1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP tevlî pîrozbahiyên 23'ê Avrêlê nabe
BDP tevlî pîrozbahiyên 23'ê Avrêlê nabe,bdp,tevlî,pîrozbahiyên,23,ê,avrêlê,nabe

BDP tevlî pîrozbahiyên 23'ê Avrêlê nabe

BDP dê tevlî pîrozbahiyên fermî yên 23'ê Avrêlê nebe

A+ A-

Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji bo teşkîlatên partiya xwe giştînameyek rêkir û daxuyand ku ew dê tevlî pîrozbahiyên fermî yên 23'ê Avrêlê nebin. Aydogan di giştînameyê de got; "Bûyerên tacîz û destdirêjiya li girtîgeha Pozantiyê û zarokên kevir avêtine di pîrozbahiyan de ew dê neyê rojevê. Lewma li şûna ku tevlî pîrozbahiyên fermî bibin divê pîrozbahiyên alternatîf bên lidar xistin. Di giştînameyê de bernameya civînên gel ên 3 rojan jî hat aşkerakirin.

Parlementera BDP'ê ya Amedê û Seroka Komîsyona Rêxistinê Nursel Aydogan li ser civînên gel yên ji aliyê BDP'ê ve dê bên lidar xistin û xwepêşendanên 23'ê Avrêlê ji bo rêxistinên xwe yên navçe û bajaran giştînameyek rêkir. Di giştînameyê de tevî nirxandina pêvajoyê bernameya civînên gel jî hat aşkerakirin. Di giştînameyê de hat gotin; "Hikûmeta AKP'ê stratejiya xwe ya tunekirinê xistiye meriyetê. Lê li hemberî vê stratejiyê berxwedaneke bê hempa jî derketiye holê. Ev rastiya ku li Amed, Stenbol, Êlih, Cizîr, Wan û li gelek deverên din derketiye holê AKP'ya ku kîjan rêbazê bikar bîne bila bîne mehkûmê binkeftinê ye."

DÊ DAKEVIN QADAN

Di giştînameyê de bernameya civînên gel jî hat zelalkirin. Li gorî vê yekê BDP ji bo geşedanên li Sûriye, Rojhilata Navîn û Tirkiyê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de binirxîne li gelek bajar û navçeyan bi tevlîbûna endamên lijneya rêveberiya partiya xwe 3 rojan dê civînên gel lidar bixe. Navên bajar û navçeyên dê civîn lê bê lidar xistin wiha hatin rêzkirin:

" *20-21-23 Avrêl: Silopî- Hasîp Kaplan, Husamettîn Zenderlîoglu

* 21-22-23 Avrêl: Nisêbîn-Qoser-Erol Dora, Ozdal Uçer

* 19-20-21 Avrêl: Pirsûs- Îbrahîm Bînîcî, Adil Kurt

* 20-21-22 Avrêl: Îdir-Pervîn Buldan

* 20-21-22 Avrêl: Mûş- Sirri Sakik

* 20-21-22 Avrêl: Êlih-Ayla Akat Ata

* 20-21-22 Avrêl: Rezana Amed-Emine Ayna

* 18-19-20 Avrêl: Panos-Halîl Aksoy

* 27-28-29 Nisan: Tedwan-Husamettîn Zenderlîoglu

* 27-28-29 Nisan: Sêrt-Husamettîn Zenderlîoglu

* 27-28-29 Nisan: Erdîş-Navê parlementer dê piştre bê zelalkirin"

Di giştînameyê de hat destnîşankirin ku li cihên tevgerên sendîkayan lê hene BDP dê bi wan te tev bigere û pîrozbahiyên 1'ê Gulanê lidar bixe.

DI 23'Ê AVRÊLÊ DE XWEPÊŞENDANÊN ALTERNATÎF

Di giştînameyê de hat gotin; BDP dê tevlî pîrozbahiyên fermî yên 23'ê Avrêlê nebe. Bûyerên tacîz û destdirêjiya li girtîgeha Pozantiyê û zarokên kevir avêtine di pîrozbahiyan de ew dê neyê rojevê. Lewma li şûna ku tevlî pîrozbahiyên fermî bibin divê pîrozbahiyên alternatîf bên lidar xistin. Di pîrozbahiyan de zarokên li nava kolanan hatin gulebarandin û bedenên wan parçe parçe kirin yên wekî, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Mehmet Uytun, Halîl Îbrahîm Oruç, Mizgîn Ozbek, Enes Ata, Rozerîn Aksu dê neyên dîtin. Zarokên karker ên 10-12 salî dê neyên dîtin. Dîsa dê behsa zarokên ku dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehî bibînin neyê kirin. Lewma em dê tevlî pîrozbahiyan nebin. Li şûna wê em dê pîrozbahiyên alternatîf lidar bixin."

ANF NEWS AGENCY