bikin warê berxwedanê. BDP'î bang li hemû karkeran kir û xwest li qadan têkoşîna xwe bilind bikin.
Navenda Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), der barê pîrozbaniya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de daxuyaniyek nivîskî da. BDP'ê bang li hemû karker, kedkar û welatiyên ku mafê wan ê kedê tê binpêkirin kir û xwest yekîtî, tifaqî û têkoşîna xwe xurt bikin û di 1'ê Gulanê de vîn û biryara xwe nîşanî her kesî bidin. BDP'ê, xwest hemû karker, xizan, çotkar, rençber û gundî li dijî şer û kedxwariyê dengê xwe bilintir bikin. BDP'ê ji her kesî xwest ku ji bo jiyanek adîlane, wekhev, azad derkevin qadan û ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ya wekhev, demokratîk û azad qêrîna xwe bilind bikin.
BDP'ê di banga xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê bi milyonan karker ji mafê xwe yên ewlehî, rêxistinî û kedê dûr in û wiha got: "Ji ber ku mafê karkeran nayê parastin û ewlehiya wan tune her roj karker di qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Her roj keda mirovan erzan dibe. Mafê kedê tê binpêkirin. Karker ji mafê ewlehî, tenduristî û rêxistiniyê tên durxistin. Li vi welatî êdî hestê edaletê dimire. Di ser komkujiya li Roboskiyê re 4 meh derbas bûn, lê hêj kujer nehatine darizandin. Hêj hesap ji kujerên komkujiya 1'ê Gulanê Mereş, Çorum û Sêwasê nehatine pirsîn."
BDP'ê bang li hemû karkeran kir û xwest ji bo li Tirkiyeyê demokrasiyê bi hêz bikin û azadî û aştiyê li Tirkiyeyê pêş bixin yekîtiya xwe xurt bikin û di 1'ê Gulanê de hemû qadan bikin warê berxwedanê.
(mae)