BDP: Heke yê hatiye girtin gelek be?
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê diyar kir ku ji ber hejmareke zêde mirov girtîne û kapasîteya girtîgehan derbas bûye pirsgirêkên mezin tên jiyîn û sirgûn çêdibin
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê diyar kir ku ji ber hejmareke zêde mirov girtîne û kapasîteya girtîgehan derbas bûye pirsgirêkên mezin tên jiyîn û sirgûn çêdibin û got; "Lê pirsgirêk nayên çareserkirin. Pirsgirêk ne tenê kapasîteya girtîgehan e, pirsgirêk, pirsgirêka edaletê ye. Ji me re dibêjin hejmara li girtîgehan zêde ye baş e ya zêde hatiye hepiskiirn gelek be dê çawa bibe?"
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'ê li ser kapasîteya girtîgehan û binpêkirina di warê sirgûnan de pêk tê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Piştî daxuyaniya Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn a li ser serhildana li girtîgeha Rihayê BDP û gelek rêxistinên saziyên sivîl aşkera kirin ku hejmareke zêde ku kapasîteya girtîgehan derbas dike xistine girtîgehan. Ji ber kapasîte derbas bûye tengasî rû didin û jiyana girtîgehan vediguhere tengasiyên mezin. Ji ber ku hejmara girtiyan zêde ye di mehên havînê de girtî bê hewa dimînin û wan mehkûmî qoxuşên teng dikin. Lewma ji derveyî serhildanê tu riyên din namîne. Hikûmet yekemîn berpirsyarê mirinên li girtîgehan e. Di nav nivînekî de 3 girtî radizên. Destşo bi rêzê û tenê ji bo çend deqîqeyan tê xebitandin. Şert û mercên girtîgehê bi serê xwe bûye çavkaniya îşkenceyê."
'Hikûmet dibîne, lê tiştekî nake'
BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku li gel hikûmet pirsgirêkê dibîne jî tiştekî nake û li şûna çareser bike bi operasyoyên di bin navê KCK'ê de dimeşîne bêtir pirsgirêkê girantir dike.
'Bi îşkenceya tî û birçîbûnê sirgûn'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêy ku derfetên malbatan ên serdana zarokên xwe li ber çavan bê girtin girtî tên sirgûnkirin û wiha hat gotin: "Bêy navber berdewama sirgûnan bixwe re pirsgirêkên nû derdixîne holê. Girtiyên bi navê; Abdulseddar Olmez, Sînan Asga, Akîf Karamanli, Medenî Demîr û Îsmet Evîn ji ber bi rîngê ji Wanê sewqî Stenbolê kirin di rê de bi şewatê mirin. Dîsa parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û girtiyên din ên li girtîgeha Rihayê sigrûn kirin. Ev girtî bi awayeke birçî û tî derxistin rê, di rê de jî pêdiviyên wan nehatin pêkanîn. Lewma di seranserî rêwîtiyê de îşkence hat kirin."
'Pirsgirêk ne pirsgirêka cih e'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava civakê de hêviya reformên civakî hatin pêş xistin û hat ziman ku hêviyên ji pakêtên ji meclîsê re derbas bûne jî pûç derketine. Di berdewam daxuyaniyê de ev hevok hatin rêzkirin: "Serlêdanên di çarçoveya 3'yemîn pakêta darazêde hatine kirin hatin redkirin. Li gelek bajar û navçeyan girtîgehên biçûk hatin girtin û girtîgehên nû hatin vekirin. Bi vê yekê xwestin pirsgirêka kapasîteyê çareser bikin. Lê pirsgirêk ne pirsgirêka cih e, di bingeh de lênêrîna heyî ji çareseriyê dûr e. Wekî girtiyên Fransayê yên di sala 1968'an de bang li îxtîdarê kirî; 'Ji me re dibêjin girtîgeh gelekî qelebalix in, baş e yeke ya hatiye girtin gelek be wê demê dê çi bibe?"
'Pirsgirêk pirsgirêka edaletê ye'
Di daxuyaniyê de girtîgeha Şakran a Îzmîrê wekî mînak hat dayîn û wiha berdewam kir: "Tengasiyên ku li girtîgeha Şakranê ne tenê pirsgirêka kapasîteyê ye, li wê derê ya tê jiyîn pirsgirêka edaletê ye, heta ji vê wêdetir pirsgirêka bêedaletiyê ye. Di ketin û derketina girtîgehê de girtî rastî lêgerînên tazî tên. Bi zorê cilên wan ji wan dikin û bi leşkeran didin temaşekirin. Ev tenê mînakek e. Beriya ku li girtîgeha Rihayê serhildan çêbibe komîsyona me bi Komîteya astengkirina Îşkenceyê (CPT)'yê re hevdîtin pêk anî û xwest ku ew li girtîgeha Şakran û girtîgehên din lêkolînê bikin. CPT ev daxwaza e bersivand û ji partiya me re ragihand ku wan bi gelek saziyên fermî re hevdîtin pêk anîne. Em jî wekî BDP ji hikûmetê dixwazin ku bi rayedarên girtîgehan re hevdîtinê bikin ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bikevin nava lêgerîna çareseriyê, sewqkirinan bidin rawestandin, yên bi awayeke der-hiqûqî tên darizandin serbest bên berdan û der heqê kesên ku di dema sewqkirinê de sûc dikin de pêvajoya lêpirsînê destpê bike."
(ak/mae)