1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP: Li çiyê kuştin, li deştê girtin
BDP: Li çiyê kuştin, li deştê girtin,bdp,li,çiyê,kuştin,li,deştê,girtin

BDP: Li çiyê kuştin, li deştê girtin

Navenda Giştî ya BDP'ê: hikûmeta AKP'ê ji bo kurdan bê hêz bihêle, li çiyê dikuje û li deştê jî davêje girtîgehan

A+ A-

Navenda Giştî ya BDP'ê oprasyona di bin navê KCK'ê de ku navenda wê li Rihayê pêk hat şermezar kir û diyarkir ku hikûmeta AKP'ê ji bo kurdan bê hêz bihêle, li çiyê dikuje û li deştê jî davêje girtîgehan.

Navenda Giştî ya BDP'ê oprasyona di bin navê KCK'ê de ku navenda wê li Rihayê pêk hat bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku duh li Wanê û îro jî li Riha Stenbol, Enqere, Amed, Eskîşehir û Mûşê bi ser gelek mal û kargeriyan de girt û gelek rêveberên wan binçav kir. BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li hemberî kurdan “operasyona komkujiya siyasî " dimeşine û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê polîtîkya 'Li çiyê bikuje, li deştê bigire' dimeşîne. Hikûmeta AKP'ê dixwaze kurdan bê hêz bihêle û ji ber vê yekê li çiyê dikuje û li deşt û bajaran jî binçav dike û davê girtîgehan. Di çarçoveya operasyona îro de Hevserokê partiya me yên Rihayê Fatma Îzol û Mahmet Vural jî di navde 30 kes hatin binçavkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendi Îzettin Gok, rêveberê BDP'ê Halil Çay û Mehmet Kiliç, Serokê BDP'a Wêranşarê Halis Aktaş, rêveberê BDP'ê Ali Vefa, Mehmet Ekinciler, Selahattin Îzcî, endamê meclisa şaredariyê Ferzende Ata, Serokê BDP'a Serêkaniyê Îbrahim Ogur, endamên meclîsê Mehmet Emin Polat û Adile Deniz Surer, Serokê BDP'a berê Nurallah Akan, rêveberê BDP'ê yê berê Abdulbaki Can, Serokê MEYA-DER'a Pirsûsê Şukru Binici, endamê Meclîsa BDP'ê Yusuf Karataş hatin binçavkirin."

BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hikumeta AKP'ê nikare bi van binçavkirin, girtin û kuştinan têkoşîna BDP'ê tek bibe û dê li dijî binpêkirina mafan têkoşîna xwe bilindtir bikin.

(mae)