BDP ji bo Rojava û Roboskî derdikevi qadan
10:56 13.12.2013 1 / 2 HAYRİ DEMİR
AMED (DÎHA) - BDP bi boneya piştgiriyê bide gelê Rojava dê di 22'ê Qanûnê de li Nisêbîn û Cizîrê mîtîngekê li dar bixe. Endamê Meclîsa BDP'ê Kemal Pekgoz hemû kes vexwend qadan diyar kir ku dê di 28' Qanûnê de jî ji bo 2'emîn salvegera qetlîyama Roboskiyê nedi jibîrkirin û kiryaran derbixin holê li Roboskiyê çalakiya bîranînê li dar bixe.
Navenda Giştî ya BDP'ê, bi boneta piştgiriyê bide gelê Rojava û "dîwarê şermê" protesto bike biryara di 22'ê Qanûnê de li Nisêbîn û Cizîrê mîtîngekê li dar bixe girt. BDP bi boneya 2'emîn salvegera qetliyama Roboskiyê a ku 34 welatiyan jiyana xwe ji dest da bi awayek girseyî di çarçoveya bernamê de bibîranînê pêk bîne û ji bo Aydin Erdem, Halîl Îbrahîm Oruç, Medenî Yildirim, Ethem Sarisuluk, Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr, Bemal Tokçu û zarokên Roboskiyê bibîr bîne, têkoşîna wan mezinbike û kiryarên wan derbixin holê dê di 28 Qanûnê de li roboskîyê çalakiya bîranînê lidarbixe. Li bajarên herêmê ji bo mîtînga ku Hevserokên giştî yên BDP'ê, Parlementer û şaredar jî tevlî dibe xebatê amadekariyê hat destpêkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Kemal Pekgoz diyar kir ku ji bo çalakiya di meha Qanûnê de bê lidarxistin hemû kes vexwend qadan biboneya kiryarên welatiyên ku di serdema AKP'ê de hatî qetilkirin derbixin holê dê têkoşina xwe berdewam bikin.
'Dê li Cizîrê û Nisêbînê diyar bibe ku kurd ji hevdu nayê qetandin'
Pekgoz anî ziman ku biboneya piştgiriyê bide gelê Rojava û li hemberî lêkirina "diwarê şermê" derbikevi di 22'ê Qanûnê de li Cizîrê û Nisêbînê bin. Pekgoz diyar kir ku piştgiriya gelê "Bakurê Kurdistan" hemû polîtikayên AKP'ê yên derbarê Rojava de vala derxistiye. Pekgoz, destnîşan kir ku AKP jî ji bo ku pêşi li pêvajoya ku li Rojava di pêşengiya gelê kurd pêşdikeve bigre û piştgiriyê gelê herêmê asteng biki dinava hewldana dene. Pekgoz anî ziman ku ev polîtîkayên AKP'ê polîtîkayên "durûne" û gelê kurd van polîtikayan baş nasdike û wiha got: "Ev polîtîkayana ji bo me tu wateya wan nîne. Gelê me heke îro dê herdem li gel gelê Rojava bin û piştgiriya xwe paşve neylên. Sînorên wanê sunî dê nikari be gelê kurd wek mejûyî û fîzîkî ji hev veqetîne. Dê ev ruhê yekbûnê bi mîtînga ku li Cizîrê û Nisêbînê bê li darxistin derbikeve holê."
'Heta ku qetliyam bê ronîkirin dê destê me di histuvanga hikûmetê debe'
Pekgoz diyar kir ku ji bo 2'emîn salvegera qetlîyama Roboskiyê ya ku di 28'ê Qanûna 2011'an de pêkhat nedi ji bîrkirin û kiryaran derbixin holê dê bi awayek girseyî li Roboskî bin û wiha got: "Li piştî ku qetliyam pêk hat hikûmetê sozên ku dan yek bicîh neanîn ji bo ku kiryaran derbixin holê neketî nava tu hewldanan. 34 welatiyên me li roboskiyê bi plan û zanebûn hat qetilkirin. Heta roja îroyên ji bo ku qetliyam bê ronîkirin berpirsyariya ku ket ser milê wan bicîh neanî. Heta ku qetliyam bê ronîkirin dê destê me di histuvanga hikûmetê debe." Pekgoz ji bo bîranînê hemû gel vexwendin Roboskiyê.
Di salvegera mirina Elçîde mewlud û bîranîn
BDP ji bo siyasetmedar kurd Şerefettîn Elçî dê di 27'ê Qanûnê de li Cizîrê mewlud bi de û bîranînê li darbixin.
(my/mae)