1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP`ê kampanya îmzeyan da destpêkirin
BDP`ê kampanya îmzeyan da destpêkirin,bdp,ê,kampanya,îmzeyan,da,destpêkirin

BDP`ê kampanya îmzeyan da destpêkirin

BDP, ji bo 4 daxwazan li Enqereyê kampanya îmzeyan da destpêkirin

A+ A-

Rêxistina Partiya Aşî û Demokrasyê (BDP) ya Enqereyê piştî civîna "Yekîtiya Aqilên Kolektif" li ser 4 daxwazên kurdan kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê, piştî civîna "Yekîtiya Aqilên Kolektifê li ser 4 daxwazên kurdan ên Statu, nasname, perwerdehiya ziman û mafê rêxistinkirnê kampanya îmzeyan da destpêkrin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Enqereyê Ahmet Aday, di destpêka kampanyayê de daxwazên xwe anî ziman û wiha got: "Divê nasnameya kurd bê nasîn û ji aliyê makeqanûnê ve bê parastin. Divê zimanê kurdî wekî zimanê fermî bê qebûlkirin û bibe zimanê perwerdehiyê. Divê statuya gelê kurd bê qebûl kirin û mafê rêxistinî bê parastin û têkeve bin ewlehiyê. "

Aday, da zanîn ku BDP'ê û hemû partiyên kurdan kampanya îmzeyan li gel hev daye destpêkirin û dê pişt re daxwaznameyan pêşkêşî meclîsê bikin.

(mae)