BDP çû serdana gundên bombebaran kirin
Heyeta BDP'ê çû serdana gundên ku hatibû bombebarankirin
Heyeta BDP'ê ku di nav de Alîkarê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî û Parlementerê BDP'ê ya Colemêrgê Adil Kurt jî hebû çûn gundên Şemzînanê yên ku çend roj berê bûbû hedefa topên artêşa tirk û hatibûn bombebarankirin. Gundiyan ji ber vê yekê xwestibûn gundên xwe biterikînin.
Di 19'ê Tîrmehê de nêzî Gundê Gare, Mezraya Masîro ya girêdayî Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê top û opus hatibûn avêtin, ji ber vê yekê jî gundiyan ji bo şermezarkirinê xwestibûn gundên xwe biterikînin. Alîkarê Hevserokê Giştî ya BDP'ê Hatîm Geylanî, Parlementerê BDP'ê ya Colemêrgê Adil Kurt, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, rêvebirên BDP'ê û gelek welatî çûn serdana gundiyan. Di serdanê de Geylanî axivî û da zanîn ku pirsgirêk bi top û tifingan nayê çareserkirin û wiha got: "Em di mehekî pîroz de ne. Divê mirov ji bo xatirê Xwedê, ji xwe fedî bike. Mixabin li Tirkiyeyê pergal ji Xwedê natirse. Heke tirsiyaba, dê dengê qêrîna zarokan a ji ber tirsê, bibihîsta."
'Em mirov in, dixwazin wekî mirovan bijîn'
Geylanî diyar kir ku wan li Mêrdîn, Wan û Colemêrê jî serdanan pêk aniye, lê li Şemzînanê rewş hîn xerabtir e û ev herêm ji aliyê peragalê ve wekî sêgoşeya şeytên tê binavkirin û wiha axivî: " Li ser gir tabûr heye, lê ji bîr dikin ku li vir mirov dijîn. Mirov her tim di nava tirsê de ne. Pergala li welat bi salan e axa xwe bombe dike. Bi salan e mirovên xwe dikuje. Pergal di nava 30 salan de bi vî awayî pirsgirêkê çareser nekir, hezar û 30 sal jî derbas bibe ev pirsgirêk wisa nayê çareserkirin."
Piştî Geylanî ji niştecihên gund Gulê Tekîn axivî û behsa zexmetiyên ku dijîn kir û wiha got: "Heke dixwazin em û zarokên xwe çi dijîn, bila kerem bikin werin li vir bibin mêvanên me. Heke ew bikaribin di nava van şert û mercan de bijîn, em jî qebûl in. Em mirov in û dixwazin wekî mirovan bijîn. Ez bang li Erdogan dikim; Were rewşa me binêre, rewşa me wekî ya Fîlîstînê ye."
(ab/mae)