1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP: Em êrîşa Dîlokê şermezar dikin
BDP: Em êrîşa Dîlokê şermezar dikin,bdp,em,êrîşa,dîlokê,şermezar,dikin

BDP: Em êrîşa Dîlokê şermezar dikin

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna li Dîlokê daxuyanî dan

A+ A-

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna li Dîlokê daxuyanî dan û gotin, "Em êrîşa li Dîlokê şermezar dikin." û xwestin ku bûyer bi her awayî bê zelalkirin.

Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî teqîna şevê din li Dîlokê pêk hat de daxuyaniyeke nîvîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em ji welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dan rehma xwedên dikin û ji malbatên wan re jî sebrê dixwazin. Em ji welatiyên me yên birîndar re jî şîfayê dixwazin." Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî teqînê helwesta partiya wan û endamên wan hedefa hatin nîşandan jî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bangên partiya wan ên çareseriyê weke "gef" hatin dîtin û divê bangên hatin kirin bi awayeke bi hestiyan bên destgirtin û wiha hate gotin: "Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên derve û hundir Tirkiye ber bi talukeya Rojhilata Navîn ve diçe. Hikûmet rewşa welat jî bilî xwe hemû kesî berpirsiyar digire. Divê hikûmet gavên radîkal ji bo çareseriyê bavêje. Divê hikûmet polîtîkayên Suriyeyê li ber çavan derbas bike. Divê hemû hêzên li pişt êrîşê bêguman bên zelalkirin. Em careke din êrîşa li Dîlokê şermezar dikin û serê gelê me sax be."

(bd/mae)