1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. BDP’ê nameya KCK’ê girt
BDP’ê nameya KCK’ê girt,bdp,ê,nameya,kck,ê,girt

BDP’ê nameya KCK’ê girt

Selahedîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder çûne Qendîlê û bersiva KCK’ê girtin

A+ A-

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder çûne Qendîl û bersiva KCK’ê ya nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin.

Heyeta BDP’ê ya ji Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku roja 5’ê Nîsanê nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji KCK’ê re nivîsî bû gihandin Qendîl, îro careke din çûn Qendîl.

Hate hînbûn ku, Demîrtaş û Onder bersiva KCK’ê ya nameya Ocalan çûn Qendîl girtin û vegeriyan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’ê Nîsanê bi heyeta BDP’ê ya ji Selahedîn Demîrtaş, Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat de, dabû diyarkirin ku ew dê 2 nameyên ji bo ragihînin Qendîl û Brukselê radestî wan bikin û 5’ê Nîsanê name gihabûn heyetê.

Di heman rojê de endamên heyetê Demîrtaş û Onder çûn Qendîlê, Buldan jî ber bi Brukselê ket rê.

Di nameyên ku naverokên wan nehatin aşkera kirin de, tê texmîn kirin ku Ocalan têkildarî vekişîna hêzên gêrîla peyam dane.

Nameya KCK’ê ku îro Demîrtaş û Onder ji Qendîlê girtî tê texmîn kirin ku, van rojan bigehînin Ocalan.


Bêjeyên Miftehî