BDP wê Stewrê rake ser piyan
SEDAT SÛR - MÊRDÎN 25.03.2014 07:27:38 Navçeya Mêrdîn Stewrê, ku ji gelek şaristaniyan re mêvandarî kiriye û ji ber erdnîgariya xwe ya bi bereket navê xwe ji Xwedawenda bereketê Star girtiye, li benda nasnameya xwe û xizmetê ye. Namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Stewrê Gurbet Tekîn û Mehmet Aydin Alokmen diyar kirin ku dem hatiye navçe rewşa xwe ya pirçandî û mîmariya xwe ya dîrokî ji nû ve bi dest bixe.
Namzeta BDP'ê ya Hevserokatiya Şaredariya Navçeya Stewrê Gurbet Tekîn; kurekî wê li refên tevgera azadiyê di sala 2005'an de jiyana xwe ji dest daye. Kurekî din ê Tekîn hînê li refên HPG'ê ye û kurekî wê jî bi sedema endametiya PKK'ê hatiye girtin, 13 sal ceza lê hatiye birîn û hînê girtî ye.
Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Navçeya Stewrê mamosteyê berê Mehmet Aydin Alokmen jî dema mamostetî dikir hat girtin û rastî lêprisînê hat. Alokmen ê neçar ma mamostetiyê berde, têkoşîna xwe heta van rojan dewam kiriye.
“PROTOTÎPA MÊRDÎNÊ, JI BO SERDESTAN QADEKE STRATEJÎK E”
Namzet Alokmen da xuyakirin ku Stewr di sala 1882'an de bûye Şaredar û got, "Stewr yek ji şaredariyên herî kevin ên Tirkiyeyê ye. Ji destpêka dîroka Komarê û vir ve di her demê de ji aliyê partiyên sîstemê ve hatiye rêvebirin."
Alokmen da zanîn ku Stewr piştî salên 80'yî ji qedera xwe re hatiye terikandin û diyar kir ku bi salên 90'î re, bi zora cerdevanîkirinê ya hin eşîran re, bi rêya tirs û tepisandinê polîtîkaya cerdevanîkirinê hatiye meşandin. Alokmen got, "Ji qedera xwe re hatiye terikandin lê belê bi mîmariya xwe ya dîrokî û taybetmendiyên xwe re balê dikşîne. Li Stewrê keleyeke bi navê Kela Pzreşa heye. Gundê Qillit ê Suryaniyan heye. Gund hat avalakirin, du malbat dijîn. Dêrên ku di şerê sih salan de veguherîne xirbeyan, hene. Sûka hesinkaran di dîrokê de li Mêrdînê yek ji navendên herî girîng ên aboriyê balê dikşîne."
“NE JI BO GEL JI BO ŞER RÊ HAT ÇÊKIRIN”
Alokmen bal kişand ser pirsgirêkên ser û binesazî û diyar kir ku pirsgirêkên cidî yên kanalîzasyonê derdikevin pêş. Alokmen diyar kir ku rêyên hatine çêkirin jî ji bo artêşa Tirk di dema şer de karibe bi hêsanî tê re derkeve operasyonê hatine çêkirin, lewma ji feydeyê wêdetir zerar dane gel.
Alokmen da zanîn ku bi xebatên demokratîk û ekolojîk re ewê hewl bidin navçeyê li rewş û xemla xwe ya ekolojîk û xwezayî ya berê vegerînin û destnîşan kir ku Stewir herêmek bi bereket e.
'BI XWESERIYÊ RE EMÊ STEWRÊ RAKIN SER PIYAN”
Mehmet Aydin Alokmen diyar kir ku Stewr di warê civakî û siyasî ve berê bi destê şêx û began ji bo berjewendiyên wan hatiye birêvebirin û destnîşan kir ku pêwistiya Stewrê bi zindîbûn û vegera li cewhera xwe heye.
Alokmen da xuyakirin ku modela Stewrê rake ser piyan xweseriya demokratîk e û anî ziman ku yek ji cihên herî guncaw ên ev model dikare lê bicih were anîn Stewr e. Alokmen got, "Li navenda Stewrê Suryanî, Ereb û Kurd bi hev re dijîn. Bi xebatên xwe re emê pêşhukmên ji ber polîtîkayên taybet ên dewletê derketine holê, bişkşînin. Rewşeke guncaw li pêşiya me ye ku em dikarin di warê çandî û dîrokî de têxin ser rêyekê. Dema em vê bikin jî, modela me wê xweseriya demokratîk be."
“STEWR KÊMÎ EFESÊ NÎNE”
Alokmen bibîr xist ku Stewr a qada SÎT hatiye îlankirin kêmî bajarê Efes ê antîk nîne û got, "Bi projeyên ku destekê ji Ewropayê werbigirin re, emê Stewrê li rewşa xwe ya berê vegerînin. Emê nasnameyeke ku bibe navendeke tûrîzmê jê re biafirînin. Stewr, kêmî Mûgla yan jî bajarê Efes ê antîk nîne."
Alokmen da xuyakirin ku gundên cerdevanan jî eleqeyeke mezin nîşanî BDP'ê didin û destnîşan kir ku li Stewrê serketina BDP'ê derdikeve pêş. Alokmen got, "Bi BDP'ê re jiyan û demeke nû li benda Stewrê ye."
“JINAN BI KÊFXWEŞÎ MODELA HEVSEROKATIYÊ PÊŞWAZÎ KIRIN”
Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Stewrê Gurbet Tekîn jî bibîr xist ku heta roja îro gelên Stewrê ji hev hatine qutkirin û anî zimank u jinên Kurd, Ereb û Suryanî li gel hev dijîn, lê belê têkilî û girêdana bi hev re hatiye qelskirin.
Tekîn got, "Lê belê dema me modela hevserokatiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo temsîliyeta wekhev bi jinan re parve kirin, ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Li Stewrê nêrîna mêr a serdest, xwedî giraniyeke mezin e. Jin li derveyî pêvajoyên biryarstendinê hatine hiştin. Emê vê rewşê biguherînin."
“EZÊ XEBATÊN XWE JI BO RONÎKIRINA JINAN BIMEŞÎNIM”
Tekîn da zanîn ku ev rewş bi giranî li gundên cerdevanan tê jiyîn û anî ziman ku li gundên cerdevanî qebûl nekirin, li gundên welatparêz tê dîtin ku jin bêtir di nava jiyanê de cih digirin. Gurbet Tekîn axaftina xwe wiha dewam kir: "Di civînên li gundan de jî me têkiliyeke erênî bi jinan re danîn, me ji wan re destnîşan kirin ku sîstema cerdevaniyê serdestiya mêr xurttir dike."
Tekîn da xuyakirin ku di xebatên xwe yên şaredariyê de ewê ji bo ronîbûna jinê û pêxistina zanyariya zayendî bixebite û ji jiyana xwe ev mînak da; "Ez jî li zeviyan xebitîm. Li malê hatim ragirtin, lê belê dema min felsefe û zanyariya azadiyê nas kir, guherîm û bi vîna xwe min dest bi têkoşînê kir. Dema bi jinan re diaxivim ez ji xwe mînakan didim û dibêjim ku ew jî dikarin bi ser bikevin."