1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP'ê derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê rû dan de daxuyanî da
BDP'ê derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê rû dan de daxuyanî da,bdp,ê,derbarê,bûyerên,li,zanîngeha,dîcleyê,rû,dan,de,daxuyanî,da

BDP'ê derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê rû dan de daxuyanî da

Rêxistina BDP'ê ya Amedê derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê rû dan de daxuyanî da

A+ A-

AMED (DÎHA) - Rêxistina BDP'ê ya Amedê têkildarî bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê pêk hatin daxuyanî da û wiha got: "Ji bo ku bûyerên wisa careke din pêk neyên ya ji destê me tê em dê bikin."

Rêxistina BDP'ê ya Amedê têkildarî bûyerên bi koma nêzî Hîzbullahê êrîş li xwendekarên welatparêzer û muxalîf kirin dest pê kirin û polîsan bi tund mudaxele lê kir daxuyaniya nivîsîkî da. BDP'ê diyar kir ku ew bûyerên wisa erê nabînin û destnîşan kir: "Em dixwazin hemû bawerî, nêrînên civakê piştîgiriyê bidin pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a di Newrozê de daye destpêkirin. Em li benda alîkariya hemû gel û derdorên bihestiyar in."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em partiyekî siyasî ya di nava tavahiya neteweyê de bi hev re jiyanê esas digirin in. Teqez tu caran ramana me ya li hemberî olê tunebûye û nabe. Em weke hemû rengên vê erdnîgariyê di parêzêrin dê azadiya baweriyê jî biparêzin. Armanca me hemû nêrîn, mezhep û derdorên biparêzin e. Em teqez qebûl nakirin tu kes em weke dijminê oldar nîşan bidin. Ji bo careke dikin tiştekî wisa çênebe ya ji destê me tê em dê bikin. Ji ber ku gelê me bi hestiyarî nêzîk bû em wan teqdîr dikin."

(bd/mae)