BDP'ê binçavkirin û girtin şermezar kir
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê binçavkirin û girtin bi meşeke bêdeng û daxuyaniyekê şermezar kir.
Rêxistina BDP'ê ya Geverê binçavkirin û girtinên demên dawî bi meşeke bêdeng şermezar kir. Girseya li ber avahiya BDP' hate cem hev heta Duryana Girtîgeha Kevin meşiya. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Rustem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Şemzînan Sedat Tore, Welîkê Şaredarê Çelê Zerok Koç, Wekîlê Şaredarê Bajêrgeh Tacettîn Sefali, Dayîkên Aştiyê, Meclîsa Jinan a BDP'ê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevlî meşê bûn. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Rustem Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku di demên dawî de serdagirtina malan, binçavkirin û girtin zêde bûne û bi van polîtîkayan gelê kurd têk naçe. Demîr, anî ziman ku hikûmet û rayedarên dewletê ji bo demokratîkbûnê diqêrin û li aliyê din nûnerên gleê kurd digirin û wiha got: "Înkar û îmhaya faşîzma AKP'ê berdewam dike. Li Geverê bi dehan ciwan û welatî hatin binçavkirin û girtin. Heke gelê kurd bi vê yekê xelas biba dê bi komkujiyên di dîrokê de pêk hatin xelas biba."
Piştî daxuyaniyê welatî bêdeng belav bûn.
(bd)