1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP'yî çûn serdana malbata elewî
BDP'yî çûn serdana malbata elewî,bdp,yî,çûn,serdana,malbata,elewî

BDP'yî çûn serdana malbata elewî

Endamên BDP'ê çûn serdana malbata elewî ya rastî êrîşan man

A+ A-

Malbatên elewî yên ku li Bajaroka Surguya Navçeya Wêranşara Meletiyê rastî êrîşan hatibûn ji ber ku ewlehiya jiyana wan tune ne zarokên xwe şandin cem xizmên ku derveyî bajarokê dijîn. Heyetek BDP'ê ku di nav de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, hunermend Ferhat Tûnç û rêvebirên BDP'ê ya Meletiyê hebû, çûn serdana malbatê.

Li Bajaroka Surgu ya Navçeya Wêranşara Meletiyê 3 roj berê welatiyên elewî rastî êrîşan hatibûn û bi telefonî gef ên wekî "Heta sibê seat 11.00'an taxê vala bikin. Nexwe em ê êrîşî we bikin" li wan hatibû xwarin. Li hemberî van êrîşan welatiyên elewî ketibû nava fikaran û zarokên xwe şandibûn cem xizmên xwe yên ku derveyî bajarokê dijîn. Yek ji welatiyên ku rastî êrîşî hatibûn Hasan Huseyîn Evlî diyar kir ku kes êrîşî daholvanê Remazanê nekiriye, ev provakosyone û wiha got: "Ji ber ku em kurd û elewî ne dixwazin em vir biterikînin. Ez ji vir biçim jî pergala heyî dê li cihê biçim jî heman pirsgirêkê bi min bide jiyandin. Ewlehiya jiyana zarokên min tune ne."

Piştî bûyerê heyeta BDP'ê ku di nav de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel, hunermend Ferhat Tûnç û rêvebirên BDP'ê ya Meletiyê heye, çûn serdana malbatê. Heyeta ji malbatê agahî girtin. Lêkolînên heyetê li bajarokê didome.

(ab)