1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP'ê biryarên civîna MYK'ê aşkera kirin
BDP'ê biryarên civîna MYK'ê aşkera kirin,bdp,ê,biryarên,civîna,myk,ê,aşkera,kirin

BDP'ê biryarên civîna MYK'ê aşkera kirin

A+ A-

BDP'ê biryarên civîna MYK'ê ya duh lidarxist aşkera kir. BDP, dê li dijî pêşnûmeya zagona tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fermî bikin dê gelek çalakiyan li dar bixe.

BDP'ê biryarên civîna MYK'ê ya duh li dar xist aşkera kir. Di civîna MYK'ê de li gel pêvajoya siyasî, Komkujiya li Roboskiyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek mijarên din hatin nirxandin. Di civînê de têkildarî Komkujiya li Roboskiyê biryarên wekî: "Bi hestiyar û xebat berdevam bikin. Ji kesên berpirsiyar bên darizadin û komkujî neyê jî birkirin plansaziyekî nû bê çêkirin" hatin girtin. Di civînê de hate diyarkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rolekî mezin dilîze. Di civînê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan jî hate nirxandin. Di civînê de biryara Hevserokên Giştî, parlementer û endamên Meclîsa Partiyê li 6 herêmên civîn û ziyaretan li dar bixin hate girtin. Di civînê de têkildarî pêşnûmeya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fermî bike ligel li meclîsê civînên çapemeniyê û biryara gelek çalakiyên din bên lidarixstin hate girtin. Di civînê de têkilîdarî 15'ê Sibatê de ji bo bername bên lidarxistin biryara plansaziyekê hate girtin.

Di civînê de biryara ji bo Komkujiya Roboskiyê mitîng bê lidarxistin û ji bo 35 welatiyên jiyana xwe ji dest dan 35 mewlîd bên dan hate girtin. Di civînê de têkildarî xebatên erdheja Wanê biryara bênavber xebat berdevam bikin hate girtin. Di civînê de biryara Hevserokên Giştî, parlementer û endamên MYK'ê tevlî dozên "KCK'ê" bibin hate girtin. DÎHA (ft/mae)